Nûreddîn Zaza-Derketî (Çîrok)
HTML-код
- Опубликовано: 29 окт 2024
- DERKETI
Terka welatê xwe da û kete dinyayê. Xwede rêberiya derketiyan bike! Ez di nav miletan de derbas bûm, li min nêrîn, min li wan nihêrt; lê me hevdû nas ne kirin. Derketî li her derê bi tenêye! Gava roj diçû ava û ji xircikên newalan dû û dûman radibûn; min ji xwe re digot: "Çiqas bextiyar e ew mirovê ko êvaran vedigere mala xwe û di nav zar û zêçên xwe de rûdine". Derketî li her derê bi tenê ye! Bi kû da diçin ew ewrên ko ba wan dide ber xwe? Ba min jî wek wan dide ber xwe û bê hemdê min, bi kêfa xwe min dajo. Derketî li her derê bi tenê ye!
Ev dar spehî, ev kulîlk xweşik in; lê ev ne dar û kulîlkên welatê min in: Tu tiştî nabêjin min. Derketî li her derê bi tenê ye! Ev çem bi dilekî şikestî li deştê diherike; lê xurîna wî ne wek ya çemê me ye ko min di zarotiya xwe de dibihîst; ev tu tiştî nayine bîra min. Derketî li her derê bi tenê ye! Ev stran şîrîn in; lê ahengên wan ên geş û zîz ne wek yên stranên welatê min in. Derketî li her derê bi tenê ye! Ji min pirsîn; "Çima hergav bi girîn î?" Gava min sebeb gote wan; tu kes bi min re ne girî; ji ber ko derdê min fehim ne kirin. Derketî li her derê bi tenê ye! Min kalin dîtin; zaro li wan hêwirîne, mîna zeytûnên kevnare ko kelem û derxik li wan hatine hev. Lê tiwan ne gote min, "kurê min!" tu zarokî ne gote min "bavo!" Derketî li her derê bi tenê ye! Min di ser kelat û bircan re alin dîtin; lê ne bi reng, ne jî bi pêldana wan, dilê min geş ne bû; ew ne keskesorên me bûn. Derketî li her derê bi tenê ye! Heval, bav û bira, xweşî, rehetî û serbilindî, bi tenê li welêt hene. Derketî li her derê bi tenê ye!
Derketiyê reben! Ev girîn û zarîn bes in! Pir wek te dûr hatine xistin; herkesî wek te windabûna bav, bira û hevalên xwe dîtiye. Hêviya xwe vejîne û xwe ragire; tu jî rojekê bigehî miraz û armanca xwe, heke îro ne be jî... sibe!
Hawar, hej. 29, Hizêran 1941
🌺
🥰🥰