Rêzedersên Kurmancî 1 - Dîroka Zimanê Kurdî

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 11 окт 2024
  • Dîroka kurdan dîrokeke kevnar û dêrîn e ku, di gelek çavkaniyên dîrokê de behsa wê hatiye kirin. Xebat û lêkolînên ku derheqê dîroka kurdan de tên kirin ji ber rewşa parçebûna kurdan û dagirkeriya li Kurdistanê , di nav çarçoveyeke teng a zanistî de dimînin.
    Xebatên arkeolojîk, sosyolojîk û dîrokî ji teref serdestan ve yan tên qedexekirin yan jî tên veşartin û tehrîfkirin.
    Lê belê ev babet baş tê zanîn ku gelê kurd yek ji şêniyên herî qedîm ên Mezopotamyayê û Kurdistanê ye.
    Her wiha li gorî hin xebatên dîrokî û arkeolojîk kurd, bi gelên herêmê yên wekî Karduk, Gutî, Subarî, Hurî, Mîtanî û Medan ve pêwendîdar in. Her çiqas van xebatan encameke teqez, ji bo dîroka kurdan bi dest nexistibe jî, van xebatan nîşanî me daye ku dîroka kurdan gelek kevnar e.
    Zimanê kurdî zimanekî aryenîk e ku di bin banê malbata zimanên hîndoewropî de cî digire. Zimanên aryenîk wekî du şaxan hatiye dabeşkirin : şaxa hindoîranî û şaxa ewropî. Kurdî di nav zimanên hîndoîranî de cî digire û ji şaxa zimanên îranî yê bakur rojava ye. Gelê Kurdistanê bi piranî bi kurdî diaxivin.
    Malbata zimanê hîndoewropî malbata zimanê herî mezin û berfireh e ku li piraniya cîhanê tê xeberdan.
    Dîroka zimanê kurdî pirr kevnar e. Der barî kok û rehên zimanê kurdî de gelek bîr û bawerîyên cuda hene. Çawa ku hin dîrokzan pêwendiyekê di navbera gelên navborî û gelê kurd de çêdikin, diyar dikin ku-zimanê kurdî jî bi zimanê Gutî, Hurrî û Medan re pêwendîdar e.
    Lê belê heta niha hizr û ramaneke hevpar a ku zimannasan li ser, li hev kiribe çênebûye.
    Bi vê yekê re jî, bîr û boçûna giştî ya li ser zimanê kurdî ew e ku, zimanê kurdî û zimanê Medî heman ziman in, ango kurdiya niha berdewamiya zimanê medî ye. Her çiqas ji zimanên medî bermayiyên teqez nemabin jî hin zimanzan bi hin belge û palpiştan vê nêrînê bi lêv dikin.
    Her wiha gelek peyvên kurdî û medî jî dişibin hevûdu:
    Zimanê kurdî di nav zimanên îranî de, piştî zimanê farisî û peştûyî yek ji zimanê herî berfireh e ku tê axaftin.
    Her wiha gelek zarave û devokên kurdî hene. Zimanê kurdî zimanekî pirzaraveyî ye.
    Zaravayên kurdî yên sereke ev in: Kurmancî, Soranî, Kirmanckî, Goranî, Lorî
    Her wiha gelek devokên zimanê kurdî hene. Li seranserî Kurdistanê û li deverên ku kurd lê niştecih bûne gelê kurd bi van devokan diaxive.
    Zimanê kurdî di serboriya xwe ya dîrokî de bi gelek alafabeyan hatiye nivîsandin û sê alfabeyên sereke yên ku kurdî pê tê nivîsandin ev in: bi alfabeya latînîkurdî, bi alfabeya aramîkurdî û bi alfabeya kirîlîkurdî.
    Li gorî ferhenga dîjîtal a cîhanî ya herî mezin Wikipedîyayê, zimanê kurdî, ji hêla dewlemendiya ferhengî ve di nav zimanên cîhanê de, di rêza 9’an de ye.
    Her wiha zimanê kurdî ji hêla rêjeya axêveran ve jî di nav lîsteya cîhanî de, bi zêdetirî 40 milyon axêverî di rêza 29an de cî digire.
    #Rêzedersên Kurmancî #ZimanêKurdî #Kurdî #KurdishLanguage #Kürtçe
    #Xwebûn
    Rojnameya Xwebûn bi awayeke azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. Hûn jî li ser platforman dikarin Xwebûnê bişopînin.
    Malper: xwebun.org
    Twitter: / rojnamexwebun
    Facebook: / xwebun
    Instagram: / rojname.xwebun

Комментарии • 44

  • @viandemir7402
    @viandemir7402 7 месяцев назад +3

    Yan fêrî zimanê xwe bibin yan jî mebêjin em kurdin 💙💙

  • @deutschlernen8391
    @deutschlernen8391 9 месяцев назад +1

    Hêvîdarim di beşên pêş de hûn kim peyvên erebî bi kar bînin qadîm (Kivnar), ,behsa (lekolîn) . Serkeftin bi bira .

  • @dengekurdistane946
    @dengekurdistane946 Год назад +2

    ✌️

  • @Barzzani
    @Barzzani Год назад +3

    Her bimine zimanê me ya şîrîn
    Silav u rêz ji Başurê Kurdistanê ❤☀💚 ✌

  • @ahmeturek2739
    @ahmeturek2739 Год назад +1

    wayyy bira her hebi 👏👏👏👏

  • @sidarustundag3868
    @sidarustundag3868 3 года назад +12

    Zimanê me dewlemende. Bijî zimanê Kurdî😍✌️

  • @nisrinhussein8534
    @nisrinhussein8534 5 месяцев назад +1

    Bijî zimanê kurdî 🇹🇯🇹🇯

  • @PuuHommat-yk2eg
    @PuuHommat-yk2eg Год назад +1

    Bijî, sopas, serkeftin ji we re.💪

  • @Rodem322
    @Rodem322 Год назад +2

    انا طفلة كردية اتمنى تشاركوني ✨

  • @oznurgunay5802
    @oznurgunay5802 3 года назад +1

    ✌✌✌✌✌✌✌💚❤💛

  • @serkangedo4085
    @serkangedo4085 Год назад +2

    Gelek sipas bo we, her serkeftî bin 🌹🌹

  • @erhantoplayici2135
    @erhantoplayici2135 3 года назад +6

    Zimanînî 'te xasbe birayı delal her biji kürdistan her biji diyarbekir✌✌✌❤❤❤❤❤❤❤❤👏👏👏👏👏✌✌✌✌

  • @kurdistan790
    @kurdistan790 2 года назад +1

    BJI KURDISTAN BJI KURD 🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯✌✌✌BJI KURDISTAN BJI KURD 🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯✌✌✌

  • @hulyaaktar757
    @hulyaaktar757 3 года назад +3

    Dîroka zimanê kurdî hîn bûm, ji bo min baş bû. Hinek agahiyên nû hîn bûm. Ji niha ve li benda dersa dinê me.

  • @basilbasilabdi8229
    @basilbasilabdi8229 3 года назад +2

    Serkeftin be, berdewamke, bijî, silav ji te re ji Qamişlo

  • @berxwedankaya686
    @berxwedankaya686 3 года назад +5

    Serkeftin kaka ✌️

  • @sidiqgorican9807
    @sidiqgorican9807 3 года назад +5

    Sihet xweş, Baha. Daîm bit:-)

  • @yusufislam8124
    @yusufislam8124 3 года назад +1

    Siheta te û devê te sax be birayê delal. Te pir xweş rave kiriye

  • @bahamendi5514
    @bahamendi5514 3 года назад +2

    Herbijîn hevalno. Zû va ye min dixwast ku qanaleke wiha hêja bibînim û pêşnîyarê devdorê xwe bikin.

  • @oznurgunay5802
    @oznurgunay5802 3 года назад +6

    Set xaş keke delal

  • @Mrsam5525
    @Mrsam5525 2 года назад +1

    Daste tê xûşbe

  • @ebuzerakhan563
    @ebuzerakhan563 3 года назад +4

    Seet xweş pısmam

  • @lamkuddusidalay7806
    @lamkuddusidalay7806 3 года назад +4

    ☀️

  • @berfinorak3982
    @berfinorak3982 3 года назад +1

    Her biji ava sar 🌸🌸🌱🌱

  • @fryazavdalyan2653
    @fryazavdalyan2653 3 года назад +1

    Serkeftin !!!!✌✌✌✌

  • @derdebederman4927
    @derdebederman4927 2 года назад +1

    Me kengî ser ziman li hev kir, emê li ser hertiştî li hev bikin.

  • @ChaplinTelevision
    @ChaplinTelevision Год назад +3

    1-Di Kurdîyê de "baş" di hîvîyan de tu car bi kar nayê, her tim XWEŞ bi kar tê.
    Dem, ev dema te, dest, sihet + XWEŞ.
    2-Dîrok jî peyveke şaşçêkirî ye lê werhasil, jê re dibe fitya bê dîtin.
    3-Çavkanî jî jêder jî peyvên çêkirî ne. Lê bi min jêder ji çavkanîyê çêtir e.
    4-Ev derheq tu car di zimên de rûnanê... Kurmanc dibêjin LI SER
    5-Arkeolog+îk, sosyolog+îk, çima "jîk", wek Tirkî?
    6-Kurd dibêjin Mezrabotan, nabêjin Mezopotamya.
    7-Bi tiqûtenê Tirk dibêjin Med, bi hemû zimanên Arî MAD e, Med nîne.
    8-Pêwendî/peywendîya Farisî ya ku ket Soranîyê û bi darê zorê anîn xistin nava Kurmancîyê... Kurmanc dibêjin têkilî...
    9-Çima "teqez"a Samî û ne "misoger"a Kurdî?
    10-"Van xebatan nîşanî me daye" > Ev xebat nîşanî me dane...
    11-Zimanên ... hatiye? > ZimanÊN ... hatiNE.
    12-Ku PÊ tê xeberdan.
    EZ HETA VÊ DERÊ HATIM Û EZ ÊDÎ WESTÎYAM.
    Karên weha baş in, lê divên êdî ev şaşî bên tunekirin.

  • @ursulacorbero6986
    @ursulacorbero6986 3 года назад +1

    Spas

  • @nopainnogain1848
    @nopainnogain1848 3 года назад +1

    Videokî mükemmel bî spas ji we re.

  • @lewendlewend4401
    @lewendlewend4401 3 года назад +1

    her hebin.

  • @sureeydeneyden8546
    @sureeydeneyden8546 Год назад +1

    ☀️2+2=1

  • @prodon1136
    @prodon1136 3 года назад +2

    👍👍👍👍👍

  • @hassenkhan3971
    @hassenkhan3971 3 года назад +1

    Sihet xaş keko

  • @kpopinyourarea4529
    @kpopinyourarea4529 3 года назад +7

    Ya çok iyi şuan istediğim şeyleri doğru düzgün yazamiyacağımı düşündüğüm için ana dilimle değilde türkçeyle yazıyorum bu çok üzücü dersleri takip edicem kesin sevgiler

    • @oneperson7365
      @oneperson7365 3 года назад +3

      Şu kanallari da tavsiye ediyorum bro:
      1. Kurdish Kurmanji Lessons
      Kürtçe ve Ingilizce anlatiyor.
      2. Fêrgeha Kurdî
      Türkçe anlatiyor
      3. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
      4. Kurdî Bi Hêsanî
      Bu ikisi Kürtçe anlatiyor.

    • @kpopinyourarea4529
      @kpopinyourarea4529 3 года назад +1

      @@oneperson7365 tavsiyelerin için çok teşekürler

  • @oneperson7365
    @oneperson7365 3 года назад +1

    Ew metna ku wek Medî hatiye dayîn metneka Kurmanciya berê ye ne metneka Medî ye.

  • @raschoku2582
    @raschoku2582 2 года назад +1

    Zazakî ?

    • @kurtmirozaza4161
      @kurtmirozaza4161 Год назад

      KIRMANCKI ( Zazaki ) ( Dimilki ) ( Kirdki ) ( Siveriki )

  • @hashemsalimi5890
    @hashemsalimi5890 3 года назад +1

    سڵام و رێز. من وائەزانم زمانی کوردی پەنج شیوەزاری سەرەکی (Main Dialect) ـی هەس کە بریتین لە کورمانجی، زازاکی (دملی)، ناوەندی (ناوەڕاست)، گۆرانی و خوارگ (واتە، باشووری. نەک بە مانای کوردستانی باشوور، بەڵکو بە مانای "کوردی خوارین"). هەرکام لە ئەم شێوەزارە سەرەکیانە، بریتین لە چەن شێوەزار. بۆ نمونە، کوردی ناوەڕاست بریتیە لە موکریانی، هەولێری، سۆرانی، ئەردەڵانی، گەرمیانی و جافی. ئەمیشە بێژم لە روی زوانناسیوە، لۆڕی بەتەواوی لە کوردی جیاوازە و زۆر زۆر لە فارسی نزیکە، بە جۆرێک کە لۆر و کورد لە زمانی یەکتر تێ ناگەیێن، بەڵام فارس و لۆڕ لە یەکتر تێ ئەگەیێن. بژین ❤