XWEDÊ - Stranbêj - Slava Galoyan û Armên Barsêxyan

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 19 янв 2025
  • XWEDÊ
    Nivîsk’ar - Milazim Rasoyan
    1) Erd û ezman, hemû efirîn hûn ker' bin,
    Ezê rastyê bêjime we hûn guhdar bin,
    Ev gotina min bona Xwedê rehmê ye,
    Ku bizanibin, ew k'î ye û çawa ye.
    2) Xwedê ji Bav, Kur' û Ruhê Pîroz e,
    Ewî yek e, bêy şirîk e, yekbûyî ye,
    Erd-ezmênda mîna wî pîroz t'une,
    Ew e P'adşê-p'adşan û t'imê heye.
    3) Ew Heyînê pêşda hebû, Xwedê bû,
    Hemû heyîn eynî bona wî çêbûn,
    Qewata jîyanê ji wî distînin,
    Û bi wî jî axreta xwe dibînin.
    4) Xwedê ruh e, herî zor e, zane ye,
    Ji her-heyî çawa hebû, usa ye,
    Her çi hene, wî şeş rojanda efirand,
    Erd û ezman, heyînên nav xuliqand.
    5) Xwedê kes e, her deran e, hizkirin e,
    Li ser hemû xuliqyan ew dinihêr'e,
    Ewî t'evî milyak'et û merivan e,
    Li nav ruhê her pîrozên xweda ye.

Комментарии •