Nizamettin Ariç - Ey Xabûr

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 13 сен 2024
  • "Xabûr"
    ey xabûr, xabûr, ey xabûr, xabûr
    wek daxwaza min, pir dirêj û kûr
    kêferata te, xum xum, û lew, lew
    nayên bîra te ne razan, ne xew
    herdem dinalî, bi qirîn, û gazî
    lê kes nizanî, ka çi dixwazî
    armanca te ye, xurtî, pêşveçûn
    cihê te tenge, divê firehbûn
    Ey xabûr, xabûr, ey xabûr, xabûr
    pêlan didî xwe, qîr û firyadî
    tu jî wekî min divê azadî
    sînga vê erdê te çirand bi zor
    nizanim çira tu naçî berjor
    ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn
    dikevî sînga derya bê evîn
    xwezka min bi te, bê derd û bê kul
    dijî bi şadî, bê mejî û dil
    tu jî weke min, ger bibûna kurd
    ev xurtiya te dibû kul û der
    Cegerxwîn

Комментарии •