Hekîm Sefkan - Dîrok / Helbest We çend sêpî vegirtin ser vê axê Çend bi hust di benîhovîtiya we de xeliyan Ji lêdana qundarên tivîngên we Çend dayikan berên xwe avêtin Pêçekên çend zarokan bûne kefen Pir serî hatin jêkirin Û gelek caran em bi deste we hatin kuştin, ey harno! Ji bir nabe geliyê zilan Temberiyên hinekirî, newala qesaban Bedenên di erdê de çandî Bêrikên tije xwê, di canê zavan de De bistirên şikeftno, çîrokên bê dawî Destê dîrokê girêdan, roj qedexe kirin Serdestî dane şevê Şevên bi sa û tarî û dirêj Zarokan ‘hewidiyên’ xwe nas kirin Û welatê min termekî tevizî, li ser axeke ziwa, tî û qelişî Di ser ezmaneki şil û bê rehm Neqirîskên dawî lê didan dilên guvaştî Û qertelên birçî govenda mirinê dirêsan Û xwîn dikeliya Tîna Herana germ, derguşa pêxemberan Lorand zarokekî ser hişk Ne jiyana heyî, ne mirin qebûl nekir ‘Bi arama bapîre xwe, e yî bê kurma xwarî’ mezin bû Di çilê tûj de gul û gulçîn çand Cot kir axa li ber mirinê Bi ken kir rûyên zeximî Yên bineliyê navbera herdu çavan Pîr bibûn êdî gurên boz Oraora wan li çiya û bajaran Li derve û hundir Gazî kirin hevkarên xwe Torinên xwediyên destanên hovane, Yên daristanên Wietnamê Û psmamên qesabên sebra Kuşatîla Û cîranên tirsonek Werin em li hev par bikin, bikujin, tune bikin Îro dora min e, û sibe hûn in …Û hatin ‘araswanê’ mafên gura Ey qehpe dinya tu çi dikî?! Ma bi paçên gemarî awirên bazî têne veşartin Ma zendên ku behçê azadiyê avdane Bi kelepçên zingargirtî têne girêdan Ma şêr di qefesa de hiltên ey bêbext dinya De werin ey harno werin Perçe perçe bikin canê min Lê bizanibin Şîrê ku min mêtiyê, yê jiyanê ye Êdî hew bi min kare mirin Ma li Qamişlo Li Silêmaniyê Li Ormiyê Li Amed Li nav çar dîwarên bêbext Û li xerîbiyê Bi sedan can çima şewitîn? Ey wehşên bê însaf Hûn nikarin roja me tarî bikin Hêviya min xwişk û birayê min in Bilind bikin dîwarên lêkirî Av bidin kulîlkên çandî Keda hostayê mezin e Xwêdana dê û bavên me Psmam û dotmamên çeleng e Do bi darvekirin şêxên me Daliqandin pîrên me Li çarçîra bê deng hiştin dilê me Û îro jî girêdidin dest û cavên apê me Ey giravê nebêje ez perçeyek im ji xwezayê, Nekeve hetka bêbextan Ew dijminên xwezayê ne jî Ma daristan ma ne li welatê min Hîna bi milyonan mirov ber bi xwe venekşîne Û tu ey dîrok Ez bi serê xwe sund dixwim Ez ê êdî nehêlim tu tenê reş bimeşî Ez ê derawestînim Hêvî li dora min e
Hekîm Sefkan - Dîrok / Helbest
We çend sêpî vegirtin ser vê axê
Çend bi hust di benîhovîtiya we de xeliyan
Ji lêdana qundarên tivîngên we
Çend dayikan berên xwe avêtin
Pêçekên çend zarokan bûne kefen
Pir serî hatin jêkirin
Û gelek caran em bi deste we hatin kuştin, ey harno!
Ji bir nabe geliyê zilan
Temberiyên hinekirî, newala qesaban
Bedenên di erdê de çandî
Bêrikên tije xwê, di canê zavan de
De bistirên şikeftno, çîrokên bê dawî
Destê dîrokê girêdan, roj qedexe kirin
Serdestî dane şevê
Şevên bi sa û tarî û dirêj
Zarokan ‘hewidiyên’ xwe nas kirin
Û welatê min termekî tevizî, li ser axeke ziwa, tî û qelişî
Di ser ezmaneki şil û bê rehm
Neqirîskên dawî lê didan dilên guvaştî
Û qertelên birçî govenda mirinê dirêsan
Û xwîn dikeliya
Tîna Herana germ, derguşa pêxemberan
Lorand zarokekî ser hişk
Ne jiyana heyî, ne mirin qebûl nekir
‘Bi arama bapîre xwe, e yî bê kurma xwarî’ mezin bû
Di çilê tûj de gul û gulçîn çand
Cot kir axa li ber mirinê
Bi ken kir rûyên zeximî
Yên bineliyê navbera herdu çavan
Pîr bibûn êdî gurên boz
Oraora wan li çiya û bajaran
Li derve û hundir
Gazî kirin hevkarên xwe
Torinên xwediyên destanên hovane,
Yên daristanên Wietnamê
Û psmamên qesabên sebra Kuşatîla
Û cîranên tirsonek
Werin em li hev par bikin, bikujin, tune bikin
Îro dora min e, û sibe hûn in
…Û hatin ‘araswanê’ mafên gura
Ey qehpe dinya tu çi dikî?!
Ma bi paçên gemarî awirên bazî têne veşartin
Ma zendên ku behçê azadiyê avdane
Bi kelepçên zingargirtî têne girêdan
Ma şêr di qefesa de hiltên ey bêbext dinya
De werin ey harno werin
Perçe perçe bikin canê min
Lê bizanibin
Şîrê ku min mêtiyê, yê jiyanê ye
Êdî hew bi min kare mirin
Ma li Qamişlo
Li Silêmaniyê
Li Ormiyê
Li Amed
Li nav çar dîwarên bêbext
Û li xerîbiyê
Bi sedan can çima şewitîn?
Ey wehşên bê însaf
Hûn nikarin roja me tarî bikin
Hêviya min xwişk û birayê min in
Bilind bikin dîwarên lêkirî
Av bidin kulîlkên çandî
Keda hostayê mezin e
Xwêdana dê û bavên me
Psmam û dotmamên çeleng e
Do bi darvekirin şêxên me
Daliqandin pîrên me
Li çarçîra bê deng hiştin dilê me
Û îro jî girêdidin dest û cavên apê me
Ey giravê nebêje ez perçeyek im ji xwezayê,
Nekeve hetka bêbextan
Ew dijminên xwezayê ne jî
Ma daristan ma ne li welatê min
Hîna bi milyonan mirov ber bi xwe venekşîne
Û tu ey dîrok
Ez bi serê xwe sund dixwim
Ez ê êdî nehêlim tu tenê reş bimeşî
Ez ê derawestînim
Hêvî li dora min e
sen
Şîrê ku min mêtiyê, yê jiyanê ye Êdî hew bi min kare mirin
Çen dayikan bı kundaxe tıfınge berexa avıtın
Ferhat yazıcı’ya selamlar onun vesilesiyle buldum bu güzel parçaları ❤️
dengê te dilê min dilerizand mamoste😢❤
te dil limin êşand her hebi
Dengê dili te saxbe ✌✌✌❤💛💚
Mırın xeşe ji vi hali
Dili te saxbe .😔😔😥
Seetate xeşbe
Ya Star 😪😪😪✌️✌️✌️
U cirânê tırsonek kurdên bênâmus
🌹🌹🙏🙏🙏🙏♥️♥️♥️♥️
😢😢😢😢
🌹
🌹🌷🌹🌷🌹