Seydayê Tîrêj | Qulingo
HTML-код
- Опубликовано: 17 июл 2024
- Qulingê min çima îro
Bi qirin tê ji germiyana
Bi çeng û bask û perwazan
Berê te wa li zozana
Li te rê dûro, westawo
Ji heval hogiran mawo
Berê te her li berjor e
Diki gazî li pê wana
Bi vê qirîn û hawarê
Xem û derdêm te tev rakir
Birînên dil te axaftin
Bi wan êş û kul û jana
Gelo ma qey tu dilya ye
Ji germa Kerbela jaro?
Di vê cihê bav û bapîran
Welatê berf û barana
Welatê kanî û ava
Welatê wa çemû mava
Welatê çiçek û baxa
Welatê mêrg û çimana
Welatê fêris û mêra
Cihê comerd û camera
Welatê kaniya zêra
Cihê petrol û mircana
Welatê bilbil û bazan
Welatê şalûr û qazan
Welatê dilber û nazan
Welatê ebr û qeytana
Welatê kovi û şêran
Welatê xêr û hem bêran
Welatê gol û avgêran
Cihê Medya û Mitana
Weyaxud tu evîndar î
Dixwazî dîtina yarê
Digel hev ku bikin seyran
Di nîv bax û gulistana
Li te mizgîn qulingê min
Qonaxa te ne pir dûr e
Bi yek firê tu dighê cem
Di nava erd û ezmana
Ne wek rengê min diljar i
Ji gişt û ditina yara
Me çeng û bask û per nîne
Ku wek te bighêjim wana
Ji Yezdan ez dikim hêvi
Tu bighê meqsed û waran
Bi dilşahî li hev rûnin
Li ser darên di kizwana
Bi xwedê ki qulingê min
Tu raweste hela carek
Ji te r' bêjim du sê peyvan
Delalê ber dil û cana
Berê te ger li Amed bi
Tu xweş deyni qulingê min
Li kêla Şêx Seide kurd
Bidi ber deng û fixana
Biki qirin li ser gore
Ku kuştî pêk ve bên dorê
Silavê min li hemyan ke
Heval û hogirê wana
Silavê min biki disa
Li kurdêd Ameda rengin
Li wa girtiyên di riya millet
Di çal û heps û zindana
Eger tu diçî Mehabadê
Li nîv gorê şehidan deyn
Bibêje Qadi û Seyfi
Hezar rehmet li ser wana
Berê te ger li Serhed bi
Weyaxûd Dêrsim û Sason
Li zozanê Şerefdine
Li Agridax û Sipana
Silavê min li kurdan ke
Çi xort û qîz û mêr û jin
Li xakî kurd û Kurdistan
Li birc û xan û eywana
Bibêje ku gelek Tirej
Ji bo we tim pesindar e
Belê ma çi biki ew gêj e
Ji ber van çerx û dewrana
Ez Kurdeki Elewime ez qurbana Kürdan û zımané Kurdanbîm ez hemmu KÜRDAN hemez dıkîm Mereş'e da sîlav û rêz Kurd'én eziz ra 🙏✌️😪😪😪
Welateme Kurdistane, Gundeme Mereşe ☀️✌️🙏🏻
Her hebî birao
Tu hebe❤
Tene tı kürdbi bese tı elewi bi tı bıraye kürdani u tı ji kürdistani
beğeninde geleyim tekrar buraya seydayı dinliyim
Gelî kurdno, gelî guhdarvanên bi qîmet. Ji bilî stranên kurdî strana guhdarî nekin. Ji xeynî kurdî nepeyivin, ji xeynî Kurdî tiştekî nefikirin. Çand û dîroka meya hezar salî bêxwedî nehêlin. Ji bîr nekin ji xeynî me tu kesî me tûne ye.
Bi hêvîya rojen xweş û geş ✌️
''''Eger tu diçî Mehabadê
Li nîv gorê şehidan deyn
Bibêje Qadi û Seyfi
Hezar rehmet li ser wana'''''
Sed hezar rehmet❤
Eyyy Seydayê MEZiN û Mirovê bi Rûmet,
Ez bejna xwe liber te di tewînim û cîyê te Buhişta Xweda be. 🙏🙏🙏
Ger tirk ji zimanê me fêm bikirana teqez nedikarîn ber van hestan bisekinin... Ax ax kurdistan, evîna welat pir dijware ku ev di bin dagirkeriyê de be...
Te agirê dilê min xiste nav gotinan ☀️
Ey welat gazînîya te ji min nebe
Tu dizane bi sev u rojan ez xemxwarê te me❤
Ez evîndarekî kurdistan im.
Ger hemû kes aşiqe malê dinê çaven reş in
Ez evîndare çîya û deşt û zinarên te me... ♥️☀️💚
Rehma yezdanê dilovan li ser te be ey tîrejjê dilşad tu yê heyyy bikî fîxan...
Her bijî Mamoste Heja 👏🌾🌹☀️
Rehma xudey libey tirej
her ku ez bêzar dibim ez têm û guhdarî dikim ger hûn vê şîroveyê bibînin ji bîr nekin ku wê ecibandin
Gelek sipas mamoste 😔 😔 😔 😔 ist
Wek tîrej dibeje jîn dibê bi kotek û zore
Her biji 👌🦋
Eser o şop lidutema sayda tuher demkelbe mede y bıdua gedibirtin o bıxebat çawete lıdute namine. Dinava treje nura Rebe aleme debi Amin
Jî bo KÜRDISTAN À KÀDÎM màl àvà màmostà yé délàl spàs
Silav ji bajarê Wanê ✌️
0:31 ❤
الله يرحمه يا رب يا الله كان شاعرا عظيما
Kurdistan e kurdistan
Refê xurtê te rabûn ji çîya u deştan...
mûzîk yekcar nexweş e
الله يرحمك يارب ويجعل مثواها الجنة 🌸
❤❤❤
Xwezî vê muzîkê wê neavêtiba ser
Çima?
@@JorMirov li me negre lê nexweş e û nayê daqurtan û bi dengê seyda re jî ne guncaw e
ruclips.net/video/PxCqHVnIoqo/видео.html be muzike
@@rwananz3246 spas ezbenî
Nizamın ev çı fitiniya weya law😂
Kurdistan🇹🇯 #Kurdistan_flag_emoji #kurdistan
YA RABBİM TÜ ZÜLMA LI ME BIŞKİNI İNŞALLAH. AMİN......MEJİ AZAD BIKI LI XĒRĒ..AMİN...
الله يرحمه ويسكنه فسيح جناته
Gelekî xweş e
altyazı çok büyük emek sağ olasın
Arka fon müziği biraz daha kısık olsaydı ne olurdu 🤦
Bıji kurdu Kürdistan 🦅✌️
☀️✌️🙏🏻
Ez dé kuderé peyda kem vé helbesté bé fon muzik?
Mükemmel ama müzik sesi çok yüksek
😪😞😓😓
Denig li diyê be
Bibore tu dikarî bi video ji min re bişini
Min fam nekir
@@JorMirov ev helbest a Seydayê tîrêj ya qolingo dixwazim ji min re bişini
@@JorMirov an Instagram a te hebe ji mire rêki
Telegram, Twitter, Facebook bi kar tînî?
@@JorMirov Nasrin2346 eva rupela min ya têlgiramê ye
ولاتئ قتل و كوشتنئ
Belê
Müziksiz olan kayıt varmı
ruclips.net/video/PxCqHVnIoqo/видео.html bu müziksiz
Ey welatê canbigorî
Gazina te jî min nebî
Tu dizanî bi şev u rojan
Ez xemxwarê te me
Xêz û nexşe xameya min
Navê te ya şêrîn u xweş
Her wekî bilbil dinalim
Ez pesînadarê te me....
🌄💛❤️💚
Muzîk neba xweştirbu
Müzik saçma olmuş
Fon müziği gereksiz ve itici olmuş
❤❤❤