Güney Özdemir - DAYIKA BEHYA (Mahsûm)
HTML-код
- Опубликовано: 13 сен 2024
- Güney Özdemir - Mahsûm
Helbest : Gernas Koçer
Mûzîk : Bülent Albayrak
Mûzîk : Bülent ALBAYRAK
Production, E. Bağlama, mix ve mastering : B.A.Music Production (Bülent ALBAYRAK)
Fransa
DAYIKA BEHYA (Mahsûm)
Li ser qaşa dilê min wekî elams û durek
Li vê çerxa cîhanê min tenê hebû kurek
Min Bişîrê bedenê bi nazdarî xwedî kir
Wekî ferxê bazan di dilê xwe de kedî kir
Dinav kezeba xwe de min dergûşa wî çêkir
Bi evîn û şanazî me navê Masûm lêkir
Dêmên Masûm geş dibûn rengvedidan rojbiroj
Mînanî wê sorgula nûka vedayî bijkoj
Masûmê min mezin bû êdî giha rewacê
Wekî hemû ciwanan ew bûbû yê zewacê
Bi awirên çavên xwe sekvan û tîr avêje
Bejin ji ta rihanê li baxan şax davêje
Xortekî pir ciwan bû hê bê rû û simbêl bû
Evîndara wî şoxek nazdar û bisk bitêl bû
Ken ji dêman dibarî li dilan dibû seyran
Kubar û dilber jê re dibûne mest û heyran
Min digot ji malbatê min qet nebe ti kes e
Masûmekî min heye tenê ji bo min bes e
Min nedizanî Masûm wek Egîd û rênasan
Nayê kirîn dilê wî bi yakût û elmasan
Girtibû ser hestên wî agirê işqa welat
Carnan digel hogiran dimeşand kar û xebat
Heybeta sînga Masûm bûbû çeper û mertal
Êvarekê min meyzand Masûmê min nehat mal
Guman li min zêde bûn ez ketim nav tirsînê
Min got çend hevalên wî ji bona lêpirsînê
Li dilê min herifîn sara û birc û kelat
Masûmê min bê xatir wusa çû û qet nehat
Ez ketibûm di nava pir guman û xeyalan
Min pirs kir ji gundiyan hemû dost û hevalan
Dibe gelo ew çûbe Ewrop û Metrepolan
Belkî sebra wî nayê l'van gund û deşt û çolan
Piştî hewqas geriyam li her cih û deveran
Masûmê min ketibû nav refên şoreşgeran
Bi vê agahdariyê agir girte dilê min
Ji hêlekê şanaz bûm xurt bû bask û milê min
Min got Masûm dildarê welat û xaka xwe ye
Fedakar û lehengê evê civaka xwe ye
***
Dewran carnan bi şahî carnan bi şîn û girî
Bi vî awayî çerxek ji felekê zivirî
Serdem êdî bihar bû demê şitl û simbilan
Suruştê reng vedabû , bi kulîlk û sorgulan
Bûbû dîlana rengan deşt û çiya û banî
Avên keviyan dibûn sîpel û çem û kanî
Min dî firda ji Çiyan hat bazekî perbelek
Bi dengê wî re li min wergerî çerxa felek
Got dayê li Rojava çend rojin bi şer û ceng
Şehîd bûne di şer de dazde şervanên leheng
Em xemgîn in pir li ser van leheng û şepalan
Yek ji wan jî Masûme ji nav dazde hevalan
Gurriya volkanekê ji kezeba min avêt
Dilê dayka Masûmê,min bû wek agir û pêt
Herikîn rondikên min mîna ferat û çema
Min got şehîd namirin wekî din gotin nema
Tabûta Masûmê min dema kû anîne gûnd
Da ber tilîliya min bi helwestek serbilind
Min sê cara tabûta wî maç kir û da himbêz,
Gelê me jî li dorê girtibû silav û rêz
Cerg û kezeb min dabû ber duzan û kezaxê
Tabûta Masûmê min
Me li gund sipart axê
Heftiyê çend rojan ez diçûme ser gora wî
Gul û sosin diçandin li hemû derdora wî
Ji ber kovana Masûm êgir digirt hinavan
Min kêla wî şil dikir ji ber rondikên çavan
Bûbû ziyaretgeha min her kevirek wê qebrê
Bo cegera peritî bûbû dermanê sebrê
Lê min dît piştî hingê kesek hat ji min re got
Bi vê xeberê dîsa cerg û mêlak
li min sot
Got min ev ne Masûme şehîdê me diyar e
Bi denhayê kifş bûye ev hevalê Şiyar e
Malbata wî hatiye pir bi hêvî û daxwaz
Em şehîdê xwe bibin bi rengekî serfiraz
Dayê tu bawer bike pir xemgînin hestê me
Mixabin termê Masûm neketiye destê me
Bi duzan û xenceran ceger li min qeşartin
Cinazê Şiyar birin li gundê wî veşartin
Careke din ez ketim derya kovan û xema
Da pê sebra xwe bînim, kêlek ya wî jî nema
Careke din cegera min peritî bû rijî
Stêrka bêhîvîyê l'ezmanê min xwurijî
Cihan li min wergera tarî bû ji ser û bin
Ger ev şehîd Şiyar be, lê kanê Masûmê min
Gernas Koçer
15.10.23
🤲🏻🤲🏻🤲🏻
Destu dıle te sağ be mamoste heja
Yê ku li wateya “êş”ê bigere bila li çîrokên dayikên Kurd guhdarî bike, dilên dayikên me hêlîna êş’an… sihhet xweş mamoste🥀🥀
Raste😔
Xweda te biparîza mamosta ❤
Arê dilê min
Dest û dîletê sax bê mamoste heja
Dengé te sağbi herbiji mamosté
Yüreğinize Emeğinize sağlık Mamoste Hunermend Güney Özdemir slaw u hürmet
TU HER HEBÎ MAMOSTÉ 👏😍
❤❤❤❤❤ته تم هبه بسمام❤❤❤❤❤❤
Xwede we biparze
Her bijî
❤❤❤❤
👏👏👏👏❤️
8:00 🙏🏼🌺🪷✍️
❤
Deng u dile te saxbe bracan❤❤❤❤
Deng û diletê kedatê saxbi sihhet xweş.🎶☀️💐
Hêr bijî Mamoste heja
Denge te sagbi her biji mamost
Desti te dilete saxbe mamoste ❤ tu her hebi bıraa
❤❤❤❤❤❤❤
♥️♥️♥️♥️♥️♥️❤️
👑🙏👏👏👏👏👏🤗
Selav riz ji Kobanê rojavayê Kurdistanê
Herhabi
😢😢😢😢🙏🙏🙏
😍😍
Abe dengê tennım
🌟🌟🌟🌟🌟🌟🌟🌟🌟🌟🌟
❤❤❤❤❤❤👏👍🙌🤲✨️
Kommst du auch mal nach Hannover bruder ?
🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏😭😭😭😭😭😭😭😭😭😭😭
Cave te macdikim Xale Aziz
😢
❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤🎉🎉🎉🎉🎉🎉🎉🎉🎉🎉🎉biji to ❤❤❤❤❤❤❤❤
Ax u sed Ax keko te çıkır
Ez gotinên te guhdarîy dikim deştê kevin tê birya min .
😭😭😭😭😭😤😤😤😤✌️✌️✌️✌️✌️✌️✌️✌️✌️