Hunermendên Kurd: Em şerê navxwe naxwazin
HTML-код
- Опубликовано: 3 окт 2024
- Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke hunermendên Kurd ên ji her çar perçên Kurdistanê duh serdana Wezareta Pêşmerge û dezgehên medyayî kirin. Hunermendên Kurd ragihandin ku metirsiyeke mezin li ser Kurdistanê heye û divê aliyên Kurdî vê yekê li ber çav bigirin û bi hesasiyetên netewî tevbigerin. Hunermendên Kurd balkişandin ser girîngiya rola medyayê jî û destnîşankirin ku medya dikare Kurdan nêzikî hev bike. Herwiha Diyar Dêrsim jî tekez kir , ew heramkirina şerê `Birakujî`yê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve wek manîfesto qebûl dikin.
Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Diyar Dêrsim, Hesen Şerîf, Beser Şahîn û Firmêsk Hafiz bûn mêvanên bernameyeke Rûdaw TVyê ku ji aliyê Şahyan Tehsîn ve tê pêşkêşkirin û balkişandin ser metirsiya rûdana şerê `birakujî`yê û tekez kirin ku divê rê bi vê yekê neyê dayîn.
Şivan Perwer: Şer herdu aliyan jî neheq dike
Şivan Perwer amaje bi rewşa Kurdistanê kir û got, “Kurdistan di rewşeke aloz de ye û derdora wê bi dijminan girtî ye. Dijmin naxwaze Kurd ji hev hez bikin û bibin xwedî yekîtî û hêz. Divê Kurd baldar bin û şer Kurdan bêhêvî dike. `Ji şer re na` banga gel e û em jî berdevkên gel in.”
Hunermendê Kurd bibîr jî xist, “Kek Mesûd (Barzanî) `Birakujî` qedexe kir û di vê mijarê de gelek bi sebir e. Dibe aliyek neheq an heq be, lê şer herdu aliyan jî neheq dike” û tekez kir ku ew bang dikin ku Kurd dest bidin hev û yekîtî û aştî hebe.
Di dewama axaftina xwe de Perwer got, “Gelê me jî wiha dixwaze. Em dixwazin tişta dikeve aliyê me li her çar perçên Kurdistanê bikin. Divê medya Kurdî jî rolene erênî bilîze.”
Beser Şahîn: Medya dikare gel nêzikî hev bike
Hunermend Beser Şahîn jî behsa wê kir ku wan serdana dezgehên medyayî yên li Başûrê Kurdistanê kir û got, “Zimanê ku medya bikar tîne, ji bo civaka Kurd gelek girîng e. Medya dikare gel nêzikî hev bike û dikare roleke neyînî jî bilîze. Em bang li medya Kurd dikin ku ji bo berjewendî û yekîtiya gelê Kurd zimanekî erênî bikar bîne. Em însîyatîfeke sivîl û dengê gel in. Wek hunermend me biryar da bên vê derê.”
Diyar Dêrsim: Dagirker ji statuya Kurdan ditirsin
Hunermend Diyar Dêrsim jî amaje bi rewşa tevlîhev a Rojhilata Navîn kir û got, “Kurdan di sedsala 21an de derfet bidest xistin ku bibin xwedî statu. Di serî de Tirkiye, welatên ku Kurdistan dagir kirine, ji wê ditirsin ku Kurd bibin xwedî statu, ji ber ku hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan dibînin. Li heyvê jî çadireke Kurdan hebe ew dê midaxele bikin. Ji bo pêşeroja xwe metirsîdar dibînin. Dixwazin Herêma Kurdistanê jî aloz bikin. Tirkiye dixwaze bi hincetên cuda Herêma Kurdistanê dagir bike. Tirkiye dixwaze Kurdan bi hev bide şerkirin.”
Diyar Dêrsim balkişand ser metirsiya rûdana şer di navbera aliyên Kurdî de û got, “Dema ku Pêşmerge û Gerîla li Kerkûkê, li Kobanî li dijî dijmin şer kir, me rondikên kêfxeşiyê barandin. Niha jî metirsiyek heye. Dayikên Kurd, gelê Kurd û em wek hunermend ditirsin. Mixabin metirsiyek bi vî rengî heye.”
Di dewama gotinên xwe de Diyar Dêrsim diyar kir ku wan ji ber helwesta heta niha spasiya Wezareta Pêşmerge kir û got, “Me xwest ev aramî û hessasiyeta netewî berdewam be. Pêşmerge jî ne tenê yê Başûr e, Bakur û Rojava jî ji Pêşmerge hez dike. Gerîla jî ne tenê yên Bakur in û ew jî xebata ji bo Kurdistanê didin. Bi çi şeklî jî be em naxwazin Pêşmerge û Gerîla bê hemberî hev. Em gotinên birêz Mesûd Barzanî yên ku `Birakujî` qedexe kiriye, wek manîfesto qebûl dikin. Em dixwazin her kes bi hestên niştimanî tevbigere. Me li gel Fermandariya Biryargeha Navendî ya PKKê hevdîtin pêk anî. Ew dibêjin, bi ti awayî ew şerê birakujiyê naxwazin û ragihandin ku nakokiyên biçûk dikarin bên çareserkirin.”
Hesen Şerîf: Divê em Herêma Kurdistanê wek çavê xwe biparêzin
Hunermend Hesen Şerîf jî tekez kir ku şerê di navbera Kurdan de, karîgeriyê li ser destkeftên Kurdan dike û got, “Divê partî û rêxistin, bi hestên niştimanî biryaran bidin. Divê perçeyê Kurdistanê ku di encama xebateke sedsalî de azad bûye, wek çavê xwe biparêzin. Me wek hunermendên ji her çar perçeyan, serdan pêkanîn û hestên xwe derbirîn. Eger herêmek hat dagirkirin, birayek divê bikare ji birayê din re bêje, li şûan dagirker bên tu were. Divê lihevkirin hebe.”
Firmêsk Hafiz: Em bang li hemû medyayê dikin
Hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Firmêsk Hafiz jî behsa navê xwe kir û got, “Çima navê min Firmêsk e (hêsir) hûn dizanin? Dema ez ji dayik bûm, li Mihabadê du rêxistinên Kurdî di şer de bûn. Rewşeke xerab hebû. Dayika min jî ji ber rewşa xerab a Kurdan navê min wek Firmêsk danî. Em wek hunermendên Kurd bang li hemû medyayê dikin ku baldar bin. Zimanê medyayê gelek girîng e. Rûdaw, Kurdistan24 û NRT dengên vî gelî ne. Medya ne ku xwe lê vî gelî temsîl dike. Divê hevsûcdarkirin nebe.”
#Huner #Hunermend #SivanPerwer #Firmesk #DiyarDersim #BeserSahin #HesenSerif #Kurd #Peşmerge #PKK #Kurdistan
Hun her bijin .û banga we bive aşiti û yekitiya kûrt û kûrdistane 🙏🙏✌✌✌
Her bijî hunermendên Kurd ❤️ 🌞💚✌️ Divê guh bidin vi banga hunermendan. Lewra ew hunermend nûnerê gelê Kurdin . Bila kes ser navê gelê Kurd şerê birakujiyê nede despêkırın
Hûn her hebin hunermendê gelê Kurd û Kurdistanê 👏👏👏
Her biji kurd û Kurdistan, serkftin ❤️✌️
Kurd xuşk û birane 💛❤️👍💚
Kurd hemu branı her bıji ❤️
Bijî Kurd û Kurdistan
Slaw u rez bo hemi gelek spas jwer
Ez hewa tiştek xwazim bila her 4 parçe bikin KURDÊ neteweperwer
❤☀️💚
komunîstî demokratîke jehra qirej navmera heye
Herhebê brako.dılê ta saxbê.. gotına te bıtewahi raste....imzayê mın dı bın niwusa te de ye..
Şivan Perwer Hozan Diyar Dılemın 👏❤️👏❤️👏👏❤️❤️👏
kurd şeré birakuji naxwazin
Slav u rez hemû hûnermenden Kurdistanê hûn her he bin hûn roniya çavên KURDA ni kurdistan yeke yek parçeyeke kûrd hemû brane yekîtî yekîtî yekîtî kûrdo ✌✌✌💚❤💛
Spas Diyar ji bo gotin û dilsoziya we û bê guman muzîka we. Her weha ji stranbêjên din re jî ji bo pêbendbûna wan spas.
Bijî Kurd û Kurdistan 💚☀️❤
Her biji şiwan perver👍👏⚘❤ hozan diyar👍👏⚘❤
Gelek sipas rodaw yekbûn mecburiye buy kurda bijit kurdu Kurdistan
bijit bratia kurda bimirit bratia gela.
Her Hunermendek kurd ji bo me shorecheke.
Hunermend Heza milete u keda milete.
Her biji ji were Hunermenden kurd. ♥️🌹🌹
5 hunermend we anîne studyo û pirsgirêk zêde mezine lê mixabin tenê 27 deqîqe gellek kêm e.
Xude tivake bida milate Kurd in sha Allah biji Kurdistan biji yakitia gale Kurd!!!
Bijî Kurd û Kurdistan. Bimire Biratiya Gelan, Bimire Umeta Demokratîk. ❤🌞💚
Bijit Yaketīya KURD U KURDISTAN em hemi PeşmergeUGerilayne
Her bijî hunermendên Kurd
Em yekîtiya neteweyî dêxwazên
Em brakuji naxwazın
Bijî Çar Parçeyen Kurdistan hemû rêxistinên Kurd , bimre ixanet ✌
Hunermendên dilsoza Kurd Dil û ruhê Kurdanın, slaw û rêz ji bo Hemî hunermendên Kurd perwer. But Kurd Bjî Berxwdan 💚🌤️♥️🔥✌️🔥
her bji hunermenden kurdistan ji bo we erkexe cianin,bji yekitiya kurdan!!!!!
🌹❤️BİJİ KURDİSTAN♥️🌹
Em navan kurda da aştii u dosti dığazın
❤️🌞💚
Nafrat la shary bra kwjhe bjhe Kurdistan ✌️
Biji Kurd u Kurdistan.. Kurd her yeke
Biji #Kurdistan 🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯
🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🚽🇹🇷🇹🇷🇹🇷🇹🇷🚽🚽🚽🚽💦💦💦💦
YEKÎTİ YEKÎTİ YEKÎTİ
👍 lê li jorin nahêlin nahêlin
نه يهکهتی نهپارتی و نه چ حزب تنئ کورد چونکی کورد ههر چار پاراچا فهدگریت
💚☀️❤
HER BİJİ KURDU BÎRATÎYA KURDAN
XUDA JI WE HEMİYAN RAZİBE EM YEKİTİ DUXAZIN BİJİ YEKİTİYA NETEWE KURD 🗽🇧🇴🗽
Mamoste Şivan Perwer ozan diyar canemeye❤❤
Her biji hozan Diyar û Beser Sahin
Bijît yekbun ✌️
👍👍👍👍👍🌹🌹🌹🌹😘😘😘😘
Rijandina xwîna Kurdan ji Kurdan re herame
Kurd dê her yekbin
Kurd dê her serbilinbin
Kurd dê her azadbin
Kur dê 4 qetên welat bikin yek
Êz kurbana cawê tê bim bra
هربژی پ ک ک و کوردستان
biji yek
HER BİJİ KURDU KURDİSTAN 🥰
Biji kurdû Kurdistan biji yekitiya gele kurd ✌🏽✌🏼✌🏿✌🏻✌🏾✌🏽✌🏼✌🏿✌🏻✌🏾💪🏼💪🏼💪🏼💪🏼💪🏼
Her biji kurd, Kurdistane, Peshmage u mamosta yit hija u bi taybet mamosta Hesen sherif...
Tu ji hêr Biji
Biji pesmerge û gerilla biji her 4 parce kurdistan
Ė beştir be ku ev hunermedin dellel u hoger bi milete kurd re li exa kurdistane beşur guftugoh hebe li ser şernevxwı
Slw em 4 parça Kürdistan yekin.
Ez kurban a kürda kürd e bi namus bi şereffffff em yekın em nebın yek eme herın yek bı yekk edi bes jı deste Van cehş u faşist ta em Jiyan ek baş Dı ğazın jı Bo zaruke kürd edi bese hun her hebin sıpas dıkım mamoste hejaaaaa u Bı rumet
🤝🤲🌹✌️🇧🇯
👏❤🤝
BIJİ YEKTİYA KÜRDİSTANA MEZZIN......................................................................................................................................................................................................................
Biji kurd u kurdistan biji yekitiya kurdistan
♥️🌕💚YEKİTİ, YEKİTİ, YEKİTİ..BRATİ, BRATİ, BRATİ..bimire koleti..herbeji AZADİ♥️🌕💚TU HERHEBİ BI RUMETÊ GELLÊ KURD
Yekiti aha naxwazin ... eshir u aha naxwazin ....
Hêr hêbîn Biji KURD u Kurdistan
Bijîd hûnermendên gelê kûrd serkevtin jibo we û gelê kûrd.bijî yêketîya kûrd û kûrdîstan. Bijîd yêketî ya peşmerge û gerîla ê kûrd serkevtin jibo gelê kûrd û kûrdîstan ✌️♥️🌈🙏
Sare kurdistane kesek naxwaze .kese xrabune dixwaze am nahlate liwan dikin.
bale bo Yekîtiya Netewî bale bo braiati ✌✌✌ 👏👏👏
"kurdino! bibin yek!
ger hûn nebin yek,
hûn e herin yek bi yek"
Serkeftin ji bo xebata ko hun didin meşandin, zor spas
Edi bese dileme dişe em yekin biji kurd u kurdistan
Hir Bij wera hei hbin ✌✊✌✌
💚❤💛
هربژی کورد هربژی کوردستان ✌✌✌✌
HEMO KURD YEK. DISMINE KURD DEWLETA TIRK FIRSET NEBE. 4 PERCE KURDISTAN YEK
كوردستان 💔💔😢
Biji yekiti biji birati
Diyar Dersim 👌👌👌🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯
🚽🚽🇹🇷🇹🇷🚽🚽🇹🇷🇹🇷🚽🚽🇹🇷🇹🇷🚽🚽
Xowa fros shvan
Her biji honermenden kurd
یەکەم جارە بەرنامەیەکی کوردی میوانەکانی لە یەک ئاست بن بژیت بۆ ئێوە👏بژیت بۆ ھەڵوێستی ئێوەی بەرێز ھونەرمەندانی خۆشەویس ،کوردستان ھەروا یەکگیر و ئاوەدان بێت خوایە🙏💜💙.Êka. jara barnamaka kurdi mihvanên wê l Eêk ast bn bjit jbo rudaw TV 💕Bjit bo halwêsta wayên barêz hunarmandên shrin,KURISTAN har avadan ba u bjit Ekgrtna hamy kurdên har 4 parchaya ✌️Long life Kurdistan ✌️💜.
Kurd hemû yeke
Wê mehê dîsa xwe firote dijminê xwe... rûdaw tv ka bêje bênamus
Salam
Slav u serkeftin ; ji bo hunermenden me yen zirek u welatparez..
Dive hemu Kurd, edi hişyarbin u yar u neyaren xwe baş bizanin..
Ez carinan wuha due dikim u dibejim :
"Xudane erd u ezman, hemi mirovatiye ji kesen Faşist, Siyonist u Olperestan (şerieti) bipareze"..
Biji yekiti u biratiya gel e Kurd, u biji Kurdistan a azad..
27 İlon / 2022 / San Francisco
Spas ji bo keda her kesê ku ji bo welat û welatiyan tê dayîn.
Serkeftên bu hemu gelê KURD
هەر بژی کورد
دەنگێ مە دگەل دەنگێ ھەوە و نەفرەت ل شەرێ براکوژیێ ،لێ حەتا کو شەرێ برا کوژی روی نەدەت دڤێت سەدەمێت شەری نەمینن
زاروکه کورمانجی زور شیرینه
از حز ده کم زیاتر وشه کورمانجی قسه به کم
هر بژی یکریزی کوردان
هر بژی کوردواری
هر بژی کوردایتی
❤✌
آفرین به همه شمها هنردوستان کورد خیلی شمها را دوست دارم به امید پیروزی
Em hetkîne û tsax
🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥🟥⬜⬜⬜⬜⬜⬜⬜☀️⬜⬜⬜⬜⬜⬜⬜
🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩🟩
Birêzan eğer hûn ji çar paçeyên welat hatine gel gev û ketina nava hewldanêkê dîrokî, vekirîbe bipeyivin,çi divê wê bêjin .
❤
Her biji savaş xwes
Wola ewe şere bıra kojiye bıke ew be şerefe çınki wexta tu bıraye xwe bıkoji ew te şerefa xwe koşt mıxabın kurd heya nıha jı xwere ne bun çı tışt
Her hebin roniyé çevén kurd a...
❤❤
❤❤❤❤❤❤😊🤲
Diyar Dersîm ❤💛💚 Beser Şahin ❤💛💚
Slave raz kardesce sevgi ve saygilarimla
Siwan mirova ki berjevendiye.Dive Gele Kurd ji Siwan rbaver nene
Pir kimase hene mixabin
💚❤️🔥💛✌🏻✌🏻
✌️✌️✌️✌️hemi kurd yek bi yek
للاسف الشديد نحن الكرد بقعدات مع العائلات الكرديه هناك اختلاف دائما في الرأي
مثلا هناك من يدعم بيت البرزاني ومن يدعم الابوجيين
والاثنين من وجهة نظري هم قرة عيني لان هدفهم الحصول على كريم الاكراد❤❤❤❤
مع انه عدو الكرد لا يقول هل انت ابوجي او برزاني
نحن بالنسبة له كردي عدو في غينه
والكرد لو يدرك معنى هذا سوف يقتل هذا الفكر .
ما اجملكم وما اجمل اختلاف اللهجات الكرديه جميلة مثل قلوبهم وجمال وجوههم❤ ❤
Şîyarî bidin kes û derdorên ne di hizmet gel û welat de ne,da kû yekitî jî pêk be.
❤️☀️💚
swpas bo hamu aw hunarmandana
هه ر هه بن كوردئت دلسوز