Qeyso Can
Qeyso Can
  • Видео 28
  • Просмотров 25 012
Arjen Arî- Efendîno (deng:Qeyso ) #helbest #arjenari
Efendîno
Rahijin Teşkên Xwe
Rahijin Kincên Xwe, Postalên Xwe Û Şivqeyên Xwe
Çiyê We Hebe Li Ser Vê Axê Û We Çi Anîbe Bi Xwe Re:
Tenq, Top, Tiveng, Teyare…
Û We Çi Ava Kiribe: Dibistan, Qereqol, Dadgeh
Û Hepsên Bêdergeh, Zîndan Û Asaqgehên Têrguneh
Û Jinên Xwe Jî Esseh Efendîno, Zaruyên Xwe Jî :
Hebe Pîç Û Bêjiyên Ji Xwe Jî
Û Kuçikên Xwe Jî Bibin, Pisîk Û Çivîkên Xwe Jî
Û Ala Xwe Jî Ji Bîr Mekin Efendîno, Ala Xwe Jî
Tiştekî, Tiştekî Nehêlin Ji Kerema Xwe…
Hûn Ê Biçin
Hûn Ê Pişta Stûyê Xwe Bixurînin Û Biçin
Hûn Ê Biniçniçin Û Hûn Ê Biçin!
Biçin: Berî Kuç Û Kevir Di We Werbin
Biçin: Berî Ku Dayikên Kitansipî Tû Bikin Ser Çavên We
Û Hêj Ku Agir Vêneketiye J” Agir:
Hima Niha, Vê Kêlîkê, Ji Vir
Rahijin Teşkên Xwe...
Просмотров: 65

Видео

Çend Qiseyên Bi Ouzê Re / Nûroj Mûnzûr
Просмотров 9311 месяцев назад
rojbaş Vîrjînia rojbaş heyat! silavek li odeya min jî çar dîwar û deriyek Vîrjînîa nebêje kesî ku ew leylaneke! çavên xwe miz bide, mîç bike û cardin cardin min bixapîne jixwe min ne divê derva têxim bîra xwe xwe li kîjan Quzîyê aş bikim? dê kengî berceste bibim tê de Vîrjînîa? çar dîwar û derîyek derew e derew im derew î ez ê di guhê te bibêjim; jimêj de ye di gîrdaba welatek bêode û odeyek bê...
Rênas Jîyan- Mirina Tewṣ (Deng;Qeyso Can )
Просмотров 296Год назад
"Delal, her du çavên min qesra te ne Nav du çavên min cihê piyên te ne Ditirsim tu xafil gav biavêjî û Bi mijangê min biêşin piyên te" jehra te di her derê de geriya ken çûn girî xew xweza çav av û jîn û evîn û dawiya dawîn te ez jehrxwarî kirim ya bi sosret û qebehet hew dikarim bê jehra te bijîm tu çûyî bê jehr mam mirim. Nivîskar; Rênas Jîyan
Selîm Temo -Pûnga li bajêr #helbest #pirtûk #helbestvan
Просмотров 95Год назад
agir diçe ji hingivê şevê sitar e di nivişta şêxekî kotî da ez kirim pûnga li bajêr li ber kelebestên sedsalê Gulan rojek e li baxçeyê min tazî ye mîna siya Payîzê gava diçûrise mij li dor dengê wê şareza me wek kundê bestê her xwîna xwe dimijim va diçim şerabeka dî dixwazim ji kîsê meytekî serşor rawestî li ber deriyê hebûnê diçe li nav konê şînê kon vedide wa xwediyê gemar û kevzê li min negr...
Makpirtûk-Maka Zimanê Kurdî
Просмотров 38Год назад
Makpirtûk-Maka Zimanê Kurdî
Selîm Temo- Bihêle ez neçim
Просмотров 6502 года назад
Esman xûz bûye bi ser gêlî ve Bihêle Bihêle bila hevrîşim birize li sivdera payîzê Bila baxçe binale bi dengê şalûlan Êdî derîyek im ku venabim bi ti derê ve Kes dimirin ji bo kesan Lê kes namire di şûna kesî de Dimeşe aso bêyî zîzînîya ber destê sibehê Dibihîzim lingên zarokan, tewla hespên kumêt Olana bajarên bilind direqise li binê zinaran Li jûrên nîvtarî axîna keçbûkên çilkezî Dipengize ba...
Kawa Nemir- Li ber pencereyên sedsalan (Xwendin: Qeyso Can)
Просмотров 6842 года назад
Diedilim di çermên maran de, ser hev pencereyan vedikim. Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im! Ma dikarim derziya xwe di lêva dinyayê rakim? Bila bêdengiya birêkxistî be ala girseyên dirrinde. Divê qerase bêne bercestekirin dengên kemanên virnî. Dikişe, dixuşe qewmê belekiyan. Ji wan im. Sêwîtî çi be, êdî dinya bi xwe nebe? Kil nekim destmala govenda janan, xwe nemijim, sîmetriyê neder...
Qeyso Can- Ez gîyanek im li ser dilê te
Просмотров 2382 года назад
Heger tu ji wan malên mezelên bê lîstok hatî Tu bi xwe bi destên nû veke derîyê mezeleyên xwe Û bilîlîne bi awazek azad Bibe rêhevalên bilbilan Û bila biherike mîna robarekî peyvên te di asoyên bêrîkirinê de. Bila ji hezê werin, Mîna minmînêkên kesk, sor û zer Û ji wan çivîkan re bibijê hûn çi xweşik dififirin Dikenim û diherikim Ez gîyanek im li ser dilê te Hema bikene :) Şev xweş !
Yehya Omerî-Destên ku ji xewn û kendalan pekîyane #helbest #Yehyaomeri
Просмотров 4352 года назад
destên kesk tên xewna min destên kesk ji kendalan diyar e tî bûne kevir, va ye diçim sewta avê dixwînim bêguman pêl e ev, xwe ji ber dike li bin bîrê, dibînim li malê li qunca bêriyê digerim û valahiyê dixwînim ji pelê dîrokê dizanim, kulîlk bi tenê awir bû berê mirêk dikevin, dişkên ewr, radibim belavbûnê dixwînim ez ê li vira bim, heke tu ew bişirîna serê sibê bî piştî her bayê sibê li tenişt...
Rênas Jîyan-Janya
Просмотров 2952 года назад
xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin naqosên dêran kerr... minare kin... doktrînên dekolte lixwekirî evdal... sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne barûyên ji evînên nukleerî, di serdabên ji krîstalên rokoko hatibûn kemilandin qîtik qîtikî bûne, ji xewnên bêxwedî xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re vokalîstiyê bi...
Berken Bereh-An Na
Просмотров 7142 года назад
li hêsirên çavên te xewnên min dilikumin an na min dê bi derba ewil ji qurm hilkira dara bêdengiyê ji bajêr û bi xwîna xwe paqij bikira gemariya li kolanên te çend car in diqelêşin dengê min hovemirov li çend kolana kenê min hate rûçikandin her ku dibezim melûliya te dibe kelem destên min ji xemsariya te diqefilin ne jiyam ji zivistanê pê ve demsal ev çend sal in rastî nêrgizekê nehatim xiyalek...
Yehya Omerî-helbesta niha û li wira
Просмотров 7192 года назад
Yehya Omerî-helbesta niha û li wira
Agirî Soran- Çîroka Evînê
Просмотров 6182 года назад
Heya te ji min heye gelo? Ji agirê hinavê min, kelegerma cendekê min, bizotên nava bîbikên çavên min, lerzîna pêçiyên destên min, zîvirîna serê min? Heya te ji min heye ku, ez laveya xwedayê dilovan dikim, da rojê zû bi ser min ve biçerixîne û şevê li ser ruyê erdê zal bike. Nifirên xwe li mirovan dikim, da ku zû vekişine sinc û mal û bexçeyên xwe, da ku bêdengî li kolanan zal bibe û êdî êvar r...
Selîm Temo-Pûnga li bajêr
Просмотров 4392 года назад
agir diçe ji hingivê şevê sitar e di nivişta şêxekî kotî da ez kirim pûnga li bajêr li ber kelebestên sedsalê Gulan rojek e li baxçeyê min tazî ye mîna siya Payîzê gava diçûrise mij li dor dengê wê şareza me wek kundê bestê her xwîna xwe dimijim va diçim şerabeka dî dixwazim ji kîsê meytekî serşor rawestî li ber deriyê hebûnê diçe li nav konê şînê kon vedide wa xwediyê gemar û kevzê li min negr...
Nûreddîn Zaza-Gulê (çîrok)
Просмотров 4672 года назад
Çîrok: Gulê Nivîskar: Dr. Nûreddîn Zaza Weşanxane : Weşanên Nudem Guhdarî xweş !
Yehya Omerî-Xwezîyên li ber tavê
Просмотров 1,4 тыс.2 года назад
Yehya Omerî-Xwezîyên li ber tavê
Yehya Omerî- Helbesta niha û li wira
Просмотров 1,3 тыс.3 года назад
Yehya Omerî- Helbesta niha û li wira
Kûlîlkên Hîro-Mem Bawer
Просмотров 8653 года назад
Kûlîlkên Hîro-Mem Bawer
Mahîr Atakan-Zimanê Dilê min
Просмотров 5663 года назад
Mahîr Atakan-Zimanê Dilê min
Nûreddîn Zaza-Derketî (Çîrok) #wêje #helbest #çand
Просмотров 8434 года назад
Nûreddîn Zaza-Derketî (Çîrok) #wêje #helbest #çand
Arjen Arî- Hez #helbest #wêjeyakurdî
Просмотров 8314 года назад
Arjen Arî- Hez #helbest #wêjeyakurdî
Yehya Omerî - Anatomiya Demsalên Zer (Binnivîs) #helbest #yehyaomerî #wêje #wêjeyakurdî
Просмотров 6944 года назад
Yehya Omerî - Anatomiya Demsalên Zer (Binnivîs) #helbest #yehyaomerî #wêje #wêjeyakurdî
Rojen Bernas- Rojbaş Roza #helbest #wêjeyakurdî #rojen bernas
Просмотров 7015 лет назад
Rojen Bernas- Rojbaş Roza #helbest #wêjeyakurdî #rojen bernas
Min Bêrîya Te Kirîye-Selamo (Deng:Giyasettin Uçun)
Просмотров 4355 лет назад
Min Bêrîya Te Kirîye-Selamo (Deng:Giyasettin Uçun)
Xezelek Bo Birîna Li Dûrîyê-Yehya Omerî (Deng:Giyasettin Uçun)
Просмотров 9525 лет назад
Xezelek Bo Birîna Li Dûrîyê-Yehya Omerî (Deng:Giyasettin Uçun)
Rênas Jiyan- berf (Deng:Giyasettin Uçun)
Просмотров 1,3 тыс.5 лет назад
Rênas Jiyan- berf (Deng:Giyasettin Uçun)
Danasîna Amedê
Просмотров 3158 лет назад
Danasîna Amedê
Bir Nevi Mem U Zin (şiir)
Просмотров 9 тыс.9 лет назад
Bir Nevi Mem U Zin (şiir)

Комментарии