Aram Tigran - Dilbera Dilber

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 13 сен 2024
  • Aram Tigran - Dilbera Dilber
    DOWLOAND: itunes.apple.c...

Комментарии • 3

  • @Eysegonul9878
    @Eysegonul9878 Год назад +2

    Feqiyê Teyran - Ey Dîlberê
    🎶🌼❤️🦋🌻🌹🌷☀️
    ey dîlberê, ey dîlberê
    wey nazika dêmqemerê,
    qamet ji mûma fenerê,
    wêran ez im, malim xirab.
    ey dîlbera gerden letîf,
    wey nazika qamet elîf,
    qamet ji reyhana zerîf,
    wêran ez im, malim xirab.
    💙🐦💚🍃🕊️🤍
    ey dîlbera bejin zirav
    dêm şûşeya tijî gulav
    wey esmera tilî zirav
    wêran ez im, malim xirab
    ey dîlbera gerden ji `ac,
    wey nazika mislê zucac,
    qamet ji rey`hana qirac,
    wêran ez im, malim xirab.
    ey dîlbera qamet mîsal,
    wey nazika dêmî şepal,
    `işq û me`hebet min li bal
    wêran ez im, malim xirab.
    ey dîlberê, way dîlberê,
    feryad ji destê kederê,
    cur`ek ji ava kewserê,
    wêran ez im, malim xirab.
    subhan ji şahê zulcelal
    wey nazika sahibcemal
    ji xwendinê kirim betal
    weran ez im, malim xirab
    çavan hiltînî bi mest e,
    cindiya misrî bi dest e,
    l` kuştina min te bi qest e,
    wêran ez im, malim xirab.
    tu bi qesta min dikujî,
    tu kafira, dil nasujî,
    gelek sotim kirim rijî,
    wêran ez im, malim xirab.
    gelek sotim, kirim kibab,
    kirye bi min, sed reng xirab,
    ya "leytenî kuntû turab",
    wêran ez im, malim xirab.
    ya "leytenî kuntû fexûr",
    wey nazika min te ji dûr,
    bê hiş kirim xalê di hûr,
    wêran ez im, malim xirab.
    bê hiş kirim xalê di qer,
    biskê siyah, zulfêd qemer,
    `işq û muhbeta min li ser
    wêran ez im, malim xirab.
    sotim, birajtim bê `hisab,
    lê pirsî bo kirme kebab,
    kirye bi min sed reng `ezab,
    wêran ez im, malim xirab.
    sub`han ji şahê bi tinê,
    xalek ji xala gerdenê,
    ez dîn kirim berdam dinê,
    wêran ez im, malim xirab.
    `işqa mecaz peyda bûye,
    îro li min dijwar bûye,
    hîvî dikim `heqîqî ye,
    wêran ez im, malim xirab...🌹
    03.03.23💐🐞🦚🙏

  • @salahafrin2710
    @salahafrin2710 2 года назад

    Dilovanîye xwedê li te bê mamoste min