Osman Mehmed - Di Ser Şevê Re Têm (Deng: Selîm Akgul) [Jêrenivîs]

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 28 авг 2024
  • Helbest: Osman Mehmed - Di Ser Şevê Re Têm
    Deng: Selîm Akgul
    Wêne: Cizîr, Roja Newrozê, 21.03.2016
    Amadekirin: Asoya Helbesta Kurdî
    di ser şevê re têm
    gava kes li qeraxê şevê nema
    ez ê lê bim
    bi sirsirkên ku bêhtir li şevên kolan dizîn
    û stêrkên ku bi mirina xwe nahisin...
    ez ê lê bim
    eynî li wê derê
    ku kezî zuxirkî ne li wir û memik şahîk in
    ji bo bêhêviya şekirîn
    -ku ji ber xwîna heyamê ya tozgerên
    li heft qurçikên dil melkes in
    û toza li ser rû bi ezxulamtiya ba dixapînin-
    gava kes li qeraxê şevê nema
    ez ê lê bim
    lomeyan neke ey ba bi serê sin
    ku baz û tavê li yek hêlînê dicivîne
    ez ê ji tefîna du dengên li kêleka rû bizabim
    û xencera ku destê xwe ji gulê şûştiye:
    ku agir e û ji zû ve li vir e
    şeveke agirê daran
    û esreke xweliya hestiyan...
    tu nebêje
    heke şev li xwe mikur nehat û negot:
    bejna min ne tak rîhana li ber şekan e
    û hew gidî gidyano...
    ne wek berê ye mana min a li çol û beyar û kavilan
    li nik havîn û dest û keviran.
    ji ser xwe birin sawa min
    kevanê keman û dizên evînê
    aax, û jerg û dilê min du awir in, du kêl
    û xwe li ava Bûnisrayê mehr kirine!..
    û neke mitale tu ey tav
    ku te dît kesek nîne li şevê
    tu bizanî
    bêyî piştiyê hawarê ez ê lê bim!
    û ez ê li erbaneyê xim heta ku şev hebe
    û derwêşê roniyê...
    - bi erbaneya ku min ji destên wî girtiye...
    (derwêş li hemû qudb û qesrên dil bû
    û ronî ji evînên rûterikî re mexel hingî;
    gava ew pevçûna hefsed aliyên dilekî fetisî
    ji delavê birîna xencer û şûr dirijiya
    û li xwîna di laş de ya kokelên nû dihate xezebê)
    gava kes li qeraxê şevê nema
    ez ê lê bim
    tu were...
    _____________
    Osman Mehmed
    gulûcinûkavil, weşanên avesta, 2002, stenbol
    》Asoya Helbesta Kurdî
    TÊKILÎ
    》Facebook/RUclips: Asoya Helbesta Kurdî
    》Twitter: @asoyahelbesta
    》Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
    》》Google Play Asoya Helbesta Kurdî: play.google.co...
    [Etîketên Beredayî: Osman mehmed di ser şevê, helbestên kurdî, kürtçe şiir, selîm akgul, Osman mehmed, asoya helbesta kurdî, di ser şevê re têm, osman Mehmed di ser şevê re têm, guhdar bike, kurdish poems, helbest, yt:cc=on, mehmet selim akgul, osman mehmed şiir, helbestên osman mehmed, amed, jêrenivîs, osman, mehmed, selim akgul şiir, helbest kurdi, helbesta, helbesta azadiye, helbest şiir, helbeste kurdi, helbest jiyan, kürtçe helbest, helbest stran, kürtçe şiir, kürtçe şiiri, kürtçe şiir alt yazılı, mükemmel bir kürtçe şiir, kürtçe şiir türkçe çeviri, en güzel kürtçe şiir, kürtçe şiir fon, mükemmel kürtçe şiir, kürtçe şiir okuyan, kürtçe şiir osman, kürtçe şiir 2018, kürtçe şiir 2017

Комментарии • 12