Seydayê Tîrêj - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 13 сен 2024

Комментарии • 15

  • @zana846
    @zana846 2 года назад

    👍👍👍👏👏👏❤❤

  • @gundebasret3100
    @gundebasret3100 3 года назад

    Her bijî Reşad sorgul❤️💚❤️

  • @sarwarkittani9030
    @sarwarkittani9030 3 года назад

    Dest xwesh kak resad hozanaka pir xweshe

  • @user-dh6ns2ok9e
    @user-dh6ns2ok9e Год назад

    Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî
    Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê teme
    Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
    Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê teme
    Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin
    Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê teme
    Qebqeba dengê ribatim ku li ser şax û çiya
    Totiyê kohê Metînim bazê Hekarê tema
    şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan
    Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê teme
    Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema
    Ez dîrokê ser devê milet û komarê teme
    Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika
    Dengê qotîna şivan horhora cotkarê teme
    Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal
    Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê teme
    Perdê tenbûra şivanim her yek hawakî didî
    Rengê bilûra Memê j` koka sipîndarê teme
    Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema
    şapik û şalim li bejna canfîdakarê teme
    Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez
    Dengê sazê cejnê Newrozim di avdarê teme
    Her wekî rewşa gula me kesk û sor û gewr û zer
    Rengê ala ku li banê şah û xunkarê teme
    Vîngeha gelyê Elî beg xakî nav perda me ez
    Bax û mêrg û dehlê şeqlawe û Berwarê teme
    Berfa Sîpanê xelatim şîp û ava kaniyan
    Madena zîvê sipî û cok û cobarê teme
    Penc û tîrêjim di nîva çerxê gerdûnê teda
    şeb çiraxê çol û gund û şehr û bajarê teme
    Xêz û bendê zendevesta me li gelyê Laleşê
    Pîremerdê şehrê Yezdim ez li ber arê teme
    Rengê Homan ol perestê pût û latê Azerim
    Felsefa Mezdik û Manî neqş û nîgarê teme
    Hîmê qesra Serçixanê sûr û benda Amedim
    Keleha Mardîn û Dara herdû bajarê teme
    Lenger û stûnê pira Bafet li ser dicle me ez
    Kavilê Birca Belek rewşa ewî şehrê teme
    Torevan û şa`irim îro li nêv xaka welat
    Xamekêşim dem bi dem ez xweş nivîskarê teme
    Dil bûye îro li min war û cihê derd û xema
    Hemdemê jar û perîşan û sitûxwarê teme
    Her dema roja te bê ez piştê nadim dijmina
    Tu ji min bawer bike dijminê neyarê teme
    Ger ku Tîrêjim bi rastî bîr û bawerya m` eve
    Ta bi mirnê ger ne wa bim ez gunehkarê teme.

  • @user-bm7lz2zd1h
    @user-bm7lz2zd1h 2 месяца назад

    ✌️✌️💓✋️✋️❤❤❤

  • @sefiksoydan5761
    @sefiksoydan5761 6 лет назад

    Deng û dilê te saxbe.mamosteyê hêja

  • @user-fz8cc6zv4i
    @user-fz8cc6zv4i 6 лет назад

    دست خوش هفال بر خوشاا

  • @rojltd.8691
    @rojltd.8691 6 лет назад

    hêr bêji mêmostê hêja

  • @vedatdemiray4596
    @vedatdemiray4596 6 лет назад

    Deng u dılete saxbe mamoste

  • @dinuharjiruhar4630
    @dinuharjiruhar4630 6 лет назад

    Seet xwes herhebi

  • @Dilo21
    @Dilo21 5 лет назад

    Ba xudê galg xuşa mamusta

  • @cudiseydo6448
    @cudiseydo6448 4 года назад

    ❤️🌹

  • @AbdullahAbdullah-go7sq
    @AbdullahAbdullah-go7sq 6 лет назад +2

    Spas jıbonan edepyata u helbestı kürd an sıpas jıbonan Reşad sorgul re:

  • @mohamedarselan168
    @mohamedarselan168 6 лет назад

    Gelek sipas ji te re

  • @Sarkaft_Bakirmani
    @Sarkaft_Bakirmani 6 лет назад

    Tembora şivan behsa kê ye ?