kurdên gurcistanê - کوردانی جۆرجیا

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 13 сен 2024
  • چووینەتە تیبلیسی پایتەختی جۆرجیا، لەوێ ژمارەیەک کوردی ئێزدی لێیە، ئەوان ئەو کوردانەن کە خۆیان و دایک و باوک و باپیرەشیان لە جۆرجیا لە دایکبوون.
    لە سەردەمی یەکێتی سۆڤیەتدا، نزیکەی 40 هەزار کورد لە جۆرجیا دەژیان، بەڵام ژمارەیەکیان بۆ وڵاتانی دیکەی ئەوروپا کۆچیان کرد و ئێستا نزیکەی 15 هەزار کورد لەو وڵاتە ماون.
    جەمیلە، کە کوردێکی دانیشتووی جۆرجیایە و تەمەنی 45 ساڵە و لەو وڵاتە لەدایکبووە. جەمیلە دەڵێ: "هه‌میشه‌ ماڵمان پڕبوو، سه‌ردانی یەكترمان ده‌كرد، گۆڤه‌ندمان ده‌گێرا و میوانداری یه‌كترمان ده‌كرد، به‌ زمانی كوردی قسه‌مان دەكردو كلتوری خۆمان ده‌پاراست".‌
    هه‌رچه‌نده‌ جۆرجیا وڵاتێكی كه‌م ده‌رامه‌ته ‌و له‌ڕووی ئابورییه‌وه ‌لاوازه‌، به‌ڵام كوردی جۆرجیا به‌م ژیانه ‌به‌خته‌وه‌رن.
    لەلای نەوەکانیشیان پاراستنی کولتوور زۆر بە گرنگ دادەنرێت، لە ساڵی 2013 گرووپێکی سەمای کوردی لەلایەن کوردانی ئێزدی دامەزراوە، تاوەکو نەوەکانیان سەمای کوردیان بیرنەچێتەوە.
    كوردانی ئیزدی ده‌ڵێن ئێمه ‌له‌ جۆرجیا ده‌ژین، به‌ڵام بیرمان هەر لەلای کوردستانە، بە هیواین کوردستانێکی گەورە دروستبێت، تاوەکو منداڵەکانمان بتوانن لە کوردستانێکی "ئازاد"دا بژین.
    Li gor hinek çavkaniyan, derdora 40 hezar Kurd li Gurcistanê dijîn ku pirraniya wan Kurdên êzdî ne. Wan berê ji welatên Ermenistan, Azerbeycan, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berê xwe dane Gurcistanê û niha pirraniya wan li paytexta Gurcistanê Tiblîsê niştecî ne.
    Rewş û debara pirraniya wan Kurdan ne baş e û jinên wan li bazaran, nemaze li bazarên gelêrî wek firoşkarên gerok dixebitin. Rûdaw ligel hinek ji wan jinan axivî ku li bazarên Tiblîsê kar dikin. Wan behsa rewşa jiyana xwe kirin û hinekan ji wan digotin ew hez dikin Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê nas bikin, lê hinekan jî digotin êdî çarenivîsa wan li wî welatî ye û nafikirin vegerin Kurdistanê.
    Pirraniya wan malbatên ku li sûkan kar dikin, zarokên wan ji bo kar û xwendinê li welatên Ewropayê belav bûne. Guhar Elîxan (48) li bazareke Tiblîsê ligel mêrê xwe pêlavan difiroşin, 3 zarokên wan hene ku du ji wan li Frensayê ne û yek jî li Brîtanyayê. Guhar got: “Me zarokên xwe ji bo kar û xwendinê şandine Frensa û Brîtanyayê, ji ber ku li vir kar nebû, nedikarîn xerciyên xwendina xwe dabîn bikin.”
    Li gor çavkaniyên dîrokî, çûna Kurdan ji bo Gurcistanê vedigere destpêka nîveka sedsala 19ê, lê di destpêka sedsala bîstan de hejmareke zêde ji Kurdên bajarên Wan û Qersê li Bakurê Kurdistanê berê xwe dan wî welatî, ji tirsa desthilatdarên wê demê yên osmanî ku ew neçar dikirin ku bibin Misilman.
    Li gor serjimêriya sala 1926ê, li Gurcistanê hejmara Kurdan, bi Misilman û Êzdiyan, 2502 kes bû. Lê dûre hino hino hejmara wan zêde bû, heta ku hejmara wan gihişt zêdeyî 40 hezar kesan, ku ev jî dike ji sedî yekê şêniyên wî welatî. Li Gurcistanê 5 milyon kes dijîn.
    Kurdên wî welatî tevlî karûbarên siyasî nabin, lê çend komele û komên wan ên rewşenbîrî hene. Heta sala 1991ê rewşa Kurdan baş bû, lê piştî helweşîna Yekîtiya Sovyêtê û ku Gurcistanê serxwebûna xwe ragihand, pirraniya Kurdên wî welatî berê xwe dan welatên Ewropayê.
    Hejmareke zêde ji wan Kurdan niha jî bîr û xeyalên wan li Kurdistanê ne û bi hêvî ne ku carekê serdana wê bikin, nemaze perestgeha Laliş li Şêxan. Lê dîsa jî pirraniya wan di nav civaka gurcî de bi cih bûne, heta astekê ku hin ji zarokên wan bi zimanê kurdî jî nizanin.
    Her çiqasî Guhar li Gurcistanê ji dayik bûye, lê mirov hest dike ku bi serdan ji Kurdistanê hatiye Gurcistanê û ziman û kevneşopiyên bav û kalên xwe parastine: “Kevneşopiyên me û Gurciyan pirr ji hev dûr in. Pirr dixwazim rojekê herim Kurdistanê û serdana Laliş bikim.”
    Serdema zêrîn a Kurdên Gurcistanê di navbera salên 1960-1980an de bû, wê demê wan çend klûbên kurdî damezrandin û çend rojname û kovar jî derxistin. Lê piştî serxwebûna Gurcistanê şanoya kurdî û koma govendê ya kurdî hatin girtin, beşê kurdî li radyoya Gurcistanê jî hat girtin. Wê demê hestekî xurt yê nijadî li dijî kêmneteweyên din li Gurcistanê belav bibû, nemaze li dijî Kurdan. Serokkomarê berê yê Gurcistanê Edwar Şevardnadze rêberiya vê bizava tund dikir, ku di salên dawî yên temenê Yekîtiya Sovyêtê de wezîrê derve bû.
    Krîstîna Cengîz li bazareke bajarê Tiblîsê qehweyê difiroşe, ew bi tevahî hînî jiyana Gurcistanê bûye û naxwaze vegere Kurdistanê: “Ji ber ku nizanim çawa pêşwaziya min dikin. Lê eger zarokên min bixwazin herin Kurdistanê bila biçin.”
    Berevajî Krîstîna, Guzel Bapîr (61) dibêje ku ew bêriya Kurdistanê dike, pirr caran jî stranan li ser Kurdistanê dibêje: “Gava yek bi xerabî qala Kurdistanê dike, ez pirr hêrs dibim. Ez pirr dixwazim serdana Kurdistanê bikim, lê ez feqîr û destteng im.”

Комментарии • 16

  • @zuruxtductyi7688
    @zuruxtductyi7688 Год назад +3

    Insha allah agadare qsakant ba nawak bbeta xaibat haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtik haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtik

  • @zuruxtductyi7688
    @zuruxtductyi7688 Год назад +1

    Insha allah agadare qsakant ba nawak bbeta xaibat haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtik hamu postakanish hamu shtik haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtak

  • @King-de9ng
    @King-de9ng Год назад

    هر بژین هر ساغ بن ❤

  • @danieldino7783
    @danieldino7783 Год назад

    ❤❤❤❤❤❤

  • @King-de9ng
    @King-de9ng Год назад

    ❤❤❤

  • @zuruxtductyi7688
    @zuruxtductyi7688 Год назад +1

    مو المشكلة

  • @zuruxtductyi7688
    @zuruxtductyi7688 Год назад +1

    مو المشكلة is not my business and you for all posts and things and me

  • @zuruxtductyi7688
    @zuruxtductyi7688 Год назад +1

    Is not my business and you for all posts and things and me مو المشكلة

  • @zuruxtductyi7688
    @zuruxtductyi7688 Год назад +1

    Is not my business and you for all posts and things and me

  • @welatperwer
    @welatperwer Год назад

    Spas Rûdaw tv

    • @zuruxtductyi7688
      @zuruxtductyi7688 Год назад +1

      Insha allah agadare qsakant ba nawak bbeta xaibat haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtik haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtak

    • @zuruxtductyi7688
      @zuruxtductyi7688 Год назад +1

      Insha allah agadare qsakant ba nawak bbeta xaibat haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtik haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtik

  • @zuruxtductyi7688
    @zuruxtductyi7688 Год назад +2

    Insha allah agadare qsakant ba nawak bbeta xaibat haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtik haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtak

  • @zuruxtductyi7688
    @zuruxtductyi7688 Год назад +1

    Is not my business and you for all posts and things and me مو المشكلة

  • @zuruxtductyi7688
    @zuruxtductyi7688 Год назад +1

    Insha allah agadare qsakant ba nawak bbeta xaibat haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtak haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtik

  • @zuruxtductyi7688
    @zuruxtductyi7688 Год назад +1

    Insha allah agadare qsakant ba nawak bbeta xaibat haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtik haqt basar xalkawa nabi lo hamu shtak