هومەر دزەیی Omer Dizey

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 24 дек 2024
  • Heya Kurd, ne tenê li Îraqê, belkî li hemû beşên Kurdistana dabeşkirî bi mafê xwe yê netewî negihe, ne mumkine Rojhilata Naverast rewşeke cihgire siyasî bi xwe bibîne, ev gotin yê Omer Dizeyî siyasetmedar û stranbêjê Başûrê Kurdistanê ye.
    Omer Dizeyî li sala 1936 a Zayînî, li gundê (Dûgirdikan) li deşta Hewlêrê ji dayîk bûye. Xwendina destpêkî li bajarê Hewlêrê, dest pêkiriye û piştre bo dirêjedan bi xwendinê diçe bajarê Kerkûk û Bexdayê, ji ber ku daxwaziya wî bo huner û stranan hebûye, û malbata wî zehmetî û asteng xistine ser rêka wî , lê wî ew yek erê nekir.
    Yekem strana xwe li sala 1955 a Zayînî, li bajarê Bexdayê tomar kir, li sala 1956 a Zayînî de jî bo xwendina xwe ço Enqerê, lê xwendina xwe bisedema vê yekî ku jî huner û sitran gotinê hez dikir, bi dawî neanî, ji ber hindê piştî salekê rû li bajarê Viyena dike û birwanameya Zanistên Siyasî bi dest xwe ve tîne.
    Her li Viyena digel Komeleya xwendekarên Kurdistanê aşna dibe û liser daxwaza Mam Celal li festîvala “Lawan” li Mosko beşdariyê dike ku nûnerê çendîn welatan di vê festîvalê de beşdar bûn, sala 1963ê dizivre Kurdistanê û li radyoya dengê Kurdistan li Mawetê, xebata xwe didomîne.
    Her li salên 60an de dest bi tomarkirina stranan dike ku li Kurdistanê dengvedanekî zêde lipeyxwe ve anî, li piraniya welatên Cîhan û Kurdistanê Konsêrt lidarxistine ku alîgirên zêde rû li konsêrtên wî kirine.
    Li salên 80an li govara “Karwan” de dest bi nivîsînê dike, û nasînek zêde digel piraniya nivîser û hunermendên Kurdistanê hebûye û heye, li sala 1966an de jî, du ji diyartirîn stranên xwe yên bi navên (Baxçey Paşa û Qijkalî Lêw Alî) kirine kilîp.
    Helbestên stranan ên Omer Dizeyî wêneya Rût û Îrotîk dixe ber bîserên xwe, ji ber hindê hinek kes li stranên Kurdî bi pêşengê wî warî dadinên, û di hember de ji aliyê komek kesên din ve rexne jê hatiye girtin, beşek zêde ji awaz û stranên Omer Dizeyî li mûzîka rojavayî yan biyanî hatiye wergirtin.
    Omer Dizeyî pitir ji 50 salan li derweyî welat jîya ye, li sala 1988ê de bo jiyanê diçe welatê Amerîka, heyamek li beşa Kurdî ya radyoya dengê Amerîka kar kiriye û li geşekirina wê radyo yê de rolek bi bandor hebûye, sala 2006ê liser daxwaza Mam Celal dizivire Kurdistanê û dibe Rawêjkarê Serkomarê Îraqê.

Комментарии •