KLİBA NU MALA CEMİLE SEYDA - SIDIQE QARLIOVA

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 27 авг 2024
  • SERHED MÜZİK

Комментарии • 20

  • @saittemel9958
    @saittemel9958 3 года назад +1

    Xweda xirabike mala kurdên xayîn

  • @MustafaDogan-tx3hc
    @MustafaDogan-tx3hc 5 лет назад +7

    ŞÊXLERÊN NAV GENIMAN - CEMÎLÊ
    SEYDA
    Ha dayê, ha dayê!
    De dayê sibe ye sibe ye, dilê min de xemê de,
    Min dî xeman û kulan daye ser min de.
    Xwedê xira bike mala Silêmanê Evdilqadir, Ûsivê Rehîmê, Omerê Kopelî.
    Min dî rabûne vê sibê ji malê,
    Her sê siwaran bi kêsî û ordameke giran,
    min dî bejnên xwe girê dan.
    Xeberê dide qereqola Bismilê,
    Dibê-je- “Başçawişo!
    Tu pirsa mehkûm û satên binê xetê ji min dikî.
    13 peya wa ne, li fetlê çivîkê,
    Li çola Çetelê, li çemê Dirikê, li kendalê Hesoşûjo,
    Li rasta Meledanê(Meredanê),
    Wa ne di xewê de, ji êvar de yuzbaşiyê Romê wa ye di nobeta wan de,
    Xwedê zane keko wa ne ji me wê
    de. Eger tu înan nakî filanê binî bêvan,
    Torinên Serhedê derbasî vî aliyê
    xetê bûne, ji êvar de mane di dehlê de.
    Dibê-je- wa ne di dehlê de,
    Başçawiş dibê-je-:
    “Silêmanê Evdilqadir, Ûsivê Rehîmê!
    Hûn nizanin serekên wan 13 mehkûman gelo kî û kî ne?”
    Dibê-je: “4 heb in.
    Yek jê re dibêjin Şêx Mîzbeh,kurê Şêx Nûredîn e.
    Yek jê re dibêjin Şêx Evdirehîm birayê Şêx Seîd Efendî ye.
    Yek jê re dibêjin Cemîlê Seyda, Licî ye, bavê Evdilbehrî ye.
    Yek jê re dibêjin Silhedînê Ferxê, mala Ûsivê Seydo ye.
    Li heyfa apê xwe digere,
    Li kuştina Omerê Mihyedînê*** Xiyan daîma dicehdîne.
    Bi leqeba Kurmancan jê re dibêjin ‘Lawê Seyidxanê Kirêdayê.”
    Ha dayê, ha dayê!De dayê sibe ye,
    Şerekî li me çêdibû îro,
    Li çemê Dirikê, li kendalê Hesoşûjo,
    Li fetlê çivîkê, li çola Çetelê,
    Li rasta Meledanê(Meredanê).
    Xwedê xira bike mala Silêmanê
    Evdilqadir, Ûsivê Rehîmê, Omerê Kopelî.
    Derpîspiyên Silîva, dekçiyên qeza Tirkan,
    Qizilbaşên dora Bismilê,
    Pêçaroxên Reşmiliyan,
    Keko ji berê de ehlê fesadî û tevdanê ne.
    Xeber dane Diyarbekir,
    Qolordiya mezin ji êvar de mindî elme danê***.
    Min dî ji êvar de elme danê**.
    Keko eskerê Romê giran e,
    Heta şeveqa sibê bi qamyon û makîneyan tev kişiyane.
    Di birê şeveqa sibê de, di diriqa rojê de,
    Di jêr de-jor de, min dî bi hev re alav(agir) danê.
    Heyatên van xortên nazik nema li ser darên girêkliyan.
    Diherike gola xwêydanê,
    Kesekî xêrxwaz jî tune xeberê bigihîne,
    Bi Seyitxan û Elîcan û Teyfîk rebigihîne.
    Bê-je: “çavê we rijiyano,
    Hela serê xwe rakin ji axên kendalan û mezelan.
    13 peyayan germa havînê, tîna Hezîranê,
    kelekela nava rojê,
    kirine nava geniman,
    Girtine gelo bi saxî ji xwe re ar(agir) berdanê.
    Dibê-je hewar hewar dayê, Heta ez sax bim li dinyayê
    Axîna van xortên delalî, Torinên Serhedê
    Hêsîrên nav geniman ji dilê min dernayê.
    Ha dayê, ha dayê! De dayê sibe ye sibe ye,
    Bejna Şêx Evdirehîm, mîrê zirav,
    Zirav e, ji dara ketê.
    Bila Xwedê xira bike mala
    Silêmanê Evdilqadir, Ûsivê Rehîmê, Omerê Kopelî.
    Derpîspiyên Silîva, dekçiyên qeza Tirkan,
    Qizilbaşên dora Bismilê, pêçaroxên dora Mêrdînê,
    Keko ji berê de Xwedê zane Ziya Beg cesûsê Hikûmetê ye.
    Xeber dane Diyarbekir, qolordiya mezin wekaletê.
    Dibê-je- 13 mehkûman, rextê Elamanan girê dane,
    Ji nîvê şevê derbas bûne keko vî aliyê xetê.
    Kesekî xêrxwaz jî tune,
    Xeberê bi Seyitxan û Elîcan û Teyfîk re bigihîne.
    Bê-je “De rabin.
    Çavê we rijiyano,
    Serê xwe rakin ji axên kendalan û mezelan.
    13 peyayan, van xortên delalî,
    Germa havînê kirine nava geniman, agir berdanê,
    Li ser serê xortan bûye roja heşr û nîzamê,
    Rojek ji roja qiyametê.
    Hewar hewar! De hewar vê sibê hewar nayê,
    Gazî dûr e, welle îmdada Kurdan xayîn e.
    Kesek bi îmdada xortan de nayê.
    Heta ez sax bim axîna van xortên delalî,
    Şêxlerên nav geniman,
    Tu car û caran ji dilê min dernayê..

    • @pivokhez
      @pivokhez 2 года назад +1

      Kekê mistefa sihhet xweş be , tiştekî rast bikim ,nabêje: mi dî xeman û kulan girtîye ser min de , dibêje xeman û kulan girtîye ser demê de.

  • @Rojda45ROJ45
    @Rojda45ROJ45 3 месяца назад

    ✌️✌️✌️✌️🇭🇷🇭🇷🇭🇷🇭🇷

  • @hasangures3004
    @hasangures3004 2 года назад

    Selamlar sancak bingöl ✌✌✌

  • @hasanyuksel1400
    @hasanyuksel1400 5 лет назад +8

    Diri diri yakılan 17 kürd Dirençilerin isimleri :
    1 -Şêx Evdirrehîm (Ş. Saîd Efendî’nin kardeşi )
    2 -Hesen Axa yê Palo
    3 -Şêx Mîzbah ( Şêx Fahri’nin kardeşi )
    4 -Cemîlê Seyda (Lice)
    5 -Xalitê Şerîf (Lice)
    6 -Evdilsemed (Lice)
    7 -Mehemedê Xatê (Lice)
    8 -Hecî Teyib (Lice)
    9 -Yuzbaşî Huseyin (Mardin)
    10 -Yuzbaşî Elî (Mardin)
    11 -Yuzbaşî Mistefa (Mardin)
    12 -Silheddîn (Seyidxanê Kerr’in oğlu )
    13 -Muşlu Hîlmî Beg
    14 -Silê Salikî
    15 -Yüzbaşı Mustafa (Mardin)
    16 -Yüzbaşî Ziya (Dersim)
    17-maalesef kimliği bilinmiyor

    • @abdullahcelik6952
      @abdullahcelik6952 3 года назад

      ALLAH RAHMET ETSİN MEKANLARI CENET OLSUN AMİN

    • @supihibayndr5796
      @supihibayndr5796 3 года назад

      Ne baba yiğitler verdik ama kürtler hâlen tc nin bırakmıyor

  • @mehmetkastarli625
    @mehmetkastarli625 3 года назад +1

    Allah halınızı bırakmasın sehet haş 👍 hale sıdık

  • @resuldogan7014
    @resuldogan7014 4 года назад +3

    Heya em nebin yek hertim emı herin yekbi yek düjmune me kürda embixane mixabin dermanı derdime yekiti yekîtiya meye

  • @ahmettanguner5368
    @ahmettanguner5368 5 лет назад +2

    Dile min mîna agir şewitî :(

  • @kahramanadam62
    @kahramanadam62 Год назад

    Bé namüs u xainé kürdan xelasnabın

  • @hasanduran6233
    @hasanduran6233 3 года назад

    Va zülüma ne tezeye neji dawiye ğüda baco mala hekkiye

  • @baverbingol7986
    @baverbingol7986 8 лет назад +3

    şehîdê nav geniman

  • @hasanyuksel1400
    @hasanyuksel1400 5 лет назад

    Torını serhedi hızırı naw genıma

  • @interchange5058
    @interchange5058 4 года назад +1

    Kürdistan fedaisi(muşlu hilmi yıldırım)

  • @gulsumdemir5471
    @gulsumdemir5471 5 лет назад

    8*