Seydayê Tîrêj - Şîna Mihemed Şêxo -- Rodi Alothman
HTML-код
- Опубликовано: 13 сен 2024
- Sed hezar ax û keser îro ji kovanên di kul
Her bi fîxan û bi qêrîn û hewar bavê felek
Ez li ser canê teyî şêrîn dikêşim dem bi dem
Hêsirê xwînê ji çavan têne xwar Bavê Felek
Leşkerê derd û xema îro bi êrîş têne dil
Qehremanê çerxê gerdûn payedar Bavê Felek
Zû ji nav êlê te bar kir ey hunermendê mezin
Reqs û govend û sema tev mane sar Bavê Felek
Konekî reş hat vegirtin ew li şûn warê teye
Têne govenda te îro bê jimar Bavê Felek
Deng û pêjin qet nema tên kanîn ew reng û nîşan
Sed mixabin ku ketin bin xakî sar Bavê Felek
Maye sawêrek li ber çavê me ew xortê ciwan
Ew dev û lêvên li ken ew peyv û zar Bavê Felek
Kanî ew dengê teyê zîz wek sura bayê siba
Dengê qêrîna qulingê ser zinar Bavê Felek
şalûrê deşta Silîva bilbilê baxê Xelat
Totiyê çayê Hekarê mûsîqar Bavê Felek
şehrê Qamişlo ji mer bû wargehê saz û Edeb
Mexelê Seyda û sazbendê komar Bavê Felek
Mehmedê şêxo bi hêvîme ji wê bejna zirav
Bik silavan li Cegerxwîn û Hejar Bavê Felek
Bihejî destê ewan box û beran û kuştiyan
Ji bedêla me mirovên dil fekar Bavê Felek
Xweş tu bawer be di can û dil me de her tê bijî
Qet ji bîr nakin xebata te tucar Bavê Felek
Rehmeta Yezdan ji dev Tîrêj li ser gora te be
Gor bibî mêrg û gulîstan û buhar Bavê Felek.