Yunus Dişkaya - Şêrîn Leba Min (Official Audio - Full HD)
HTML-код
- Опубликовано: 13 сен 2024
- Sözler: Cegerxwîn
Müzik: Yunus Dişkaya
Prodüktör: Yunus Dişkaya
Lyrics:
Naz û şêrîn leba min
Carek were li ba min
Ko ez mirim siba, min
Li ser navê xwe dîne
Delal û gewr û rind î
Şêrîn û pozbilind î
Eger maçek bi min dî
Biha li cem me nîn e
Bira biha duser bî
Cerg û hinav û ser bî
Dil jî bila li ser bî
Meger tijî birîn e
Birîn dused hezar in
Ji ber bi ah û zar in
Ta sipîdê şiyar in
Ah û nal û girî ne
Bi ah û nale nal im
Tenha û bê heval im
Mebîne pîr û kal im
Ez im Mem û tu Zîn e
Wek Ferhad û Şirîn in
Herdu jî dil birîn in
Tirsin hevdî nebînin
Cihan e kumrevîn e
Ey nazika belekçav
Biskan meke tu reşdav
Birhan li dil kirin rav
Çekê min bes xwezî ne
Xwezî carek bihata
Bidîna kêferata
Ko ez dikim seba te
Ser bi reş û bi şîn e
Ser bi rê û bi şîn im
Tim bi nal û girîn im
Dilbirîne evîn im
Lê bike baweşîn e
Ez gernas û egît im
Bermayê mad û sît im
Ez lawê hor û mît im
Min dil tijî ji kînê
Kîn û girê neyara
Şovîn û koledara
Li me didin ji pare
Lê me jî ker kerî ne
Her yek ji me dibê ez
Me hirç berdaye nav rez
Guran êrîş kirin pez
Rast e em somerî ne
Lewra em bi roj û şev
Em tev êrîş dikin hev
Sar e bahoz û bandev
Seyda ceger bi xwîn e
Abone olmak icin tıklayın: bit.ly/30k0Yeq
İndir veya dinle: lnkfi.re/YD_Ce...
Grafik dizayn: Siya
©Red Music Digital UG #KürtçeMüzik #MuzikaKurdi #Stran #MuzikaKurdi #kurmanci #stranakurdi #ciwanhaco #cegerxwin #kütçeşarkılar #kürtçemüzik #officialaudio
Böylesine guzel seslerin keşfedilmemesi gülünç agzina saglik mamoste
Pır xweşe ❤❤❤
Zor spas :) Dengê we mîna derman e
Lewra em bi roj û şev
Em tev êrîş dikin hev
Sar e bahoz û bandev
Seyda ceger bi xwîn e..
Dest xhes!...
❤️
Sihhet xweş denge tê saxbi brâ 🎶🎸🎧👏👏👍💞🙏
Bırîn kur xew geran
Çıkas axu nalin be ji
Weğta ne şiyar be xelk
Vala ye helbest.
Weğta deng bı deng be
Ew weğt deste bıge dest
Ee roni bıbe helbest.
Her hebi ee xunu xelke xu zani
Slav ji cegerxinare ...