Mutî, Welatê Serhed, ji Faris, helbest Seydayê Tîrêj
HTML-код
- Опубликовано: 13 сен 2024
- Welatê Serhed
Ji nîva ebrûyên cana dibînim
Welatê serihed û zozanê banî
Kilîşê kohê Sîpan û Ararat
Hivsitîne li kofiya kesrewanî
Enî gewher kitêba zend-Awesta
Zerdeştê mezin ew name danî
Du birhên reş kevanê Rustemê Zal
Awir tûj in ji tîrên zerfeşanî
Li ser sînga spî navê min û keç
Bi rêza xameya seydayê Xanî
Li ser zendên bi doz resmê du şêran
Bi danîna nîgar û neqşê Manî
Sibê zû ew ji bircê hate xwarê
Bi xeml û xêz bi xeftanê mîtanî
Bi destê min digirt û gote: Fermo
Were seyda ku em hilkişîne banî
Li ber masê li hember hev ez û keç
Diruniştin bi şahî şademanî
Li ser masê tijî bû cam û bade
Di da destê min şerabek zaferanî
Bi keyf û ken bi wan peyvên di şirîn
Go vexw seyda bi noşe ser wî canî
Min go qey keç birastî bûye dilgerm
Min nizanî ku xefk li ber min danî
Dema go min vexwar ez ketme bêhiş
Li ber linga nema min bi xwe dizanî
Wekî cama ji dest pîrê terîqê
Me girt lerze bi qîrîn û fîxanî
Dema bi hiş xwe ve hatim mame serbest
Gelo xewn e yan rast e ev ciwanî
Ji wê rojê ketim nêv bend û davan
Ketim torê ji xeşîmî û nezanî
Ji rengê mûm û finda min disotin
Li ser peyta evînê cerg û canî
Me beyhûda bi vê rê de di derda
Cîhana xweş û ev jêre ciwanî
Evînî rêçeke dûr û dirêj e
Ber û kaş e we hin cara hesanî
Nema têm der ji bin barê evînê
Heya bimirî Tîrêjê torevanî
👏👏👏👏👏👏
Tu her hebî destê te sax be
👏👏👏👏👏
Tû her bijî Mamostê delal û Hêja
Miqamekî delal û hêja
sihhet xweş mamo :)