Cegerxwîn - Dîlber Gelek Delal E (Deng: Ehmed Kurdî)
HTML-код
- Опубликовано: 13 сен 2024
- Cegerxwîn - Dîlber Gelek Delal e
Vîdyo: Waar Tv, Pencereya Bakur ©️
Jêrenivîs: Rênas Xendekî
Dîlber gelek delal e yaşa delalê yaşa
Wek te hebin şepalê sed haşa summe haşa
Tu pesn û gewr û rind î, çeleng û pir lewend î
Xesroyê serbilind î, serdarê mîr û paşa
Çînçînê zulf û rîhan, enî taca Şerefxan
Ebr û kevan û eywan, rû gulgeşa di kaşa
Çavên di reş stêr in, kepû çilakê şêr in
Sedef diranê zêr in, ziman qelemtraşa
Çend gewr û biskê reş qer, alma guhar û gewher
Gerden bi nûra mermer, sînga spî qumaşa
Memik spî bilind in, bejn bi gulk û bend in
Ser pêşî mûm û find in, yaqût û durr di qaşa
Çak û çeleng û bengîn, fîstan bi ser de rengîn
Ey seydayê Cegerxwîn, fermo'ke wer temaşa
Cegerxwîn
Warê Helbestê ©
"Asoya Helbesta Kurdî"
🌸 Silav! 🌸
Hûn bi xêr hatin qenala "Warê Helbestê: Asoya Helbesta Kurdî"
Ev der dengê helbesta kurdî ye.
BIBE ABONE:
1 - Warê Helbestê
➤ / warê helbestê
2 - Asoya Helbesta Kurdî
➤ / asoyahelbestakurdî
Lîste: KORONA-HELBEST
➤ • "Helbest Di Çaxê Koron...
Lîste: VÎDYOYÊN HERÎ BAŞ
➤ • Vîdyoyên Herî Baş
Lîste: HELBESTÊN KURDÎ
➤ • Helbestên Kurdî
Lîste: DENGBÊJÎ
➤ • Dengbêjî
MEDYA CIVAKÎ:
Twitter: ➤ / asoyahelbesta
Facebook: ➤ / asoyahelbesta
Instagram:➤ / asoyahelbesta
Ji bo darîkirinê mala we ava.
Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :)
Dema we xweş