serokê min wiha dibêje "car hêzirmin dibe ez li buhareke şîn im û car car bixwe şîyardibim ez li zivistanekî bihar mirî xemgîn im. û car bi kesera hizra xwe li zarokatîya xwe ve digerim. bavê min di fêrbuna meşamin bimin diketebumana û digot: "ew birhên qalind ne jixwe ve qalinde" û dayîk dizani ku di lîstokê min de dîyar dibe ez çi dikim ji bilî dayîkamin kes nikarîbu wateyeke bi de wê kenê ku ez ji nava hinave xwe ve diperjiqînim matmayî mabum ji kudere hatîye sehra mereqamin ne min xwe kir esîrê pêçeka dayîka xwe û ne min xwe kir xulamê kederên bave xwe û di ber elenda heyve de min çêdikir wêneyek ji xewna xweyê zaroktî xewna ku ez bikujim marekî reş! wek çivîka bazekî li çîyake bijîm û li wê derê min kişand kesera xwe yê biçukanî û di bin dara gundê xwe de bi rondiken nesekinî nesekenî min hilf û kesera zarokatîya xwe bi dawî ve anî û bi vî rengê dest pê bu trajîdya jiyana min trajîdya kû cara yekem gaveke bi tirs û cara duyem bi êşeke bê tirs û cara sêyem min toven hinase xwe di qelişîn axa pîroz de çand û ew roj bu kû ez bi hesret bim berê xwe bidim çiyayên Helgut û Qendîl û bimeşim di nav sirr u seqema Zagros u awirê xwe bavêjim Sîpan u Herekol, Cûdi u Gabar u Ararata ku ji her çîyayîre xwe kirîye baz min dixwest ji çûken xwere hêlînan ava bikim ji qirşiken deşta Şehrezor u Herran ûmin lava dikir kû Dîcle u Firat ji min re vekin çîroka xwe yê efsanewî lê qet rê nedan min ez ramusînim ew zaroka ku bavê wî di ber ramanên min de çû. rênedan min ez xatirê xwe bixwazim ji wê dayîka ku destmala xwe daneweşandibu ji rondikên sor dengê Gumgum a lafawên xwin birçî bi alîyê min de tên u bi têhna hezar dafoka u lafaw bi lafaw... lehîp lehîp... ne min şikeftek hebû kû ez finda xwe têde vêxînim û ne min bohstek erd hebu kû ez xwe têde bihewînim û ne min hawdedek hebû hevalek hebû kû ez jê re bêjim: Merheben Ey Dost! dostek kefenekî ji min re dike diyarî û dostek tabutekî ji min re dike navnîşan û dostek li min dide derziya mîkromên bozkuş û dostek dixwaze di bin axê de min bike padîşahê qebristana welatemin û dostên kû ji mejîye Zîus derdikevin weke Etîneya qehpik xincer bi xincer li piştamin didin. dosten kû axaftinen min di devêminde girêdidin û berê min didin warên bêkes warên kû çawa kevokên periqyayî bi ser min de vebin warên ku hest di nav diranên şevşevokan tên cutin u goka dinyaye li ser destê xwe de çewt dizîvirîne warên ku li ser konên kevnepîran qêrîn bi qêrîna tine dikin û barbang bi tarîka tine dikin. wê bimin bidin hezkirin şev tarîka reş wê bimin bidin ji bìr kirin nerxên winda kirî wê bi min bidin ava kirin dojeha ku ticaran nehilweşe di zikê axa min de? ax ji bêfehîtîyate ey bêbext ku ti li min zor dike ya eze bêjim erê û meger ku ez bêjim na, wê hestêmin di destara qederê de bê hêrandin çend sal bê kû kes bi min re jîyan bike ez hevaltiyeke bi nîvsoka xwere derbas dikim yek caran ez diaxivim bi keviren lêkkrî xwe ji minre kiriye zindan û yek caran kerwanên gotinên min diponije li ber nalîna dîroka bê nivîs. dîroka kû li şaristana Mezopotamya dest pê bû dest pê bu bi çêbûniya peşîyê nefesa peşiyê çandiniya pêşiyê di bereketa xwedawenda jin bi xemlîn u ciwanîya ...........? dem zîvirî û bi hatîna Sumeran winda bu çerxa dayîka pîroz. dinya tev mije dumane ne zelal e tê bi kê re dilsozîya deyne ew jî ne dîyare kevokên kû hêken xwe dişkinin şapirpirîkên ji gûla nefretê tînin kulîlkên bi Gumgumokan re peymanan datînin zevîyên kû mişkên behijmar di singa xwe de dicivînin jinên ku însana di zikexwe de dixeniqînin jiyana ku dikeve bin bandorîya Drakol û Vampîran de mirinekî rehetî jêre gûnehe. Ey korr be çavên te dinya! tû nabîne? bi tapinax u zîgoratan behêdariya hevên hemdem bi çarnîxên jipiya kirî û sedarên cav ne têr têhna xwe bi keda însanan dişkînin diz derew dirutî beehlaqî wek baye payîza pelçîmên dara diwerînin yek dibêje ez Antî me yasayen Înana di xwe de dirizînim û yek dibêje ez Mardok im Dawi li jîyana Tiyama tînim. û yek dibêje ez Atum im ziraven însana diqetînim û yek dibêje ez Sargon im Dewlet im şev-roj, cennet-cehennem ax av term hişk ew Xwezaya heft reng ser û bine hev dixînim. dinayaya ku li min zor dike meger tu serê xwe rake tê wekî kurrê Meryem di çarmîxa de bexaçkirin! çawa Musa di Sehra Asîna de hate winda kirin û çawa Hezretî Muhemmed di ber Kurreyşîyan de bu koçber û çawa Hesen u Huseyin di Kerbelayê de ser li wan hate birin... tu biçe Dinya ya ku li min zor dike çawa gotina Galîlo u Birono li ser serê wan belabû û çawa ramanên Îbnê Rûşd û Farabî li wan wêran bû û çawa Azadî ji Pîr Siltan Evdal re nema ji te re jî namîne! ey korr be çavên te dinya... barana ji ser axa min birin û çemêm zuha kirin û doz dozên tinekirin ku ez denge xwe nekim çing çinga şûşên sorr evîn serjê kirin ken bi girî kirin şikeft û zivingan bi hestiyan tije kirin kû ez dengê xwe nekim lo çawa ez dengê xwe nekim û însana dikin gurre însan û mirovahiya pîroz ji vê dinyayê koçber dike û diçe de bila biaxivin kelepçên dest vir çend salin bê ku kes bi min re jîyan bike ez hevaltîyeke bi nivîsoka xwe re derbas dikim Û şevbêrkên şîyarbûnê di ber ahînen Mazlum'an de dihêle carekî din ez bêjim meger tene ji bona wan qehremanên dîrokê mabe û meger tenê ji bona wê dayîka pîrbûyî kû heta niha kure wî wê nas nake û meger tenê ji bona wan hesretê Keyferata pakrewane mabe û meger tenê ji bo wê zaroka sêwî mabe ezê bêjim meger ji min durxînin hevaltiya nîvsoka min û teniya tarîka Xweda were bîne li ser ronaka mûma min Yan jî bere min li wê sêdara bêîman bixînin ezê bêjim kû çiya çiqasî bilind be û her çiqeysî Oqyanosa bêbinî mîrê behra be lê kû di gerdûnê de ciqeysî gezegen pir bin hemî wê jibin nîvsoka min derbas bibin û korr be çavê dostaniya kû bi min re nebûna dost ez hemin di ax de ez hemim di rih te ez he hemim di mejî de ez hemim di dîrokê de ez hemim di dil de ez hemim ez hemim ez hemim ez hemim kû ez îroj nebim sibê ezê hebim wê roj bi hebûna min derkeve meger hicrak min bimre wê hezar hicre di hicrê mirîde derkevin û bêjin: ez her wekî xebatkarekî ji bo azadiya însanim ez her wekî xebatkarekî ji bo azadiya însanim ez her wekî xebatkarekî ji bo azadiya însanim
🥺
yazı olarak paylaşabilirmişin acaba
serokê min wiha dibêje
"car hêzirmin dibe ez li buhareke şîn im
û car car bixwe şîyardibim ez li zivistanekî bihar mirî xemgîn im.
û car bi kesera hizra xwe li zarokatîya xwe ve digerim.
bavê min di fêrbuna meşamin bimin diketebumana
û digot: "ew birhên qalind ne jixwe ve qalinde"
û dayîk dizani ku di lîstokê min de dîyar dibe ez çi dikim
ji bilî dayîkamin kes nikarîbu wateyeke bi de wê kenê ku ez ji
nava hinave xwe ve diperjiqînim
matmayî mabum ji kudere hatîye sehra mereqamin
ne min xwe kir esîrê pêçeka dayîka xwe
û ne min xwe kir xulamê kederên bave xwe
û di ber elenda heyve de min çêdikir wêneyek ji xewna xweyê zaroktî
xewna ku ez bikujim marekî reş!
wek çivîka bazekî li çîyake bijîm
û li wê derê min kişand kesera xwe yê biçukanî
û di bin dara gundê xwe de bi rondiken nesekinî nesekenî min hilf û kesera zarokatîya xwe bi dawî ve anî
û bi vî rengê dest pê bu trajîdya jiyana min
trajîdya kû cara yekem gaveke bi tirs
û cara duyem bi êşeke bê tirs
û cara sêyem min toven hinase xwe di qelişîn axa pîroz de çand
û ew roj bu kû ez bi hesret bim berê xwe bidim çiyayên Helgut û Qendîl
û bimeşim di nav sirr u seqema Zagros
u awirê xwe bavêjim Sîpan u Herekol, Cûdi u Gabar u Ararata ku ji her çîyayîre xwe kirîye baz
min dixwest ji çûken xwere hêlînan ava bikim ji qirşiken deşta Şehrezor u Herran
ûmin lava dikir kû Dîcle u Firat ji min re vekin çîroka xwe yê efsanewî
lê qet rê nedan min ez ramusînim ew zaroka ku bavê wî di ber ramanên min de çû.
rênedan min ez xatirê xwe bixwazim ji wê dayîka ku destmala xwe daneweşandibu ji rondikên sor
dengê Gumgum a lafawên xwin birçî bi alîyê min de tên u bi têhna hezar dafoka u lafaw bi lafaw... lehîp lehîp...
ne min şikeftek hebû kû ez finda xwe têde vêxînim
û ne min bohstek erd hebu kû ez xwe têde bihewînim
û ne min hawdedek hebû hevalek hebû kû ez jê re bêjim:
Merheben Ey Dost!
dostek kefenekî ji min re dike diyarî
û dostek tabutekî ji min re dike navnîşan
û dostek li min dide derziya mîkromên bozkuş
û dostek dixwaze di bin axê de min bike padîşahê qebristana welatemin
û dostên kû ji mejîye Zîus derdikevin weke Etîneya qehpik xincer bi xincer li piştamin didin.
dosten kû axaftinen min di devêminde girêdidin û berê min didin warên bêkes
warên kû çawa kevokên periqyayî bi ser min de vebin
warên ku hest di nav diranên şevşevokan tên cutin u goka
dinyaye li ser destê xwe de çewt dizîvirîne
warên ku li ser konên kevnepîran qêrîn bi qêrîna tine dikin û barbang bi tarîka tine dikin.
wê bimin bidin hezkirin şev tarîka reş
wê bimin bidin ji bìr kirin nerxên winda kirî
wê bi min bidin ava kirin dojeha ku ticaran nehilweşe di zikê axa min de?
ax ji bêfehîtîyate ey bêbext ku ti li min zor dike
ya eze bêjim erê û meger ku ez bêjim na,
wê hestêmin di destara qederê de bê hêrandin
çend sal bê kû kes bi min re jîyan bike ez hevaltiyeke bi nîvsoka xwere derbas dikim
yek caran ez diaxivim bi keviren lêkkrî xwe ji minre kiriye zindan
û yek caran kerwanên gotinên min diponije li ber nalîna dîroka bê nivîs.
dîroka kû li şaristana Mezopotamya dest pê bû
dest pê bu bi çêbûniya peşîyê
nefesa peşiyê
çandiniya pêşiyê
di bereketa xwedawenda jin
bi xemlîn u ciwanîya ...........?
dem zîvirî û bi hatîna Sumeran winda bu çerxa dayîka pîroz.
dinya tev mije dumane ne zelal e
tê bi kê re dilsozîya deyne ew jî ne dîyare
kevokên kû hêken xwe dişkinin
şapirpirîkên ji gûla nefretê tînin
kulîlkên bi Gumgumokan re peymanan datînin
zevîyên kû mişkên behijmar di singa xwe de dicivînin
jinên ku însana di zikexwe de dixeniqînin
jiyana ku dikeve bin bandorîya Drakol û Vampîran de mirinekî rehetî jêre gûnehe.
Ey korr be çavên te dinya!
tû nabîne?
bi tapinax u zîgoratan
behêdariya hevên hemdem
bi çarnîxên jipiya kirî û sedarên cav ne têr têhna xwe bi keda
însanan dişkînin
diz
derew
dirutî
beehlaqî
wek baye payîza pelçîmên dara diwerînin
yek dibêje ez Antî me yasayen Înana di xwe de dirizînim
û yek dibêje ez Mardok im Dawi li jîyana Tiyama tînim.
û yek dibêje ez Atum im ziraven însana diqetînim
û yek dibêje ez Sargon im Dewlet im şev-roj, cennet-cehennem
ax av term hişk ew Xwezaya heft reng ser û bine hev dixînim.
dinayaya ku li min zor dike meger tu serê xwe rake tê wekî kurrê Meryem di çarmîxa de bexaçkirin!
çawa Musa di Sehra Asîna de hate winda kirin
û çawa Hezretî Muhemmed di ber Kurreyşîyan de bu koçber
û çawa Hesen u Huseyin di Kerbelayê de ser li wan hate birin...
tu biçe
Dinya ya ku li min zor dike çawa gotina Galîlo u Birono li ser serê wan belabû
û çawa ramanên Îbnê Rûşd û Farabî li wan wêran bû
û çawa Azadî ji Pîr Siltan Evdal re nema ji te re jî namîne!
ey korr be çavên te dinya...
barana ji ser axa min birin
û çemêm zuha kirin
û doz dozên tinekirin ku ez denge xwe nekim
çing çinga şûşên sorr
evîn serjê kirin
ken bi girî kirin
şikeft û zivingan bi hestiyan tije kirin kû ez dengê xwe nekim
lo çawa ez dengê xwe nekim û însana dikin gurre însan û mirovahiya pîroz ji vê dinyayê koçber dike û diçe
de bila biaxivin kelepçên dest vir
çend salin bê ku kes bi min re jîyan bike
ez hevaltîyeke bi nivîsoka xwe re derbas dikim
Û şevbêrkên şîyarbûnê di ber ahînen Mazlum'an de
dihêle carekî din ez bêjim
meger tene ji bona wan qehremanên dîrokê mabe
û meger tenê ji bona wê dayîka pîrbûyî kû heta niha kure wî wê nas nake
û meger tenê ji bona wan hesretê Keyferata pakrewane mabe
û meger tenê ji bo wê zaroka sêwî mabe
ezê bêjim meger ji min durxînin hevaltiya nîvsoka min
û teniya tarîka Xweda were bîne li ser ronaka mûma min
Yan jî bere min li wê sêdara bêîman bixînin
ezê bêjim
kû çiya çiqasî bilind be
û her çiqeysî Oqyanosa bêbinî mîrê behra be
lê kû di gerdûnê de ciqeysî gezegen pir bin hemî wê jibin nîvsoka min derbas bibin
û korr be çavê dostaniya kû bi min re nebûna dost
ez hemin
di ax de ez hemim
di rih te ez he hemim
di mejî de ez hemim
di dîrokê de ez hemim
di dil de ez hemim
ez hemim
ez hemim
ez hemim
kû ez îroj nebim
sibê ezê hebim
wê roj bi hebûna min derkeve
meger hicrak min bimre
wê hezar hicre di hicrê mirîde derkevin û bêjin:
ez her wekî xebatkarekî ji bo azadiya însanim
ez her wekî xebatkarekî ji bo azadiya însanim
ez her wekî xebatkarekî ji bo azadiya însanim
Fon nedir acaba
Zelemele - Savana