Koma Miletan Welatê kurda tev xêr û bêr e, Hemî maden e tev zîv û zêr e, Lê çi bikim îro maye j’xelkê re. Welatê kurdan hemî çîmen e, Egîd û şêr û piling tê hene, Hemî haval û pismamên me ne. Pêş li dinyê du dewlet hebûn, Yek jê Faris bû, ew em bi xwe bûn, Tirk û tazî û ecem tune bûn. Em ne tazî ne, ne tirk û rom in, Xwedan pasan e, lesker û kom in. îro wêran in bin destê bûm in. Xelkê em kuştin avêtin çeman, Begler û paşa di nav me ne man, Koma miletan eman û eman. Koma miletan ma qey tu ker î, çavê te kor e tû l’ me nanerî, Yaxûd dijmin î, tu j me nagerî. Koma miletan hûn polperest in, Der heqê me de hun qewî sist in, Dijmin bi dostî em îro xistin. Gunhê me çi ye bo çi dey nakî, Pirsê ji halê me kurdan nakî, Em kêm ketine tû me ranakî. Ev ne huryet e, kotek û zor e, Lê hun dizanin dinya bi dor e, çerxek li jêr e çerxek li jor e. Xewa me nayê, em qet ranazin, Em ji we dikin hêvî û gazin, Em jî heqê xwe her dem dixwazin. Te em xapandin civata rengîn, Ji destê te em giş bûne xemgîn, Ne ez bi tenê tev bûn Cegerxwîn Cegerxwîn
Hemû meleyan ji bo mirîyên xelkê digrîn ji bo gelê kerr û kor in bi qurbane te bin.Seyda...
Ji sedî set rastê wîsayê 👌
Ruhete şadbi ciyetê bûhuşt bê seydâ.🎶🤍🕊️☀️💚❤️💛✌️
هەرهەمو کەس قوربانی او دەنگەت بی
جێت بەهەشت بی 😢
Koma Miletan
Welatê kurda tev xêr û bêr e,
Hemî maden e tev zîv û zêr e,
Lê çi bikim îro maye j’xelkê re.
Welatê kurdan hemî çîmen e,
Egîd û şêr û piling tê hene,
Hemî haval û pismamên me ne.
Pêş li dinyê du dewlet hebûn,
Yek jê Faris bû, ew em bi xwe bûn,
Tirk û tazî û ecem tune bûn.
Em ne tazî ne, ne tirk û rom in,
Xwedan pasan e, lesker û kom in.
îro wêran in bin destê bûm in.
Xelkê em kuştin avêtin çeman,
Begler û paşa di nav me ne man,
Koma miletan eman û eman.
Koma miletan ma qey tu ker î,
çavê te kor e tû l’ me nanerî,
Yaxûd dijmin î, tu j me nagerî.
Koma miletan hûn polperest in,
Der heqê me de hun qewî sist in,
Dijmin bi dostî em îro xistin.
Gunhê me çi ye bo çi dey nakî,
Pirsê ji halê me kurdan nakî,
Em kêm ketine tû me ranakî.
Ev ne huryet e, kotek û zor e,
Lê hun dizanin dinya bi dor e,
çerxek li jêr e çerxek li jor e.
Xewa me nayê, em qet ranazin,
Em ji we dikin hêvî û gazin,
Em jî heqê xwe her dem dixwazin.
Te em xapandin civata rengîn,
Ji destê te em giş bûne xemgîn,
Ne ez bi tenê tev bûn Cegerxwîn
Cegerxwîn
Hevalno şîroveyên xwe bi Kurdî binivîsin.
Ev kefrî ji kîjan kefrê ye eceba
kefrê gundekê midyadê ye: ku.m.wikipedia.org/wiki/Kefr%C3%AA
@ spas ez wir xweş nasdikim
Hazer salav ja bu ta xalo
Har bji❤
Hemi havaleme u pısmame mane
❤❤