Ebdulla Peşêw - Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe (Deng: Qasim Engîn)
HTML-код
- Опубликовано: 13 сен 2024
- Ebdulla Peşêw - Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe
Deng: Qasim Engîn
Vîdyo: R. X.
📣 Ji bo berdewamiya xebatên me ALÎKARÎ 📢: / helbestakurdi
www.helbestakurdi.com ©
2020, Cizîra Botan
ta ku çiraya me geş nebe,
hûnê tu car ronahiyê
bi çavên xwe nebînin.
ta ku em dîl û kole bin,
emê her mîrkut û nîran,
tok û zincîran li we kin!
hûnê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
ger em bimirin jî,
emê tenê dîlîtiya xwe
ji dest bidin, winda bikin.
ma çi ji dîlîtiyê taltir e?
ger em bên kuştin jî,
ma kî ji koleyê şehîd zaltir e?
hûnê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
piştî mirinê jî
em nahêlin hûn welatê
ji xwe re bikin mal,
em rê nadin
hûn goştê me bixwin
wek qirereşk û qertal!
qet nebe,
emê bibin kurmik,
bikevin nav dexlûdanê we,
emê bibin qûmik,
bikevin nav pariyên nanê we,
emê bibin mar û mişk,
bi we vedin li nav nivînê we,
emê bibin mîkrop û şêrpençe,
biherimînin xwîna we.
emê bibin kul,
her carekê li dereke
laşê we derkevin,
emê bibin jan,
ji sed aliyan ve
bi ser we de bên,
emê bibin zêrûyên hezarling,
gewriya we hişk bikin,
emê bibin pirzik
li ber lêvên we.
hûnê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
piştî mirinê jî
em nahêlin hûn welatê
ji xwe re bikin mal,
em rê nadin
hûn goştê me bixwin
wek qirereşk û qertal!
hûn şahiyê bikin,
emê li we bikin şînî.
hûn behiyan deynin,
emê we bi pêkenînê gêj bikin!
emê zimanê we hişk bikin,
çavan li we tarî bikin!
emê bibin mûyê nav nanê we
û gemar di nav ava we de!
ta ku çiraya me geş nebe,
hûnê tu car ronahiyê
bi çavên xwe nebînin.
ta ku em dîl û kole bin,
emê her mîrkut û nîran,
tok û zincîran li we kin!
*Xewa Min Nayê / r. 67-70
MEDYA CIVAKÎ:
Twitter: ➤ / asoyahelbesta
Facebook: ➤ / asoyahelbesta
Instagram:➤ / asoyahelbesta
Ji bo darîkirinê mala we ava.
Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :)
Dema we xweş
Giyanê wî şad be, xweziyên wî bigihin roniyê
Pir baş çêbû ye nivîsa li ser ekranê 😘😘😘
Mixabin axxx axx mixabin sed carî😔
Ez him dilxweşbum him dil xemgîn mala we ava zor spas
Pır xeş buye destu dıle we sağbi
🦅🔆✌🏻
❤❤
Sihet xweş
Giyanê wî şad bi ❤️🔥☀️💚🔥🔥🔥✌🏼✌🏼✌🏼🟥🟨🟩❤️🔥☀️💚✌🏼✌🏼✌🏼✌🏼
Mala amadekaran ava be, nivîsa li ser ekranê fikreke gelekî baş e biqesî hûn xizmeta wêjeya kurdî dikin pê re xizmeta zimanê kurdî him bi devkî him jî bi niviskî dikin. Her serkeftî bin.
Piiir sipàs kéké min. Spas màl àvà
Şehid Namirin
Şehîd namirin bîjî kurd û kurdistan
Fon çi ye?
Axx kurdistana min axxx welate min axxx niştimana min, ka niştiman? Ka welat? Ka kurdistan?
Silav li wê ez ji başure kurdistanê, bajare Ranya
Helbest ya qasim engîn nîne?
Na, ya Ebdulla Peşêw e. Qasim Engîn dixwîne
ruclips.net/video/DeiJUT_bqGQ/видео.html
Hevalên hêja ger hûn helbest xwendinê hezdikin dikarin li ser qanala min li min guhdar bikin...