Çirçirkeke Meha Tebaxê - helbest - Egîd Civyan - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)
HTML-код
- Опубликовано: 15 фев 2024
- #helbest
music: Ehmedê Çep
Şehîd Egîd Civyan ev helbesta han ji bo şehîd Merwan Reşo nivîsiye.
ÇIRÇIRKEKE MEHA TEBAXÊ
Ha iha...
Tu bêsilav veqetiyayî,
Te li pey xwe nenêriyî û çûyî,
de ez niha çi bêjim,
Gelo ez çongên xwe bidim erdê û biqîrim
li wan pêjnên nediyar ên li pişt Çiyayê Qaf,
Erê, erê ez dizanim,
te hez nedikir ji veqetîn û xatirxwestinê,
Ez dizanim, eger hebe hezkiriyên me,
em wan dixin nava dilê xwe û diçin,
Û em vê hezkirinê bi bêdengiya xwe parve dikin,
Hevrê û hevalê min!
Bawer bike ku ev veqetîn û çûna te ya ji nişkê ve
gelekî li min giran hat,
ewçend li min giran hat,
dîwarê hişk ê li dorbera dilê min herifîn,
ewçend hejiyam min go qey erd hejiya,
Û ewçend ez êşandim, riha min a min ji bo te berda bû,
bi carekê spî bû,
Ma ne sozên me hebûn...
Me ew di nava rihên xwe de veşartibûn,
Û niha ez ewçend ji xwe ditirsim,
ez nikarim vegerim û li pey xwe binêrim,
Li her derê TU heye,
Me bi darên kizwanan agir dadabû,
Me li dora agirê wî yê bi sotikên ronak,
xweş civat digerand,
di wan sohbetan de,
te cixara xwe dipêça,
îca pirtikên kaxizê bi lêvên te ve diman,
te dî îca ew cixare jî qaçax bû,
Me ne te digot
"Dema vê dara sêvê kulîlk vekirin resmê wê bigirin"
Îca bi pişkivîna her bişkokê,
Bi tiqtiqa her kenekî ji can û dil,
Û di dengê her çirçirkeke meha Tebaxê de her TU heye,
Êdî em nikarin xwe ragirin
li vê TUnebûna bêyî TE,
em hîn nabin
Ji bo xatirê ew tiştên me xwest bikin û nikarîbûn bikin,
Ji bo xatirê ew tiştên me xwest bibêjin û nikarîbûn bibêjin,
hema tenê ji bo xatirê wan...
Lê dîsa jî zehmet e, mirov hînî tunebûna te bibe,
Hela tew ew kenê te...
Ew kenê te ku bi asîmanan ve dima,
Ew kenê te ku stêrk jê dihesidîn,
Hey malmîratno ma mirov gulle berdide wî kenî...
Her buhar li ÇARÇELAYÊ kulîlkê bi rengê te vebin
Û tevahiya Nîsanê,
geliyê Avaşînê wê bi bêhna te tijî bibe
TU yê bibe sedem
da ku di Nîsanê de buhar bê...
Egîd Civyan ev helbesta hanê ji bo şehîd Mervan Reşo nivîsandiye.
❤❤❤❤❤❤
Şehid nemeren ❤❤❤❤
Qehreman namirin 😔
⚘ 🦅⚘
Kurdistan a şerîn gelek cangûrî yê herî hêja di seng a xwede veşartin û canêwan bigermî himèz dike. Şehîd namirin 😭
🎉❤🎉Şehîd namîrîn❤🎉❤🎉
Pakrawan
❤️❤️❤️❤️
🌹🌹🌹🌹🌹
❤❤❤
Tu her bijii Resadcan ❤❤❤❤❤❤❤
❤❤😢
Biji pakrwanên kurdstan ,sipas mamosta Reşad
Seat xweş mamoste tu her hebî...
Sehid namirin 😢
Şehit namırın😢
Sihet xweş Seyda
😢
Hevaleki geleki ullmi bŭ.yazix.😭💥✍️🇨🇲❤❤❤❤
şehîd namirn 💔💔
❤❤ ❤😊
Fermandarê me tu namirî🥀
Bi rêzdarî û hurmet dewrêşê şengalê lehengîyate tu carî nayê jibirkirin 🥀😢
❤️🔥❤️🔥❤️🔥❤️🔥❤️🔥❤️🔥
❤️❤️❤️💚💚💚💛💛💛
Em her tum ve ji bir tinin pakrevanen delal
🇬🇫🇬🇫🇬🇫🇬🇫🇬🇫🇬🇫🇬🇫
🖤🖤🖤🖤🖤💛💚❤️
Du herhebi mamusta Reşat surgui
XWEDAYÊ Mezin bila hezar Rehmaxu li pakrawanê Kurdîstan bike 😢😢😢
Ey XWEDAYÊ Mezin alîkare gelê Kurd be 🤲🤲🤲😢
Ey XWEDAYÊ Mezin mala xayîna xirake
Dagirkera tineke neyarê Kurda têk bibe agir li malawan bibarîne .
Ey XWEDAYÊ Mezin Wan vê cîhane lime kirin jeâr jîname wêran kirin
Tijî Cîhana ebedî li wan neyarê Dagirkera bike jeâr wan Rehmaxu durke bîna cinetê neyne ber pozêwan
Ey Gelê Kurd bibin yek bibin yek