MIZGÎNA QÛRANÊ - TEFSÎRA SÛREYA NECMÊ AYETÊN 30-35an

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 5 окт 2024
  • MIZGÎNA QÛRANÊ - TEFSÎRA SÛREYA NECMÊ AYETÊN 30-35an
    "30. Ha ev dûmahîka zanîna wan e. Bêguman Xwedayê te, bi yê ku ji riya wî
    derketiye bêhtir dizane û bi yê ku di riya rast de ye jî bêhtir dizane.
    31. Çi tiştên di erd û asîmanan de hene her yên Xwedê ne. Da ku Xwedê yên
    neqencî kirin wan ceza bike û yên ku qencî jî kirin bi ya herî rind xelat bike.
    32. Ew (qencîkar) ên ku ji gunehên biçûk pê ve xwe ji gunehên mezin û fehşîtiyan
    vedidin. Bi rastî lêborîna Xwedayê te berfireh e. Ew, dema hûn ji axê afirandin
    û dema hûn di zikên dayîkên xwe de bûn jî, bi we çêtir dizane. Vêca hûn xwe
    paqij nebînin (û nebêjin em qenc û teqwedar in), bi rastî Xwedê bi teqwadaran
    çêtir dizane.
    33. Ka bêje min; ma ew ê ku berê xwe (ji îmanê) guhartiye te nedît?
    34. Hindik daye û qelsî kiriye.
    35. Gelo ma zanîna xeybê li cem wî ye, vêca ew xeybê dibîne û dizane?.."
    #kurdî #rehbertv #mizgînaquranê

Комментарии •