Şivan Perwer Hepsa Diyarbekir

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 25 сен 2022
  • Şivan Perwer Hepsa Diyarbekir (Kurê Min De Lorî Lorî)
    Strana Hepsa Diyarbekir ji albûma Hay Dil hatibû derxistin...
    HEPSA DIYARBEKIR
    Kurê min bavê te ji Hepsa Diyarbekir
    Ji bo me şandiye daku tu negirî oy oy oy
    Kurê min bavê te ji Hepsa Diyarbekir
    Ji me re rêkiriye daku tu negirî oy oy oy
    Dibêje bila kurê min mezin be
    Dawa û doza xwe gerek jibîr neke de lorî lorî
    De lorî lorî berxê min lorî oy oy oy
    Dayîk bi gorî de lorî lorî
    Kurê min bavê te ji binê zindanê
    Apê te rêkirin milê din cîhanê oy oy oy
    Yek tê hingavtin yek li ber xwe dide
    Yek dinivîsîne ya serxwebûnê de lorî lorî
    De lorî lorî berxê min lorî oy oy oy
    Dayîk bi gorî de lorî lorî
    De lorî lorî bavê min lorî oy oy oy
    Dayîk bi gorî de lorî lorî
    Kurê min xalê te ji Hepsa Rihayê
    Name rêkiriye dibêje gune ye oy oy oy
    Kurê min xalê te ji Hepsa Ûrfayê
    Name şandiye dibêje gune ye oy oy oy
    Dibêjin bi darxin yan jî bikujin
    Heqê doza wî li ser me heye de megirî megirî
    De megirî megirî oy oy oy bavê min megirî oy oy oy
    Dayîk bi gorî oy oy oy
    De lorî lorî sebra min lorî oy oy oy
    Dayîk bi gorî de lorî lorî
    Kurê min hogirên me li serê çiyan
    Bi çek û rextan bûne partîzan oy oy oy
    Ji bo welatê me rizgar bikin
    Hevgirtine li hember zoriya cîhan de lorî lorî
    De lorî lorî berxê min lorî oy oy oy
    Dayîk bi gorî de lorî lorî
    De lorî lorî sebra min lorî oy oy oy
    Dayîk bi gorî de lorî lorî
    Kurê min mêzeke xalê te Şivan
    Zû de dûrketiye ji Kurdistan oy oy oy
    Bi helbestên jêre bişîne
    Doza apo xal da bîne ziman de lorî lorî
    Vê helbestê jêre bişîne
    Bila bixwîne li ser Kurdistan de lorî lorî
    De lorî lorî bavê min lorî oy oy oy
    Dayîk bi gorî de lorî lorî
    Oy oy oy
  • РазвлеченияРазвлечения

Комментарии • 9

  • @blackfalcon6941
    @blackfalcon6941 Год назад +6

    Ev kijan strane min qet nebihistiye heya niha ya kengê ye

    • @hasanmutlu6676
      @hasanmutlu6676 Год назад +3

      ev stran ya sala 1980 ye. Ev stran di albuma Hay Dil de bu. Piştre dema Ses Plak u Pel Record albuman nu derdixe hin stranen zede tuj an ji siyasi je derdixe. Ev ji yek ji wan stranan e. Nave we Hepsa Diyarbekir e u li ser girtiyen Kurd en di zindana Amede de hatiye nivsandin u gotin.

  • @Cekdar.barann
    @Cekdar.barann 7 месяцев назад

    Bu eserini ilk defa duydum 😢😢😢

  • @abdoravensburg3792
    @abdoravensburg3792 5 месяцев назад

    Bjî kurd û Kurdistan

  • @abdoravensburg3792
    @abdoravensburg3792 8 месяцев назад

    Dinya vanîyê flak xayînê.
    🙏🙏🌹✌️

  • @abdoravensburg3792
    @abdoravensburg3792 6 месяцев назад

    Rêz û slav tu nameré

  • @servetserkansd774
    @servetserkansd774 9 месяцев назад +1

    Sen imparator sun sen bir değersin sen bir efsanesine hep böyle kalacak seni tanımayan ve anlamayan kendini anlamamış

  • @mahmutkeserci3491
    @mahmutkeserci3491 Год назад +2

    Her biji ozanê kürd dengê welatê mên Şivan Perwer 🙏🙏🙏🙏😍😍

  • @bin970
    @bin970 18 дней назад

    teyyibin eteğini giyen adam mitin yüzkarası.ama üstüne santçı tanımam