Yehya Omerî - Qesîdeyek Ji Bo Bîra Te (Deng: Erol Şaybak)

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 29 окт 2024
  • Yehya Omerî - Qesîdeyek Ji Bo Bîra Te
    Deng: Erol Şaybak
    Vîdyo: Ronî
    Jêrenivîs: Rênas Xendekî
    ti zarokên min nema ku neketin wan bîran
    bese li van deran ji yusivê kenan meke behs.
    şivan kuştin bêrî belav bû, îşlikek bû çar perçe
    rahêje çekên xwe û ji wan gur û wawîkan meke behs.
    hemû gulan di biharan de xwe bi ser çiyayan re çilmisandin
    rûnê û ji wan bilbilan re ji vê bêhnê meke behs.
    leyla û mazlumên min hene çiya û welatan bilind dikin bi lîlîyên xwe
    ji kerema xwe re ji che û jaenne d'arc an meke behs.
    dengbêjên min jî hene li kendelan evdal in xanî û feqî ne
    temam ji homeros, shakespeare û hafiz an meke behs.
    ey yê ku bi devê çiya û bi ramûsanên deştên xwe nizane
    huş be! ji wan sîng û berên metropolên biyanan meke behs.
    Yehya Omerî
    ASOYA HELBESTA KURDΰ
    3yê Kanûnê. 2015
    TÊKILÎ
    Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
    Twitter: @asoyahelbesta
    Facebook/RUclips: Asoya Helbesta Kurdî

Комментарии • 4