nubian - Girêdam Reş / Bendeman

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 25 окт 2024
  • Albûm : 9,81 N/kg
    Stran/Song : Girêdam Reş /Bendeman
    Gotin û Mûzîk/ Lyrics and Music: nubian
    Music Production : Manda Records by Marcus Friedrich Schultz
    Guitar, Bass, Percussion: Marcus Friedrich Schultz
    Photo by Nadja Blume
    Lyrics
    Gotinên Girêdam Reş /Bendeman
    Bi axa giyan bim
    Li çavên te beyan bim
    Bi te dest pê dikin rojên min
    Go bi tenê bi te sax dibim
    Bi te dest pê dikin rojên min
    Tu , bersiva pirsên min.
    Girêdam reş , dikevim
    Girêdam reş , bigire min
    Girêdam reş , nehêle min
    Nehêle ez bikevim.
    Di kefên destên min de
    Perçên dilê min ên şikestî.
    Her yek ji wan bi navê te
    Her yek ji wan bi dengê te
    Her yek ji wan bi kenê te
    Her yek ji wan bi rengê te...
    Girêdam reş, dikevim
    Girêdam reş, bigire min
    Girêdam reş, nehêle min
    Nehêle, ez dikevim.
    Bi salan dilê xwe ez veşartim
    Min ew da te ez revandim
    Ji esman stêrkan barandim
    Ava dilê xwe rijandim
    Were bigihîje êşên min
    Min ne(di)xwest ez mêvan bim.
    Ji esman stêrkan barandim
    Ava rûyê xwe rijandim
    Min nexwest ez mêvan bim
    Lê te hişt ez mêvan bim.
    Girêdam reş, dikevim
    Girêdam reş, nehêle min
    Nehêle bigire min
    Tenê bi te sax dibim.
    Nubian
    .
    Ev albûm bi tevahî ji hêla nubian ve hatiye nivîsandin . 2024
    [©® nubian Mafê belavkirin yan dananê bê destûr nayê dayîn.
    ©® nubian Unauthorised copying, hiring, lending, public performance and broadcasting of this recording prohibited.]
    #albuma3 #girêdamreş #nubian
    #bendeman #kurdî
    #jiboKurdî #jiboziman

Комментарии • 1