Încî Egîd - Bibêje Homeros (Deng: Roza Özek) [Binnivîs]

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 13 сен 2024
  • DIBÊJE HOMEROS
    Ji xeynî te, ez tu bedewî nahebînim.
    Navêm terkiya hespê xwe nagerînim.
    Li bin sêra sêrbezên sextekar bî jî,
    Tu ya min î dibêje Homeros.
    Mêyze nakim li çavên Klopat re.
    Ew bêhn e ku diçe dil û cêgera,
    Beranberê wê tune ye dibêje Homeros.
    Dibin sêra gotin û kelaman de,
    Ez serxweşê araqa tiriyên li wir.
    Tu Afrodît bî jî feyde nake,
    Ew der ji te rindtir e, ji te rindtir dibêje Homeros.
    Tu leyla bî jî ji bo min feyde nake,
    Nabim Mecnûnê te bizanibe nadim pey te.
    Bi çolan nakevim ji bona bejna te û ji bona bala te.
    Shakespeare binvîse jiyana te,
    Ez te naxwînim cihê ku Memê Alan û Zîna Zeydan lê
    Tu tişt û kes weke wir delal nîne.
    Ew dermanê derdê bê derman e.
    Ji nav çar kelamên qedîm
    Girseya gel a mezin re xeberdan e dibêje Homeros.
    Ew xortê hujdeh salî û evîndar,
    Ku çavên xwe ji guleyê naqûrpîne.
    Zende bigire mûcîzatê çawa hene dibêje Homeros.
    Mirov bikaribe li ber delavê Dîcle bisekine.
    Xwe bi agirê evînê bişewitîne,
    Li ava Dîcle mêyze neke
    Nebêj min bitemirîne
    Bibîne zende bigire,
    Dibêje Homeros.
    Wan yezdanên viroke ên ne yezdan.
    Bo dîlgirtina delala delalan...
    Bo min şêwra Yezdanan li hev civiyan.
    Dibêje Homeros.
    Ji bo sertaca delalan çi bêjim
    Gotin û kelam bi sêr zaf lê tên.
    Hatiye şûştin û avdan bi azemeta qudretê
    Dibêje Homeros.
    Dinya pîr dizane ku ez kole me.
    Helbestên min ji ber derd û kulan e.
    Bindestî û mirin yek e
    Ew barekî giran e
    Dibêje Homeros..
    Încî Egîd
    Deng: Roza Özek
    Vîdyo: #AsoyaHelbestaKurdî
    ASOYA HELBESTA KURDΰ
    25ê Çileyê, 2017
    TÊKILÎ
    Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
    Twitter: @asoyahelbesta
    Facebook/RUclips: Asoya Helbesta Kurdî

Комментарии • 20

  • @sikritoristani9395
    @sikritoristani9395 2 года назад

    Çi qas rast gotîye rehmetî Homeros: Bindestî rengek ji mirinêye.

  • @saitozek2510
    @saitozek2510 4 месяца назад

    ❤seat xaş e kecamın

  • @levent2403
    @levent2403 4 года назад +2

    Dest û dil te sax bê helbêstwana dengi şirin .

  • @inciozerk7129
    @inciozerk7129 6 лет назад +4

    Ew der ji te rind tir e
    ji te rind tir dibeje homeros.

  • @feige3278
    @feige3278 6 лет назад +4

    Deng xweş lê çûye. Deng û ked xweş

  • @مصطفىعلي-ف5ق
    @مصطفىعلي-ف5ق 6 лет назад +5

    Dast xiweş

  • @saitozek2510
    @saitozek2510 4 месяца назад

  • @sartamburam9621
    @sartamburam9621 2 года назад

    Helbestek bijarte u wxendinek nerm... Sipas🙏

  • @viyan_xeribe
    @viyan_xeribe 6 лет назад +3

    Xwezi wan rojen beri ko dayikan çirok digotin xwezi jiyana beri deste we saxbe

  • @canerbilgin6847
    @canerbilgin6847 6 лет назад +5

    müthiş 😍😍😍😍

  • @tasknayaz2471
    @tasknayaz2471 11 месяцев назад

    ❤❤❤ 2:14 🎉

  • @user-ee2ew8zv3k
    @user-ee2ew8zv3k 4 года назад

    Denge qeca qurda beji

  • @wergerrt.8944
    @wergerrt.8944 3 года назад

    de bêje homeros

  • @esmagogulu1731
    @esmagogulu1731 4 года назад

    🌾🖤

  • @faisalofficial5745
    @faisalofficial5745 5 лет назад +1

    Ez di xwazim bizanibm gotina ( Îzdan ) ji kur hetiya??????

    •  5 лет назад

      li ku derbas dibe?

    • @Serdar56.
      @Serdar56. Год назад

      Bawerkim behsa peyva "yezdan" dikî bi tirkî yaratan, allah

  • @kurd21kurdistan27
    @kurd21kurdistan27 4 года назад +1

    gotin xwesin le fon bas nehatiye helwesandin xebat xwes

    •  4 года назад

      Spas