Dil ji min bir - Melayê Cizîrî & N.Zivingî

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 13 сен 2024
  • Helbesta Melayê Cizîrî
    bi dengê Necat Zivingî

Комментарии • 14

  • @mizginturan345
    @mizginturan345 Месяц назад

    Dîl jîmîn bîr dîl jîmîn sheet xeş ❤❤❤❤❤❤❤ dilovanen delal❤

  • @mehmetvejin6615
    @mehmetvejin6615 6 лет назад +8

    Şox û Şengê Zuhrerengê
    Şox û şengê zuhrerengê
    Dil ji min bir dil ji min
    Awirên heybet pilingê
    Dil ji min bir dil ji min
    Wê şepalê miskê xalê
    Dêmdûrê gerden şemalê
    Cebheta biskan sema lê
    Dil ji min bir dil ji min
    Zulf û xalan nûn û dalan
    Wan ji min dil bir bi talan
    Goşeyê qewsê hilalan
    Dil ji min bir dil ji min
    Dên nedîrê bo 'ebîrê
    Xemrî û gîs û herîrê
    Sîne kir amancê tîrê
    Dil ji min bir dil ji min
    Surşirînê nazenînê
    Kuştim û nakit yeqînê
    Wê bi çengala evînê
    Dil ji min bir dil ji min
    Fetl û taban da xuraban
    Ebleq û cohtê şebaban
    Dame ber pence û kulaban
    Dil ji min bir dil ji min
    Xweşxeramê ez xulamê
    Nazikê şîrînkelamê
    Tûtiya eywanmeqamê
    Dil ji min bir dil ji min
    Mahirûyê miskiboyê
    Surpilingê şêrixûyê
    Wê bi zulfa şubhê goyê
    Dil ji min bir dil ji min
    Herdu weşman naz û xeşman
    Kê ji ber wan 'eql û hiş man
    Sa'eta min dî bi çeşman
    Dil ji min bir dil ji min
    Mahitabê afitabê
    Dêm ji roj û şeb niqabê
    Xweş bi çengal û kulabê
    Dil ji min bir dil ji min
    Serwinazê serferazê
    Şubhê zêr remza mecazê
    Dame ber çakûç û gazê
    Dil ji min bir dil ji min
    Bejn û bala tûx û 'ala
    Min kirin vêk ra mutala
    Çîçeka terhîn-i wala
    Dil ji min bir dil ji min
    Mîrê xazî şîrê tazî
    Vêk-i ran min dî bi bazî
    Kir li me j' xeflet ve gazî
    Dil ji min bir dil ji min
    Şîr û xişt in zulf û qişt in
    Hin veşarin hin vehiştin
    Pehlewanan dest vemiştin
    Dil ji min bir dil ji min
    Rohniya çehvên Melayî
    Ew tecellaya te dayî
    Ya ji Ehmed dil revayî
    Dil ji min bir dil ji min
    Melayê Cizîrî

  • @Eysegonul9878
    @Eysegonul9878 Год назад +2

    Awaza dengewê dilewê kedawê saxbi sihhet xweş. 🎶🌱🌾🐦💙🤲🙏

  • @tahseenmuhsin9479
    @tahseenmuhsin9479 8 месяцев назад

    Giyan şad bi melê

  • @zagrosbrkeat7092
    @zagrosbrkeat7092 8 лет назад +3

    ayhhh dest xweş. av ya eak min bu men je ber ker

  • @romaneh67
    @romaneh67 10 месяцев назад

    ❤❤❤❤her bijin ser keftin. ji bo te❤❤❤❤❤

  • @azadmuhamed8329
    @azadmuhamed8329 7 лет назад +1

    Her bijîn Ser keftin ji bo van hestên delal

  • @sizargiravi6476
    @sizargiravi6476 6 лет назад

    mašallah ji bu dengê tê her sax u serkafti bi

  • @ademyesilgul1675
    @ademyesilgul1675 3 года назад

    Helal olsun

  • @bahaddinveysioglu2464
    @bahaddinveysioglu2464 Год назад

    🙏🙏🙏

  • @bahaddinveysioglu2464
    @bahaddinveysioglu2464 Год назад

    🙏🙏

  • @dtkm4067
    @dtkm4067 3 года назад

    Tû sağ be Necat beg. Dema dawî ya go bi santur te gotin kî dibeje ?

  • @ebudavud9357
    @ebudavud9357 2 года назад

    Xapandın
    İnsan xapandın
    İnsan Bı çı xapiya
    İnsan Bı derewa xapiya
    Mırın heye mırın
    Gorıstan heye mırın heye
    Gorıstan cihe azabe
    Gorıstan cihe sar u serma ye
    Gorıstan heye Gorıstan
    Mırın heye mırın
    Xapandın insan xapandın
    Bı çı xapandın
    Bı xewnu xeyala xapandın
    Hışar Bı insan hışar Bı
    Gorıstan heye Gorıstan