XELÎL XEMGÎN- RISTA ŞEHÎD
HTML-код
- Опубликовано: 13 сен 2024
- Ev stran, ji bo bîranîna Şehîdê doza Kurdistan Huseyin Çelebî, sala 1996 de min gotin û awaz çêkirî û tomar kirî.
Huseyin Çelebî hevalekî ji nêz ve me hevdu dinasî!. di hoyên zehmet de, me xizmeta doza gelê xwe dikir de...
Ji bernameyên MED TV, Sersala 1996, yekem car min ev stran li wir strand.
Bi rêzdarî heval Huseyin. emê te ji bîr nekin🙏 ✌️
RISTA ŞEHÎD
Min divêt hertim bêjim
Hiş û reman li ser bipêjim
Rista Şehîd tim birêsim
Cerg û dil li ser bisojim.
Lê ne yek car, hertim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar...
Ji ber hîma vîna dil
Dil tije bû xem û kul.
Pakrewanê Gele tu...
Doz gerand bû evîndar,
Dil berda qadê bi yek car,
Şehîdê me ye tu...
Ew can û giyan û xwîn.
Pişkivîn gul û nisrîn-beybûn.
Wateyek daye jînê...
Kevinjiyana tar û teng,
Nepejirand ew qey û bend
Hêvanê nuh jiyanê...
Sibê wê bên şahî û dîlan
Navê te nirxê jiyan,
Li ser dîwarê Dibîstan...
Kerwanên me diçên jor
Ronî didin li hawîr dor
Hêvîn û vîne tu...
Min divêt hertim bêjim
Hiş û reman li ser bipêjim
Rişta Şehîd tim birêsim...
Lê ne yek car, hertim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar...
Gora min ji kevirên Mermer çênekin
Bi vî dilê wek zinaran, em tenê dikarin bispêrin Çiyan.
Bila xayînan di bin kevirên sar de veşêrin.
Ez dil girtiyê ronahî û azadiyê me...
Tewra ber vê dilê min, ber bi tava Sibê,
Ezê bimirim...
Ez girtiyê ji ber ronahî î Azadiyê me.
Ez arama dilê dayîka me...
Ez Huseyinê serfirazim.
( Ji bo bîranîna rêhevalê min ê Şehîd, Huseyin Çelebî -1996 )
Gotin û muzîk: Xelîl Xemgîn.
Xemgin çok yaşa🌿💐👏🏻👏🏻
🌹💐
Tu herhebımamoste
dengè tè saxbii silav ji duhokè
Te her bijî mamoste mezin hunermend hêja û delal em bi dengê te mezin bûne
Mamoste hêja heger te gotin ev stranê binvsinê
Kekê, hemu video an de, li jêrê gotin û çavkanî nivîsandîne.
@ silav û rêz min ji te mamoste min tîte te zanî ez evîndarê dengê te me hunermend giran buha
Silav û hezkirin ez bejna xwe li ber can gorîyên Kurdistan ditewînim
Dengê te û dilê te saxbe stranbêj û hunermendê hêja herdem serkeftînê dixwazim ✌️✌️🎤
🌹💐
Geleki xweš ev stran hestèn te sax bin mamoste hèja
Mamoste çima sitrana, zeyno zeynebê, li vir tini ez, evîndarê wî sitranê mim,
Çawa nîne hevalê delal?
Silav û rêz Mamoste yê hêja,
Can can mamoste 💚❤️💛
Herbiji mamoste 💓
🎉❤😢
gelek xose...
✌✌✌🌹🌹