tirs

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 13 сен 2024
  • Lyric: Harûn
    Music: Harûn
    Producer: Harûn
    Follow Harûn
    Instagram : / harunelki
    Facebook : h / harun.elki
    Twitter : / harunelki
    Recording & Mix: Studio Zer Deng
    Mix: Harûn
    Mastering: Özgür Yurtoğlu
    Guitar: Harûn
    Melodika: Harûn
    Supervisors: Erkan Eryiğit, Hasret Ataman
    Spezial Thanks: Nurettin Ant, Zindan Mussa
    Motion Designer: Özgür Hacı Kurt
    Lyric:
    Ev nêrîn ne yên awirê te ne
    Derya û çîya ne tê de ne
    Bajarekî sar û gemar
    Dibînim diqerisim
    Ev tîp ne ji hevokên te ne
    Vana gewr û gilover in
    Ev hêrs ne ji kerbên te ne
    Pir lawaz û neçar î tu difetisî
    Çawa dibe hîn digevizî
    Çavan veke delalê tu diqerisî
    Çawa dibe hîn digevizî
    Tu di labîrenta mêr de
    Li nav dîwarên bilind stûr
    Çend serdem e ker î û kor
    Te ne hêz e û jixwe ne rê ye
    Piştî tu radest bûyî me roj nedî
    Çav çavan nabîne êdî
    Man hestî û pîst rûmet êdî
    Nekeve rîya çareserîyan
    Xaçepirs bi lêhb e qet rê nebû
    Ev çerxa mêr e çi digire dihêre
    Jîyanê jî pê re qet rê nebû
    Piştî tu radest bûyî me roj nedî
    Çav çavan nabîne êdî
    Man hestî û pîst rûmet êdî
    Derz bû mirovahîya me jî
    Ji bêrîkê dixwe êdî
    Deng nayê û çok dide êdî

Комментарии • 6

  • @rezgarbrimo9653
    @rezgarbrimo9653 21 день назад

    Deng û hestê tê te saxbê bê. Te dirand xişkir. Tu ecêbî xwedê te biparêzê.

  • @azadtoprak9172
    @azadtoprak9172 2 года назад +1

    Erê yarê yarê yarê!!!💛❤️💚

  • @welatperwer
    @welatperwer 3 года назад +2

    Mamoste Harûn Tu kes cihê te û Hivron, Kalê Badê nikare têje bike'🎸🎸

  • @wahidkalash9280
    @wahidkalash9280 2 года назад +1

    Destê te û hestên te û awazên te her sax bin, ez nikarim pesnê te bidim peyv têrê nakin🌼🌺🌸🌼

  • @evnarsln
    @evnarsln 2 года назад

    Çi straneke xweş... Min çîroka wê meraq kir. Li ser çi, li ser kê hatiye nivîsîn gelo?

  • @welatperwer
    @welatperwer 3 года назад +2

    Yaw ji bo xwedê emê kengê jê vê xefletê şiyar bibin ??
    Ka bibînin hûn zimanekî wiha xweş dibînin ?? Ma em ewqas huner û hunermendên xwe nasdikin ??
    Kerem bikin biçin aleyna tilki gohdar bikin guh 💩 xwarno