Destana Rindêxan

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 13 сен 2024
  • Wêne • Ji Pirtûka Qêrîna Bêdeng: Rindêxan
    Mûsîc • Bermayî [Orkestraya Sinfoniya Cemila Casimê Celîl]
    Helbest • Jî vîdeoya PDG [HDP] hatiye girtin.
    Text • xwebun.org
    Rindêxan keça pêşengê serhildana Sasonê (1926) Mihemedê Eliyê Yûnis e. Rindêxan ku hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê ilmî ve hatibû perwerdekirin, bi awayekî çalak di nav serhildanê de cih digire. Rindêxan hem bi sekn a xwe hem jî bi wêrekiya xwe di serî de ji jinan re ji hemû serhildêran re dibe mînak. Lê wekî serhildanên kurdan hemûyan ev serhildan jî têk diçe, piranî şervanên serhildanê tên qetilkirin û Rindêxan jî bi birîndarî dibe dîl. Lê di dema dîlgirtinê de, fermanderekî leşkerên tirk ji xweşikbûna Rindêxan bi bandor dibe û dixwaze wê bi xwe re bibe. Rindêxan dema derketina ji ser axa bav û kalên xwe li ser pira Malabadê ji fermandarê dixwaze cara dawî li warê xwe binihêre. Piştî destûrdayîna fermandar, Rindêxan diçe ser pirê û ji wir xwe diavêje çemê Batmanê.
    Ev sekna Rindêxan nîşan dide ku ew jî li ser şopa jinên beriya xwe meşiyaye û bi vê sekna xwe di nav jinan de bûye efsane.
    Helbest
    “Ez im rinda Rindexan
    Keça mîr û axa û çiyan
    Ey tirkê Tacik
    Karê we çiye li van ciyan
    Rinda biye namdar
    Ez dimirim, birîndar û bê zar
    Teslim nabim destê neyar û naçim bê ar"

Комментарии •