Tuncay Ozel - Newêrim (Ji Dengê Wî)

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 13 сен 2024
  • Tuncay Ozel - Newêrim
    Dîmen: pexels.com
    Muzîk: Tara Jaff, twitter
    Amadekar: Rênas Xendekî
    Warê Helbestê ©
    "Asoya Helbesta Kurdî"
    Newêrim bifikirim...
    Ditirsim ji her tiştên di derbarê te de
    Mînak ji kulîlkan qet hez nakim
    îmana min diçe ji metro û metrobûsan
    Newêrim li stranê evîniyê guhdar bikim
    guhê min ker e êdî ji dengbêjan re
    Tûerd di gewriya min de naçin êdî
    Min xatir xwest ji şerava nîvro
    Maçkirina li xwirîniyê
    Sermestiya êvarê û cixara pişt pevşabûnê
    Tu qam û qidûmê min nîn e êdî ji bo meşa rêya te
    Şikestî me ji awirên çavên te
    Ji bijangê te xeyîdî me
    Newêrim...
    Ez newêrekekî dera hanê me
    Ji vî bajarî ditirsim ji vê behrê, ji vê qadê û ji hemû avahiyên ku şahîdiya rêçên lingên me kirine
    Ew kevirên ku em lê eliqîne
    Ew dost û nasên ku me silav li wan kiriye û xeyalên ke me bi hev re kiriye
    Mînak mehdê min dixele ji kincê bûk û zavan, zarokên keçik û ji xopana Samatya
    Newêrim bêjim mêr im
    Nemêrim êdî hemû mirovên dinê re destbirak im, kavirekî bê fal im
    Kûçikekî kesixandî, marekî bê kiras im nayêm guhertin
    Min dev ji xwe berda
    Xwe, min, ez, hez, hew...
    Tuncay Ozel
    Warê Helbestê ©
    "Asoya Helbesta Kurdî"
    🌸 Silav! 🌸
    Hûn bi xêr hatin qenala "Warê Helbestê: Asoya Helbesta Kurdî"
    Ev der dengê helbesta kurdî ye.
    BIBE ABONE:
    1 - Warê Helbestê
    ➤ / warê helbestê
    2 - Asoya Helbesta Kurdî
    ➤ / asoyahelbestakurdî
    Lîste: KORONA-HELBEST
    ➤ • "Helbest Di Çaxê Koron...
    Lîste: VÎDYOYÊN HERÎ BAŞ
    ➤ • Vîdyoyên Herî Baş
    Lîste: HELBESTÊN KURDÎ
    ➤ • Helbestên Kurdî
    Lîste: DENGBÊJÎ
    ➤ • Dengbêjî
    MEDYA CIVAKÎ:
    Twitter: ➤ / asoyahelbesta
    Facebook: ➤ / asoyahelbesta
    Instagram:➤ / asoyahelbesta
    Ji bo darîkirinê mala we ava.
    Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :)
    Dema we xweş
  • ВидеоклипыВидеоклипы

Комментарии • 7

  • @ahmetyavuz679
    @ahmetyavuz679 2 года назад +1

    Ne heyfa te û vê helbestê kû te ji bo kesek heq nake nivîsandiye.

  • @nubihar.6786
    @nubihar.6786 2 года назад +1

    Dest xwş Mamoste 👏👏

  • @sikritoristani8938
    @sikritoristani8938 2 года назад

    Na na baş bu..

  •  2 года назад

    Kî ji bo gotinek Kurdî kedê dide hezar carî seheta wan xweş be. Her hebî, her bi zimanê me binivîsî û ji me re helbestên xwe bixwînî👏👏

  • @candakurdan
    @candakurdan 2 года назад

    ☀️🌸 zor spas. Carinan mirov nikare xwe bide nasîn :/

  • @abdullahkuzucu3237
    @abdullahkuzucu3237 2 года назад

    Çi heyfa wê helbestê û çi heyfa denge te ew video ev kas hindik hatiye guhdarkirin

    •  2 года назад

      me nû belav kir :) bi alîkariya we wê bigihe gelek kesan, ji ber wê xêra xwe parve bikin