Bi Narê Firqetê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 28 авг 2024
  • Bi narê firqetê sohtim ji ferqê ser heta pê da
    Xedenga xefletê nuhtim ji berqa lamî'a tê da
    Xedenga firqetê re'd e dilê ew xefletê lê dit
    Dibêjim wer cebel bit ew bi ker bit wê di gave da
    Heçî firqet nedî hicran nebê min dax û key lê ne
    Ji bil derbê di hîcranê firaqa rûh û can kê da
    Ji her bê dax û bê derdî mepirsin mihneta 'işqê
    Çi zanin bê xeber jana dilê dax û keser tê da
    Kesê mihnet dî û firqet vexwarî cer'eya hicrê
    Giryê wan tê bi halê min di vê hicran û zecrê da
    Bi dama muhbetê bend im xedenga firqetê dil nuht
    Bi şubhê murxê nîm besmel di hev wertêm di xwînê da
    Birûska batinî da dil di pêtê sîne wê werbû
    Ku dê bêtin tebêta dil di nav wê nar û pêtê da
    Ji ulfê şubhetê zulfê medam lew bêqerar im ez
    Ku canê min 'ezîz îro çû û dil wê di ulfê da
    Ji mehbûb dûr kirim çerxê felek wê pir hilavêtim
    Nizanim dê li ku dit min di vê dewran û çerxê da
    Hebîbê bêxeta kuştim bi derba firqetê axir
    Ji wê rojê dizanî min ku yar ew tîr li cergê da
    Gelo dîsa bibînim ez çiraya wesletê hil bit
    Bisojim şubhê perwanê di ber wê nûr û şewqê da
    Bi derba kewkeba subhê li meşriq Zuhre tali' bit
    Zuhel dûr bit bi şeş bûrcan û wînda bit di xerbê da
    Ji qundus Zuhre peyda bit ji hîndis Muşterî bêt der
    Sipêdê dît Sureyyayê şefeq dît qametê pê da
    Ji şewqî ebrûwan bînmêt hîlal dîsa di qewseynan
    Ji xawer bête xwirşîdê zelam werbit di nûrê da
    Bi werdan zeyyinîn gulşen çimen da lale bişkiftîn
    Binefş û çîçekan vêk ra şefeq da yek di rewdê da
    Sehergeh 'endelîb mest în ji bihna werd û bişkujan
    Şubhê tûtak û goyînan dinalin em di firqê da
    Li kelbê asitanê xwe nepirsî qet hebîb carek
    Gelo nayêne bîrê em di vê nêçîr û ravê da
    Dizanim şehsiwarê min xezalek wê di fitrakê
    Bi cayê seydê ez bûma di wê fitrak û bendê da
    Çi heddê sed hezar can bin di fitraka hebîbê min
    Ku sed Cimşîd û Keyxusro xulam în ser devê rê da
    Di deh salan mulazim mam we yarê rû neda carek
    We ger ne yar eger rû dit heye carek di salê da
    Dilo mizgîn e min şa be ku sultanê me dê bêtin
    Ji min bawer ke peyxamê seher mizgîn bi min pê da
    Şukur bînahiya min hat û Ye'qûb dîde rewşen bû
    Bi bûya Yûsifê Misrî Li Ken'anê beser peyda
    Nesîmê sinbil û sêvan seher da hebs û zîndanê
    Vebû qufla me bê mifte zirîngînî ji quflê da
    Firaqê şev bi axir çû sipêde kifşi bû dîsa
    Merîxa nehsê ava bû xwiya bû roj di şerqê da
    Di çerxê wek nucûm dêmdur sema hatin qirana yek
    Heyîva bedrê bû ew surperî min dî di reqsê da
    Ji Wadiyê Eymenê dilber nîzam enguştek îzhar kir
    Ku xweş enwar û berq în ew Tecella bûn di Tûre da
    Qirana Zuhreyê min dî di ber 'iqda Sureyyayê
    Ji perwînan dibêjim 'eks e hêj keftî di camê da
    Hebîbê 'ezmê suhbet kir di caman lew şerab anî
    Dilê min dî du seyyadan ji buryan ra berî wê da
    Bi tolên asitanî ra vexwendim mîr bi dergahê
    Bi vî çavî hebîb dîtim şukur ev şefqe Mewlê da
    Ji şeklê ebrûyên saqî hilatîn sed hilal îro
    We bedrek min muqabil dî îşaret min ji 'eksê da
    Bi zehrê xwey şerîf xwendim ku xidmetkarê dêrîn î
    Te pir cewr û cefa dîne di sulûk û se'y û cehdê da
    Biçîn werdan ji gulzaran ku exyaran bi dest xar în
    Ji mexsûsanê dergahê du cam în ew di hecrê da
    Bi teşrîfa xwe ez xwendim ji lutfê bende nîşan kir
    Xelat û şefqe û dildan şukurxwaz în ku baxwoy da
    Mi hadir secdeya şukrê li wê 'erda muqeddes bir
    Bi mujganên xwe dur suftin enî malî li 'erdê da
    Heya bînahiya çehvan put û 'Uzza û Latê min
    Tu yî pêşber sucûda min sehergahan di xelwê da
    Li bal 'ilmê te me'lûm e ji jînê min tu meqsûd î
    Fidayê can me dê can bit di qesta wesl û dînê da
    Bi husna xwe îlahî kî bi sehm û heybeta dînê
    Nucûm û kewkebê lami' ji bala tên bi bejnê da
    Bi xalên werd û nesrînan ji qudret xet kişandî lê
    Bi terha nêrgiza 'êlî sehergahan nesîm lê da
    Ku tolê asitanê dûr nekî êdî ji dergahî
    Ji baxwoy vê rucû nakin di babê lutf û rehmê da
    Tu barê firqetê zanî dikarim ez tehemmul kim
    Diyarê “Kohê Qendîl” im meger fîl im di 'işqê da
    Zehê derdê mezin firqet ceger sot ateşî da dil
    Cihê sabrê nema çendan ferec min dî di sebrê da
    Mela bê qameta yekta qiyamet min bi çehvan dî
    Firaqê rûsiya bin te ji min canê şîrîn cê da

Комментарии • 47

  • @aysegonul9878
    @aysegonul9878 Год назад +2

    Mi Hadir Secdeya Şukrê
    Li Wê ’Erda Muqeddes Bir
    Bi Mujganên Xwe Dur Suftin
    Enî Malî Li ’Erdê Da
    Heya Bînahiya Çehvan
    But Û ’Uzza Û Latê Min
    Tu Yî Pêşber Sucûda Min
    Sehergahan Di Xelwê Da...🤲🕊️

  • @baharbahari6990
    @baharbahari6990 3 года назад +4

    سوپاس بۆ ماموستای هێژا! 🍀🌼🌻🌷

  • @ayetullahdemir5854
    @ayetullahdemir5854 4 года назад +2

    Nivîs jî hebûya wê baştirîn buya

  • @yahyayahya9103
    @yahyayahya9103 3 года назад +2

    ALLAH Jİ TE RAZİYE. SLAWU RÉZ MAMOSTE. .

  • @mstsnrmezrabotan7599
    @mstsnrmezrabotan7599 3 года назад +2

    Sözler ok gibi yaydan direk hedefi vurdu.. seslendirenin sesine de maşallah..gellek spos

  • @sarwarkittani9030
    @sarwarkittani9030 3 года назад +1

    Av weneye melaye ciziri je keteba babemin diwanan melaye ciziri hate capkirin le bexda

  • @user-hv3zj8rz9f
    @user-hv3zj8rz9f Год назад

    يسلم ايدك 😢 علي شاعر يفتح قلب ❤ مهجور من جسد كردي بعض سمعت هذة كليمات رجع روح الي جسد مهجور

  • @cutestanimals2198
    @cutestanimals2198 4 года назад +2

    her bji bray aziz n.zivingi bray kurdperwer

  • @ayhanserhatl7622
    @ayhanserhatl7622 6 лет назад +5

    سلاڤ مامۆستا 👏👏👏👏👏👏🌹

  • @rdvansabri8888
    @rdvansabri8888 4 года назад +3

    Awaze mamosta hasta ruhen mirov şindeke

  • @fatmamercan5687
    @fatmamercan5687 Год назад

    Maşallah çok güzel babam bunu kaside şeklinde söylerdi her dinlediğimde tekrar tekrar dinliyesim geliyor

  • @alihariri9770
    @alihariri9770 4 года назад +3

    Desté te saxbe Bra'é delal. Bir şiir ancak bu kadar güzel okunur diline yüreğine sağlık. Selamin mılyaketan, Bé heddu bé hisabın. Şübheté avén şetan,JI melâ mimu hé bın.Hılakın jı zehmetan,Derman jı lamu bébın . MELÂÉ CIZİRİ. Mamosté héja Rehmeta XWEDÉ lısertebe Seydaé héja.

    • @nejdetdemirji4664
      @nejdetdemirji4664 3 года назад +1

      Ciyete cenetbe tu nava nurudabi seydayi bê kimetu u rumet

    • @alihariri9770
      @alihariri9770 3 года назад

      @@nejdetdemirji4664 AMİN İNŞALLAH 🙏

  • @hawresalim1757
    @hawresalim1757 5 лет назад +2

    dast xush mamosta

  • @romaneh67
    @romaneh67 9 месяцев назад +1

    ❤❤❤❤❤❤❤❤❤

  • @evdokhalti
    @evdokhalti 11 месяцев назад

    Brêz xwedayê helbestê hejandiye, ev çawa dil e çawa ristina hestan e

  • @rdvansabri8888
    @rdvansabri8888 4 года назад +3

    Awaze pır xeşa mamosta saat te xeşa her hebe

  • @tayebmustafa8606
    @tayebmustafa8606 4 года назад +2

    Dest xuś mamusta.

  • @user-sy3ox7eb8g
    @user-sy3ox7eb8g 4 года назад +3

    ✋شاعر نمر

  • @jiro8373
    @jiro8373 Год назад

    Dile min disa lé da♥️

  • @sarwarkittani9030
    @sarwarkittani9030 3 года назад +1

    Muzikek de gel hozane pie xweshe dest xwesh mamoste

  • @user-hv3zj8rz9f
    @user-hv3zj8rz9f Год назад

    ❤❤❤❤❤❤

  • @LILYAANDAMIR
    @LILYAANDAMIR Год назад

    ❤❤❤❤

  • @sherwanmohammed4017
    @sherwanmohammed4017 6 лет назад +6

    Mamoste Necat , xwzka te Qenatekê li ser App'e "soundcloud" çê bikê .
    Ji bo em karbin li te guhdar bikin .

  • @kentswitchpaketi7944
    @kentswitchpaketi7944 2 года назад

    Firaqê Rûsiya Bin Te
    Ji Min Canê Şîrîn Cê Da

  • @KubarHewar5912
    @KubarHewar5912 2 года назад

    Deng li diyayê be

  • @Kayzersozee477
    @Kayzersozee477 2 года назад +1

    Anlamıyorum ama çok güzel gönlüm öyle hoş oluyor

    • @spoiler9622
      @spoiler9622 2 года назад

      Ben anlıyorum senden daha hoş oluyorum

  • @dersimelika4728
    @dersimelika4728 4 года назад +2

    ♥️♥️♥️

  • @m.xlestsplay2435
    @m.xlestsplay2435 2 года назад

    Memoste. Fitrak, çiye? Bêzehmet dikari jim re binvisî. Spas

  • @vedattoplak6785
    @vedattoplak6785 6 лет назад +2

    Zelam verbin edebiyateda necat tıdevam bike navsebreda

  • @havalissmet8195
    @havalissmet8195 3 года назад +1

    ❤️❤️❤️❤️❤️

  • @xodedahussein
    @xodedahussein 5 лет назад +2

    ✌✌✌✌

  • @bedirhanevrenk
    @bedirhanevrenk 2 года назад

    Metin de paylassaniz istifadeye medar olur tesekkurler

  • @ayseyarbay1842
    @ayseyarbay1842 5 лет назад +5

    Bunun Türkçesini bilen varda yazasın lütfen

    • @ramazanbeyaztoprak4352
      @ramazanbeyaztoprak4352 5 лет назад +1

      Ayrılığın ateşiyle yandım baştan aşağı...
      (şimdi işim var sonra yazarım) :))

    • @Karanlikmuzik
      @Karanlikmuzik 4 года назад +3

      Türkçeye çevrilmesi imkansız, türkçeye çok ağır gelir
      Anlamak istersen mecbûr kürtçeyi öğrenmek lazım

    • @faysalocal8421
      @faysalocal8421 3 года назад +2

      Divanâ melayê cizîrî bu kitabı elde edersiniz faydalanırsınız...
      Hem Türkçe hem de Kürtçe

  • @ilknurdoganer8834
    @ilknurdoganer8834 3 года назад +3

    Keşke türkçesinin de yazıp daha büyük kitlelere ulaşılsa ...

  • @musademir9791
    @musademir9791 Год назад

    De weri dojê jiminre biki bihişt ji hewîngeha dilê xweda

  • @aryenfuat8866
    @aryenfuat8866 3 года назад +2

    ❤️❤️

  • @kentswitchpaketi7944
    @kentswitchpaketi7944 2 года назад

    Firaqê Rûsiya Bin Te Ji Min Canê Şîrîn Cê Da