Bêriya Botan

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 5 сен 2024
  • BIBE ABONE! #Botan
    Bêriya Botan
    ( Ji giyanê Şêx Evdirehmanê Garisî re )
    Kanî Dêrşew, ka Herekol, ka Kepir
    Ka zozanên Bavê - Têlî ka kê bir
    Dibêjin ko Burca - Belek hilweşî
    Text û bextê botiyan de ka geşî
    Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû
    Naxuyîn qet xişr û xemlên wê li kû
    Ka Westanî ka Qesara ka kanî
    Kanîn zozan, cihên bilind kebanî
    Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng
    Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng
    Basiret kû, neqşîbendî, terîqet
    Ka şêxên me, kanî rêzik şerîet
    Kanî Seqlan, Seqnefîs kû, Nêrgizî
    Gul û rihan zeriyane, tev rizî
    Ka Azîzan, şêx û seyda û axa
    Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava
    Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî
    Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî
    Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû
    Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû
    Ka gêra wî, Gera - Xanî, gejgering
    Ka şalên me, bekirbegî, xweşdevling
    Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng
    Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng
    Kanîn çeper, bestî li kû, ka celab
    Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab
    Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
    Kepirê de ne kozik in, ne jî dar
    Bor - mirîşkan tenik biye kete ba
    Ez botî me diştexilim her bi pa
    Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
    Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im
    Kanî dîwan, ne diyar e xafa Mîr
    Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr
    Teter li kû, Axayê - Sor û ew reng
    Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng
    Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî
    Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî
    Kanî civat, fîl û şetrenc, ka zindan
    Ko tê de mir, şahê mexrib, Mîr - Alan
    Dotmîr li kû, ka Mîr Şeref, Mîr Ezin
    Kanî bavê sitiya Zîn, Mîr Zengîn
    Beg û axa kanî tovrind, kanî dot
    Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot
    Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr
    Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr
    Ne Buhar e, ne Havîna mîr Şeref
    Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf
    Ne dêmîr in, ne şahînet, ne hevşîn
    Kanî Mîr Şem, kanî Tacîn û Gurgîn
    Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer
    Sadon li kû, ew serekê şevînger
    Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî
    Ka li kû man ew gernasên nedîtî
    Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp
    Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep
    Pira Bafet belê ev e, kevane
    Kevin bûne, ne tirî ne, sorane
    Ji delavê qitikan ve naye deng
    Kew û kevok di şînê de ne man çeng
    Şeylo bûne kaniyên me ka rejû
    Maziyan de ne pel mane ne gezû
    Kanî Xanî, Feqeh - Teyran û Mela
    Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema
    Şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul
    Tu tişt nema, vemirîne deng û gul
    Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan
    Şûvî li kû, Welat - Kelhok û Goyan
    Batûyan kû, Welat - Kilîs, Sipêrti
    Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî
    Kiçan, Teyan, Dûdêran kû, ka Mîran
    Hacibêra, kanî Şernex, Garisan
    Ne Hesinî, ne Elîkî, ne Memî
    Eruh li kû, ne Aliyan, Gergerî
    Ji Garisan ne koçer in, ne dêman
    Kanî Zêwkî, Welat - Kêver, Ebasan
    Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran
    Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan
    Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewêrî
    Şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî
    Ka şikefta Mîr Miheme, ka perî
    Kanî Dasnî, kanî keçên surperî
    Kanî Şingar, ka xwalên me, yezîdî
    Belav bûne, bê rêzik in bê serî
    Dêra - Reben weke berê vala ye
    Hejale jî diyar niye raza ye
    Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj
    Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj
    Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh
    Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh
    Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen
    Tarî her der, ne kulekin ne rojen
    Di Tanzê de ne feqehin ne mela
    Medresa - Sor xerabeye ji nû va
    Kela Ewrex her bi baye, kela kevn
    Tê de îro pîrhevokin û çend tevn
    Kanî Şêx im, Evdirehman garisî
    Ew jî kuştin sorgula me çilmisî
    Herê lawo tev de çûne nînin nîn
    Destê me de ne hesp mane ne jî zîn
    Kurdistanê tu abadîn, her heyî
    Îro, sibe û hergav jî dê hebî.
    #Helbest # helbestênkurdî #Berbang #Bêriyabotan #çirok #BerbangMedya #Beriyabotan @Berbang #ÇandaKurdî #çandakurdi #çandakurdî

Комментарии • 12