Pîra Min Zîlan - helbest - Yildiz Şîmşîr - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)
HTML-код
- Опубликовано: 30 мар 2024
- #helbest
Pîra Min ZÎLAN
dîsa tîr tên canê min
êşeke giran e,
mirov nikare xwe lê ragire
ji dil û hinavên min heta sînga min.
Ev ne cara ewil e,
ev ne cara pêşî ye,
di nava xwe de
vî tovî diberidînim,
di rakirina vê debrê de,
bi êş û azaran nexweş dikevim,
erê ne ev ûr û girêka pêşî ya mirov e,
lê...
ez nizanim bê ka çima lê ev carê ne wek her carê ye,
dema tov cara pêşî ket nava erdê,
piştî ew kêliya bêdengî û umîdwariyê,
ew kêliya hêminî û bendewariyê jî ne weha bû,
ez nizanim bê ka çima
lê vê carê mîna ba û bagerên herî xeternak
di nava dil û hinavê min de rabûn,
neh meh û neh rojên rakirina debrê,
ba û bagerên har,
kêliyên her tişt serûbin kirin,
ew her kêliyên dijwar,
kirin ku ez li ser piyan bimînim û bijîm,
Ma ne min got, vê carê ne weke her carê bû,
ew mirova di nava min de mezin bû,
li dorbera min, li kêleka min û jê wêdetir
li her derê pêjna wê xuya bû,
Dema ez meşiyam, peyivîm û min nêrî,
Her kesî jî li min nêrî,
Û her kes hat ba min,
bi girnijîna min girvebûn,
çavên wan li devê min,
bi hesreta du gotinên ji nava lêvên derkevin ma,
Ez nizanim bê ka çima
lê min ew tovê mirov ê di nava xwe de,
her tim his kir
îna bike hem jî her nefesa wê
û her kêliyê pê rabûm, pê mam û hebûm,
Niha dîsa tîr diavêjin dil û hinavên min,
Ne mîna berê ye,
mîna ew kêliya di navbera man û nemanê de ye,
ew kêliya pirr zor û zehmet,
ew kêliya êş û tîrên wê pirr giran û xeternak,
û ew kêliya herî xweşik û balkêş,
Pirr zor û zehmet e, mirov xwe li vê êşê ragire,
Nabe ku mirov bawer bike tu yê bijî û bimînî,
Lê tu tê yî,
Min nefesa xwe girt,
min yeqîn kir şerê te yê li hundir qediyaye,
lewma min xwe amade kir ku êdî biqîrim,
lê ez bi vê hêsaniyê xapiyam,
lê min ha wê kêliyê fêhm kir,
beriya min tu qîriyayî,
ew deng !
ha min hingê fêhm kir
ez ji te bûme,
hingê min fêhm kir
heta wê demê tu di nava min de mayî
û te kiriye ku bi awayekî din bêm dinyayê,
te navê xwe li min kir ZÎLAN
te bi awirên xwe,
bi gotinên xwe yên seqakirî,
jîna kurmî belav kir
te ji nû ve ava kir,
te bi destên xwe ava kir,
bi narînî û nazenînî,
li dijî rika salan,
bi têkoşîn û xweragirî,
xwe di ber hemû gunehê me de
xwe kir pîr
tu yî pîra pîran,
tu yî pîra min ZÎLAN.
2000 Balakatî - Tebax
❤❤❤❤ şehid nemeren
Dest xweş heval rêşad sorgul🌷🌷
Qehreman namirin
⚘🕊⚘
🖤🖤🖤🖤🖤🖤🇬🇫🇬🇫🇬🇫
❤❤❤❤❤❤❤
❤❤❤❤❤
❤❤❤❤❤❤❤❤❤
❤❤❤😢
Tu her bijii can ❤
❤
💛💛❤❤💚💚
❤❤❤
🏔️🏔️😍✌🏻