Kurdistan Her Welatekî | Qazî Mihemed [2×2=1]
HTML-код
- Опубликовано: 13 сен 2024
- tê bîra min
li dibistanê li me dipirsîn;
dû car dû dike çend?
bersiva herkesî çar bû.
lê dema dor were min..
nîşeyên min herdem kêmbun ji ber kû;
ji bo min dû car dû dike yek.
nake çar!
Ji ber kû;
diran, dû lêv û ziman nakin çar!
dikin ziman. Bi wî hawar dikin.
Ji bo min wiha bû.
dû dest û dû lingên mirov nakin çar!
dikin laş!
Ji bo min wiha bû.
cîran, xanî, sikak û kolan nakin çar!
dikin bajar!
gelê dewlemend û hejar li wir dijîn.
Ji bo min wiha bû.
Kok,
dikin dar!
kûrt û dirêj weke çinar.
Ji bo min wiha bû.
evîn, dil, delalî û pakî nakin çar!
dikin yar! ji bo dildar.
Em dikarin heta ebed bijmêrin
Ev hemû minak nişanên; ''dû car dû dikin yek, nakin çar in!''
Ez tenê viya dizanim;
ger laşê min parçe jî bikin,
min bidin ber gulleyan,
min bi dar ve bikin jî;
gotina ji dilê min tê ez dikim.
Kurdistan welatek e, ne çar e.
🇹🇯✌🏼😢
Dest xweş hevalê hija her hebe✌🏼