Dilberê Serdarê Xûban - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
HTML-код
- Опубликовано: 11 окт 2024
- Dilberê serdarê xûban
Ez nizam ageh heye
'Arif e bi halê qulûban
'Alim e bi halê me ye
'Alim e bi daxê fuadan
Gezmeyên wan nûn û sadan
Çûne dil hetta biradan
Yengiyê reşgoşe ye
Gezmeyên wan sad û nûnan
Awirên eswed 'uyûnan
Radikîn ew qetl û xwînan
Min diye û dil şehde ye
Lazim e-l sultan û mîran
Pirskirin li halê esîran
Em kirin amancê tîran
Suxteyên dermande ye
Hêj nizanim mîr di bîr in
Zanit em sî sal esîr in
Çehvenêr pirsek emîr in
Lew bi rehm û şefqe ye
Pir dibêm şefqe li bal e
'Arif e û sahib kemal e
Carînan bîne xiyal e
Pirs bikit çi lê heye
Şefqe kit carcar nihînî
Toleyê astan vexwînî
Da vekim daxan bibînî
Nar û pêt û şu’le ye
Da bizanit pêt û nar im
Kuştiyê cohtê xumar im
Muhbetê sohtim biwarim
Lazim ew zanit we ye
'Alim e bi derd û birînê
Ma dema dîdar û dînê
Xef dibit remza evînê
Vê bizan bêşubhe ye
Herdema dilber diyar bit
Can û dil têk tar û mar bit
Dê çi reng muhbet sitar bit
Xefkirîn bêfeyde ye
Herdema mehbûb zuhûr bit
Zêde mezher bêqusûr bit
Dê tecellayek li Tûr bit
Berqê lami’ cezbe ye
Cezbeyê dil ji wucûd bir
Xef ji ber ceynê hesûd bir
Min di mihrabê sucûd bir
Lê hecer nîşane ye
Secdeya ber nûn û dalan
Min tewafa zulf û xalan
Ev bes e-j sahib cemalan
Da biçin lê cumre ye
Ê yekê sadiq hebînî
Bêhîcab ger ew bibînî
Ma li hişyarî diminî
Serxweşê bêbade ye
'Işq e tuxraya nihînî
Herdema mehbûb dibînî
Dê bi dil lazim bixwînî
Ev çi ism û nusxe ye
Lamî’a wê husn û nûrê
Gerçi tê dil şubhê Torê
Batina nayê zuhûrê
Lê hicab û perde ye
'Arif in me'naşunas in
Lê bi sed sûret libas in
Xeyrê mehbûb wan nenas in
Xef ji wan zanî me ye
Ê li min yengî kişandî
Sed xedeng vê ra reşandî
Dil ji derbê herişandî
Ez kirî extirme ye
Lazim ew zanit bi halî
Dilber û yarê muwalî
Gezmeyên qewsên hilalî
Derb li nîva sîne ye
Hêj dibêm mehbûb nizanî
Min ew e rûh û kiyanî
Pirs nekir bîra xwe nanî
Ev çira perkende ye
Pirs nekir şahê cehanî
Yûsifê dewr û zemanî
Ev çi xak e li asitanî
Bel esîrek ji ên me ye
...
Xwedê zane Necat Zivingî kare ki pîroz dike 🙏👏❤️
Dinlerken beni bambaşka bir aleme götürdü. hislerimi tarif etmem için ya Melayé Cızîrî yada Feqyé Teyran olmam lazım. Rabbim emeği geçen herkesten razı olsun.
🗣️Bi navê Xwedayê Kurdîstanê..☀️Axxx Axxx, *******..❤️🔥 Melayê Cizîrî
“Pirs nekir şahê cehanî
Yûsifê dewr û zemanî
Ev çi xak e li asîtanî
Bel esîrek ji ên me ye”
Ve siz bayım iyiki varsınız, böylesine anlamlı sözlere, böylesine güzel bir ses kattığınız için :)
Çok teşekkürler, varolun.
Ve siz bayım...ne demek? Tercüme kitap kokusu veren itici, yitirici,bitirici yapay, yatay bir cümle...
@@ezopsecret993 hep bir özentilik
@@ezopsecret993 kimseyi yargılamaya hakkımız yok, bunu düşündüğüm an hep aynaya bakarim
@@absencenothingness5059 ve siz bay/anım beni böyle nasıl yargılansıniz. Aman tengrim
Her bijî, tu pirr xwesh dixwînî...
Rehma xwedê li helbest van meleye cizîrî ....gelek spas mamoste
BİSMİLLAH SALAVATU ŞERIFA
Destên te saxbin mamoste...
Xwedê we bi parêze rebbî mamostem Necat Zivingi 🌹 👏
Deng pir xweş gotin û axavtin pir birînin💔💔💔💧
Tu her hebî. Bila dengê te sax be
Serkeftin ji bo we ger dengê bilûr û def bi ter ba bi bawerî min wê başba
Denge te her hebit mamoste❤️
خودى بة هنا بة ر دولفانية خوة زور سباس ماموستا
Yüreğinize ağzınıza sağlık.. her daim her hebi gelek sıpas..
Bunu , iki yıl önce okudugundan daha güzel okumussun.
Her. Biji
Zor spas Mamoste bo xebat û ked a te û xwendina van peyv û tîpên zêrîn bi vî hestê xweş. 🌼🌻🌸
BISMILLAHRAMANREHİM SAVATU ŞERIFA
her bji bray aziz n.zivingi bray kurdperwer
Hayatimda dinledigim en güzel şiir
صوتك روعة في إلقاء الشعر.. يسلم تمك و رحمة الله ملاي جزيري..
Amin
صوتو كتير حلو اي والله
Tû her sax bê Mamoste .
Distê wi saxbên
Dest xuş mamoste
Min bi sedan car guhdarî kirîye lê têr nabe
Necat brayemin spas...
❤Kurdistan
Spas mamoste
ماموست نجات جزاکلاهو خیرن کسرا
Min tu tiştek venexwar lê ez serxweş bûm
Allah hizmetlerini dayim eylesin heycanla yeni eserlerini bekliyoruz Allah ilhamlar versin ve daha güzel eserlerini bekliyoruz yalnız müzüklerin sade ney sesi yada bilur seesi yada erbane sesi olsaydı daha kalbimiz mütmayine dinlerdik le mıxabıl çok gürültü oluyor fon müzükleri biraz daha sade bekleriz
YAN KURDISTAN YAN NEMAN
Xwede dengete ji bo kurdiya te ya delal qut neke û bilind bike
Devête saxdıt
sopas bray aziz
Xodi j ta razi bit braye mine kurd
Herbjî
Zor spas mamoste necat..dilovanîya xwedan li canê mîrê helbesta kurdî be
👌🏻💙🔥🔥🔥
6’ê Îlonê ‘24. Seet 02.33⏱️
Nêzî mizgefta Selaheddînî Eyyubî, dîsa ketî bîra min. Hatim tewafê tevî biskilêtê canfîda:)) axxxx axxx, *******..☀️❤️🔥
🗣Te ez westandim. Te xwe ji westand...zû were keça zalima☀️❤️🔥
“Ma dibit bêxin xilafê
Ser didit ba vê nisafê
Er bikî bême tewafê
Min bi eswed secde ye
Da ziyaret kim nişanî
Ber Zuhel bêtin qiranî
Tole yim ser l’ asitanî
Çehvenêrê mûçe ye
Ma bi zehrê şekkerînî
Mûçe dî da xef bixwînî
Da reqîb mel`ûn nebînî
Pir »`eleyhi l-le`ne« ye
Ger bibexşî dil muradê
J’ wê heyat û xemr û badê
Da nekim gille û dadê
Dad me dîsa ber te ye
Guh bide ber gilh û dadan
Hakimê şehr û biladan
Dê tu daxwaz û muradan
Dî kesê bêçare ye”
ESELAM aleyküm ağzına sağlık bıra çalgı olarak NEY veya KAVAL ı seslendirmeni denermisin SELAMETLE
wow
❤❤❤
❤️
Spas
🍋🍋😘😘
Şu şarkılara alt yazı ekleyin. Ben anlamıyorum.
Lütfen düzelt .lazımel sültanu miran , pırs bıkın halé esiran. Diline ve yüreğine sağlık.🙏
Tu hîn bibi kurdî binivîse pêşî, ya rastî dixwîne "lazim e li Sultan û mîran pirs kirin halê esîran" 😏
@@ramazanbeyaztoprak4352 Nezma qesidé pék nahé braé héja Rehmeta xwedé lıser seydaé melâ Ahmed é ceziri u hemu insané kencbe AMİN.
Seyda Em benda albuma te ne. Heta kengi çeki?
Fon müziğinin adı ne?
Ben asked ey Seuss cozies
KEŞKE ÇEVİRİSİ OLSA BUNLARIN
Müzik rezil etmiş
❤