Şivan Perwer - Li Min Dayê
HTML-код
- Опубликовано: 12 сен 2024
- Şivan Perwer - Li Min Dayê - 1980 Hay Dil - Xanê Albümden çıkarılan bir eser...
AX LI MIN Ê DAYÊ (Rojhilatê Kürdistan - Xumeyni)
Hey lê lê, hey lo lo, li min hayê li minê lê lê
Dîsa dibihîzim dengekî dîsa tê qêrîn û hawar
Hey li minê dayê li minê lê lê, ax li minê lê lê dayê,
Dîsa tê dengek ji dûr, ji dûr, ji dilêm,
Ji Rojhilatê Kurdistan, ji Rojavayê Îran
Xwe dide agahdarkirin nalîn û birîndar kirin
Cegera min xwîn kirin lê dayê lê lê
Dîsa tê dengê hesreta jîna Kurdistan
Li her derê gotin û fêrz li hinekan bûye rik û tirs
Li pey gelek malmîratî û xwînrijî, xwîna Kurdan dîsa dirijî
Hey li minê lê lê , lê lê, ax li minê dayê lê lê
Hey li minê lê lê dîsa êrîş dikin leşkerên dilpijokên xwînê
Yên paşverûkan ên Xumênî kalên paşverû softên dilgemarî
Heyla li minê lê dayê dîsan dest bilind dikin weke Hîtlerê faşîst
Weke dest radikin biryar didin dest radikin dibêjin êrîş bikin
Herin bi napalm, bombe bi balafir û bombardiman
Bi tank û top tarûmar bikin malwêrat bikin gund û bajarên Kurdan
Weyla li minê lê dayê wiy. Ax li minê lê lê lê, lê lê
Heyla li minê lê dayê wiy ax.
Hey li minê lê, têne ser Kurdistana rengîn û xemgîn
Wekî bêjin Ereb dîsan diçilmisînin kulîlk û sosin
Newroz û binefş kulîlkên nû vekirî û hîn geş
Dîsan tên kuştin û li ber lingan diherin zork û jin
Hey li minê lê dayê. Dîsa dirijînin xwîna mirovên bê guneh.
Dirijînin xwîna gelê min hey lê lê,
Hey lê lê dayê, hawar hawar ax dîsan bi axîna welat
Tê dengek ji Kurdistan, ji rojhilat, ji rojava ji başûr, ji bakur
Hey li minê lê dayê, ax li mino.
Hey li minê lê li hemberî wan deng didin deşt û gelî
Zinar û lat bîrewariya rojhilat deng tê ji çiyan ji baniyan
Hildiweşin ser milîsên paşverûkan de
Bawerî û bîrewerî didin ser xaka Kurdistan
Ceng û şer hawar û gazî ling didin erdê pêşmergeyên qehreman
Ji bo ji bin lingan xilas bikin namûsa Kurdan
Li minê lê dayê lê lê lê, ax li minê wiy
Li gel bez û rev, êrîş û girtin.
Girtina heftê û heft kesên can feda
Heftê û heft kesên gernas û dozevan ên doza min
Di nava destên dilpijokên xwînê de
Serî didan lê dîsa ne ditirsiyan
Nokerên Xumênî yên mejî genî
Dil gemar ditirsiyan ji mirina wan lê dayê
Bi mirina xwe jî tirs dikir dilê mêrkujan
Serê wan bilind wexta dihat ber bi şîn kirin
Singê wan fireh baweriya wan li cih
Digotin doz ne tenê rizgar kirin û ne mirin e
Doz di rizgarkirin û mirin her du hebin.
Bi yek dil û yek mil li hev dinêrîn û bang didan
Digotin bijî Kurdistan, bijî Kurdistan
Dengê wan li cîhanê belav bû û cîhan rengîn bû
Her biji ozanê kürd dengê welatê mên Şivan Perwer ❤️❤️❤️❤️🌹🖐🏾🙏🏿 mala te ava apêmin 🖐🏾🖐🏾
Yav allahini seven bana desinki bu çığlık bu haykırış yav bu sesi sana veren allaha kurban olayim ve o sese kendi sanatini vede ezilen kürt halkini ve ezilen her halki anlattığın icin sana minetarim iki elerinden öperim
insanı alıp derin derin çok derinlere götürüyor sesin hep var olacak sen bir efsanesin bütün sanatın babasısın . kabul etmeyen Kürt olmamıştır
هەر بژی کۆردو هەر بژی کۆردستان🔥،
هەر بژی مامۆستا شوانی هێژا🌹،
😑#شوان_پەروەر💥
🙏
❤☀️💚
❤❤❤
Awaz u gotin sipas ji bo te
Spasxweş hevalo, ji bo te jî hevalê Ronî 21