Helbesta Yekemin ‘Xabûr’ Ey Xabûr, Xabûr, ey Xabûr, Xabûr Wek daxwaza min, pir dirêj û kûr Keferata te, xum,xum, û lew, lew Nayên bîra te, ne razan, ne xew Herdem dinalî, bi qîrîn, gazî Lê kes nizanî, ka çi dixwazî ? Armanca te ye, xurtî, pêşveçûn Cihê te tenge, divê firehbûn Pêlan didî xwe, qîr û firyadî Te ji wekî min divê azadî Sînga vê erdê te çirand bi zor Nizanim çira tu naçî berjor ? Ev çende xurti, bê daxwaz û vîn Dikevf sînga Derya bê evîn Xwezka min bi te, bê derd û bê kul Dijî bi şadî, bê mejî û dil Tuji wekf min, ger bibûna Kurd Ev xurtîya te dibû kul û derd Cegerxwîn
Helbesta Sêyemin ‘Jîn û Hebûn’ Ez xumxuma ava çema, Ez çerx û govend û sema, Tîn im di nêv kat û lema, Jîn im, hebûn im, tevger im. Bayê siba tê xweş ez im, Berfa sibatê xweş ez im, Xurtî di latê xweş ez im, Hişk û ziwa bin, ez ter im Giranbiha me zêr û dûr Ez dê û bav û xuşk û kûr Ez tim hebûn im xurt û gurr Yaqût û la’l û gewher im Pêşve diçim kar û xebat, Di nav çiyan de hîm û lat, Pêlan didim Zab û Ferat, Çelq û xumîn û gur-gur im. Pir xurt û hêz im ez hebûn, Ez pêşveçûn û serxwebûn, Herdem di nav damar û xûn, Ez her heme, qet namir im. Bihişt ez im, agir ez im, Bakir ez im, rakir ez im, Xemgîn kir û şa kir ez im, Herdem didim, ez na kirim. Jîn im, bihar im har û dîn, Candar bi min herdem bi tîn, Min dane wan ev hilm û bîn, Dinêv hebûnê cîgir im. Ev ax û ba û av im ez, Ev pêtî û alav im ez, Xweş ronî û pertav im ez, Xurtî di zendên karker im. Herdem heme, peyda me ez, Tava riwê xeyda me ez, Cama bi dest Seyda me ez, Ez ol û vîn û bawer im. Jîna Cegerxwîn im ji dil, Ez xurtî û tîn im di dil, Ez hêz û xurtî me di mil, Karim vî laşî ragirim. Cegerxwîn
Abone û şopînerên hêja ji kerema xwe re lînka bernameyê di rewşa (Durum) xwe ya whatsapê de parve bikin. Ji bo agahdariya bernameyên nû jî dengê zîla xwe (bildirim zili) vekin.
Helbesta Yekemin ‘Xabûr’
Ey Xabûr, Xabûr, ey Xabûr, Xabûr
Wek daxwaza min, pir dirêj û kûr
Keferata te, xum,xum, û lew, lew
Nayên bîra te, ne razan, ne xew
Herdem dinalî, bi qîrîn, gazî
Lê kes nizanî, ka çi dixwazî ?
Armanca te ye, xurtî, pêşveçûn
Cihê te tenge, divê firehbûn
Pêlan didî xwe, qîr û firyadî
Te ji wekî min divê azadî
Sînga vê erdê te çirand bi zor
Nizanim çira tu naçî berjor ?
Ev çende xurti, bê daxwaz û vîn
Dikevf sînga Derya bê evîn
Xwezka min bi te, bê derd û bê kul
Dijî bi şadî, bê mejî û dil
Tuji wekf min, ger bibûna Kurd
Ev xurtîya te dibû kul û derd
Cegerxwîn
Helbesta Sêyemin ‘Jîn û Hebûn’
Ez xumxuma ava çema,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.
Bayê siba tê xweş ez im,
Berfa sibatê xweş ez im,
Xurtî di latê xweş ez im,
Hişk û ziwa bin, ez ter im
Giranbiha me zêr û dûr
Ez dê û bav û xuşk û kûr
Ez tim hebûn im xurt û gurr
Yaqût û la’l û gewher im
Pêşve diçim kar û xebat,
Di nav çiyan de hîm û lat,
Pêlan didim Zab û Ferat,
Çelq û xumîn û gur-gur im.
Pir xurt û hêz im ez hebûn,
Ez pêşveçûn û serxwebûn,
Herdem di nav damar û xûn,
Ez her heme, qet namir im.
Bihişt ez im, agir ez im,
Bakir ez im, rakir ez im,
Xemgîn kir û şa kir ez im,
Herdem didim, ez na kirim.
Jîn im, bihar im har û dîn,
Candar bi min herdem bi tîn,
Min dane wan ev hilm û bîn,
Dinêv hebûnê cîgir im.
Ev ax û ba û av im ez,
Ev pêtî û alav im ez,
Xweş ronî û pertav im ez,
Xurtî di zendên karker im.
Herdem heme, peyda me ez,
Tava riwê xeyda me ez,
Cama bi dest Seyda me ez,
Ez ol û vîn û bawer im.
Jîna Cegerxwîn im ji dil,
Ez xurtî û tîn im di dil,
Ez hêz û xurtî me di mil,
Karim vî laşî ragirim.
Cegerxwîn
Ziman saxbe heyran
__________________
Eline diline sağlık.
❤
CIGERXWÎN rehma xwedê lêbe cihê wi bihişt be
Seydaye Cegerxwin Rehma Xwede Lebe Cihe vi Bıhıştbe ❤️
Xwezi bi kurmanciba!
Çok güzel bir giriş:)
O kadar güzel tamamlıyorsunuz ki eksik yanlarımızı.
Ellerinize yüreğinize sağlık var olun 🙏🏿
Bi kurdi bivîsinê
Serkeftin be Kurdino..
Hocam fırsat buldukça programı kaçırmamaya çalışıyorum emeğinize sağlık sesinizden şiir dinlemek güzel teşekkür
Abone û şopînerên hêja ji kerema xwe re lînka bernameyê di rewşa (Durum) xwe ya whatsapê de parve bikin. Ji bo agahdariya bernameyên nû jî dengê zîla xwe (bildirim zili) vekin.
❤🎉❤🎉❤🎉❤🎉❤🎉❤🎉
✌️✌️✌️
Video ortasında çalan müzik kime ait efendim?
Şiiri okuduğu kitap ismini söyler misiniz alalım okuyalım
Biji