Azad Penaber - Ez Nizanim Çi Bêjim - Cegerxwîn (Helbest Kurdî)

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 18 окт 2024
  • Gotinên Helbestê:
    Heval, ez bilûrvan im
    Dengê saza hozan im
    Ji we ez dilgiran im
    Ez nizanim çi bêjim
    Ez bilûra Marks im
    Dengê rista Bêkes im
    Ji hêvîyan avis im
    Ez nizanim çi bêjim
    Ez daxwaza Xanî me
    Rewşa neqşê Manî me
    Di ristê de kanî me
    Ez nizanim çi bêjim
    Arê dilê Cizîrî
    Tava tora Herîrî
    Ez nûjen im bi pîrî
    Ez nizanim çi bêjim
    Nakin dengê saza min
    Guh nadin awaza min
    Yan nizanin raza min
    Ez nizanim çi bêjim
    Ez Mûsayê Hesar im
    Ji we tevan dilsar im
    Lê ez bi we nikarim
    Ez nizanim çi bêjim
    Çiman hemî nabin yek
    Leşker nakin lek bi lek
    Kanîn ew Bircên belek
    Ez nizanim çi bêjim
    Hirç ketine nava rez
    Gur ji hawîr têne pez
    Ji xew rabin em bi lez
    Ez nizanim çi bêjim
    Çi ne ev êl û eşîr?
    Ne beg maye ne jî mîr
    Ji dijmin re bûn Cizîr
    Ez nizanim çi bêjim
    şêxên bi cibe û şaş
    Xwe ji olê dane paş
    Hemî bûne gornebaş
    Ez nizanim çi bêjim
    Ey xortê ku ji nû tê!
    Ê ku di nav zikê dê
    Yan jî di pişta bavê
    Ez nizanim çi bêjim
    Ji bo we ez vê sazê
    Xweş lê didim bi gazê
    Bi daxwaz û nîyazê
    Ez nizanim çi bêjim
    Ev daxwaza me pir kûr
    Mûsa, min ew bir Tûr
    îsa, min ew kire nûr
    Ez nizanim çi bêjim
    Ez millet im, ez mirov
    Sedê bîsta neman hov
    Direşênim bo we tov
    Ez nizanim çi bêjim
    Ji bo we min gelek hişt
    Hin dîwan û hin nivişt
    Gol ji avê bûye mişt
    Ez nizanim çi bêjim
    Sivik çû bihara min
    Zer bûn pelê dara min
    Dûr dûr diçî yara min
    Ez nizanim çi bêjim
    Serî sipî bûye pûş
    Per şikestî Qereqûş
    Ez dinalim li Merûş
    Ez nizanim çi bêjim
    Perçe bûne lek bi lek
    Hemî bazên qerbelek
    Kengî karin bibin yek?
    Ez nizanim çi bêjim
    Dipeyivin pir qelew
    Ji dijmin re çêlekew
    Çawan serî dixin xew
    Ez nizanim çi bêjim
    Heta dil ranewestî
    Ez nabêjim bi sistî
    Kêr gihaye ser hestî
    Ez nizanim çi bêjim
    Xwendewarên kurên Kurd
    Em li qada xwe zigurd
    Bes in kul û xem û derd
    Ez nizanim çi bêjim
    Hemî destan bidin hev
    Xebat bikin roj û şev
    Ji dil dibêm, ne bes dev
    Ez nizanim çi bêjim
    Weke hev in ev û ew
    Win guh medin tev derew
    Millet şiyar bû ji xew
    Ez nizanim çi bêjim
    Millet tenê dikarî
    Xweş hilgirî vî barî
    Ristê bikî hevparî
    Ez nizanim çi bêjim
    Win dixwênin ji bo çî?
    Ma nabênin li her cî
    Cihan ber bi pêş diçî
    Ez nizanim çi bêjim
    Dijmin li her cî û şop
    Xwedîtang û xwedîtop
    Li me dikin qopeqop
    Ez nizanim çi bêjim
    Nabênin dijminên xwe
    Her tişt birin ji bo xwe
    Li min sor bû kiloxe
    Ez nizanim çi bêjim
    Dibin destan hezar sal
    Dane dijmin qad û mal
    Berdin şopa bav û kal!
    Ez nizanim çi bêjim
    Bav û kalên me nezan
    Pez berdane bê şivan
    Xanî bûbû bilûrvan!
    Ez nizanim çi bêjim
    Ne ez Xan im, ne Xanî
    Ne Zerdeşt, ne Manî
    Li xwe kir bargiranî
    Ez nizanim çi bêjim
    Ne gernas im, ne egîd
    Ez şêxmûs im, bê mirîd
    Lê dilewkim wek berîd
    Ez nizanim çi bêjim
    Di ristê de çi merd im
    Dil bi kul û bi derd im
    Xwîna şehîdên Kurd im
    Ez nizanim çi bêjim
    Ronikên xwişk û diya
    Ez axîna sêwîya
    Ez gazinên jinbîya
    Ez nizanim çi bêjim
    Ez hêvîyên girtiyan
    Jana dilên birçîyan
    Serma laşên bêcîyan
    Ez nizanim çi bêjim
    Ez dixana napalim
    Xwîna sînga delal im
    Hawar im, nalenal im
    Ez nizanim çi bêjim
    Ez dengê wan hejaran
    Ketim şax û zinaran
    Ez ew benê sêdaran
    Ez nizanim çi bêjim
    Heq bi zor e di jînê
    Ez dilbijê evînê
    Çi tê ji vê girînê?
    Ez nizanim çi bêjim
    Keko, ez Cegerxwîn im
    Dil bi kul û birîn im
    Van ayetan dixwînim
    Ez nizanim çi bêjim
    Helbest: Cegerxwîn
    Deng: Azad Penaber
    Muzîk: • Exodus
    Albûma Helbestên Kûrdî:
    • Helbestên Kurdî - Kürt...
    Albûma Helbestên Kurdî Spotify:
    open.spotify.c...
    İnstagram:
    / azadpenaber
    Twitter :
    / azadpenaber
    Kitap - Pirtûk: play.google.co...
    Helbest, Helbestên Kurdî, Helbestên Deng, Edebiyata Kurdî, Helbestên Evîne, Helbestên hesretê, kürtçe şiirler, kürtçe duygısa şiir, kürtçe anlamlı sözler ve şiirler, kürt edebiyatı, kürtçe edebiyatı, kurdish literatur, Kurdish Poems, Cegerxwîn, Feqiye Teyran, Ehmedê Xanî, Renas Jiyan, Berken Bereh, Kawa Nemir, Arjen Arî, Melayê Cizîrî, Ebdila Peşêw, Ferhad Merdê, Rojen Barnas, Helbesta Kurdî, Helbestên Azadiyê, Helbestên ji Helbestvanên Cihanê, Helbestên ji Pirtûkan
    #azadpenaber #helbest #helbestenkurdi #kurdi

Комментарии • 25

  • @zaragan9157
    @zaragan9157 Год назад +8

    Ji Kurda pir leheng , egît , merxas û zana derketîye....Lê mixabin du nav, navdartirînê wana hemîya ye ; Ehmedê Xanî û Cegerxwîn...

  • @kurdbunrastralizm
    @kurdbunrastralizm Год назад +4

    Ez nizanim çi bêjim
    Ez nabêjim bi sistî,
    Kêr gihaye ser hestî….
    Welatperestî
    Em tev di nav de jar û şikestî
    Bes e metirse, kêr giha hestî kêr giha hestî…
    Cigerxwîn
    “Guh biden Cigerxwîn. Şireta Cigerxwîn bikin nivişt hevalen heja”..!

  • @saimtek
    @saimtek Год назад +1

    Her hebi ape azad❤

  • @Berkel2002
    @Berkel2002 Год назад +1

    Zor zor spas kek hêja❤

  • @rukenbulut8656
    @rukenbulut8656 Год назад +5

    Wisa xweşe ez nizanim çi bêjim 🙏🏻☀️

  • @miradelal1672
    @miradelal1672 Год назад +1

    ❤❤❤❤

  • @Stddd.x
    @Stddd.x Год назад +3

    Di ber vê kedê stûyê xwe ditewînim...

  • @relaxationroom4166
    @relaxationroom4166 Год назад +3

    Xwendewarên kur û keçên kurd
    Em li qada xwe zigurd… ….Hemî destan bidin hev…
    …win dixwênin ji bo çi ?..
    …nabênin dijminên xwe…
    …bav û kalên me nezan…
    …Di ristê de çi merd im…
    …Ronîkin xwişk û dîya..

  • @Fero21
    @Fero21 Год назад +2

    Her bijî huner li dinê be ❤️🙏🏻

  • @miradelal1672
    @miradelal1672 Год назад

    Bir ses tonuna aşık olmuştum
    Benimde hikayem böyle

  • @zaragan9157
    @zaragan9157 Год назад +3

    ❤❤❤❤❤❤❤❤🌹🌹🌹🌹🌹🌹🌹🌹❤❤❤❤❤❤❤❤❤

  • @zaragan9157
    @zaragan9157 Год назад +3

    ❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤

  • @zazakikirdi4316
    @zazakikirdi4316 Год назад +2

    Tu her hebî ❤️👏

  • @avachya2619
    @avachya2619 Год назад +1

    ❤❤❤❤❤❤❤❤❤ 7:11

  • @avachya2619
    @avachya2619 Год назад +1

    ❤❤❤❤❤🎉❤❤❤❤❤🎉❤❤❤❤❤

  • @avachya2619
    @avachya2619 Год назад +1

    ❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤ 7:25

  • @Aryanewatebar
    @Aryanewatebar Год назад

    ✌🏿

  • @avachya2619
    @avachya2619 Год назад +2

    ❤❤❤❤❤❤

  • @SEDAT549
    @SEDAT549 Год назад +3

    ❤❤❤

  • @avachya2619
    @avachya2619 Год назад +2

    ❤❤❤❤❤

  •  Год назад +1

    ❤❤❤