Qiblegaha Aşiqan [Melayê Bateyî]- Jan Dost

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 12 окт 2024
  • Qiblegaha Aşiqan:
    Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
    leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
    çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî
    tu bo Xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
    dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
    dilbera gerden şefîf î danuwa durra 'Eden
    nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
    gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen
    ahûya deşta Tetarê rehzena aska xeten
    horiya baxê beheştê çav xezala kê yî tu
    qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav
    hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav
    dax û kovana evînê sotî canê min tevav
    extera subha se'îd î reşrihana ta belav
    filfila hindûstanê zulf û xala kê yî tu
    ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar
    sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar
    helqe pê da bes tu hatin 'eqreb û îlan û mar
    nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar
    lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu
    pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed
    min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed
    çengelek avête dil kun kir li min dad û meded
    qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed
    şah li textê dilberê fikr û xeyala kê yî tu
    sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal
    xaleke wa l'gerdenê mîslê Berê reş mah û sal
    sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal
    netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal
    laubal î çardexal î çardesala kê yî tu
    şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam
    sed tilism û sihre tê da pêkve Suryanî meqam
    ebceda 'eşqê me xwend û 'eql û wendakir we mam
    horiya baxê beheştê tûtiya tawusxeram
    xeyrî batey padîşaha min delala kê yî tu

Комментарии • 4