Abdullah Ocalan - li ser şopa heqîqetê - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 28 авг 2024
  • Ji pirtûka "Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirqirinê De" hatiye tomarkirin.
    Li qûntara çiyayên Toros Zagrosê,
    Li Kevana Bi Bereket li bin roja zêrîn,
    Li keviyên bi xêrûbêr û xwedî xweşavhewa,
    Li geliyên Dîcle û Firatê,
    Volkanê mezin ê jiyanê teqiya.
    Jiyana bi heybet û balkêş li vir hilat,
    Li Kurdistanê weke jin û jiyan pêk hat,
    Li dora xwedawendan tevna xwe danî,
    Her tiştê insanî, danûstendin û exlaq,
    Koçêrî, cotkarî, heywankexwedîkirin û pincar berhevkirin,
    Çandin û çinîna simbilên sorgul,
    Çêkirina kûzik, dizîk û destaran,
    Û her tiştê debarê,
    Huner û jiyan li ser van erdan pişkivî.
    Dengbêjan cara pêşî li vir,
    Stranên jiyana xwedawendan gotin,
    Qala danûstendina bi xêrûbêr kirin,
    Ji jiyana bêberdêl xeber gihandin îro,
    Roşan, cejn û pîrozî ji wan rojan in.
    Me li vir wenda kir ev jiyan,
    Û em îro li vir lê digerin,
    Ji ber ku me li vir ew wenda kir,
    Ne me wenda kir ji me dizîn,
    Dizîn ava heyatê ji dayikên em anîn,
    Dizîn ji xwedawendên textê xwe danîbûn li çiyan,
    Rûyên bi xwîn û bazirganên şaristaniyê,
    Çanda dewlemend a gelan,
    Hezarê salan dikeritînin,
    Îro ji her demê zêdetir li ser kar in,
    Tişta mayî jî dibin,
    Pir bêrehm in, çavsor in, sînor nenas in,
    Her tiştî di nava xwîn û rondikên çavan de diqedînin,
    Dergûşa jiyan tê de mezin bû,
    Xira dikin, kevir li ser kevir nahêlin,
    Her der kerin kavil, kirin çol,
    Çiyan bê kes û kûs, kerr û xalî dikin.
    Çi felaketeke mezin e,
    Mirov nikare der barê xwe de bifikire,
    Nikare ji bo xwe tiştekî bike,
    Çi felaketeke mezin e,
    Morî nasekine dixebite,
    Hebûnek mîna insan bêkar e,
    Aware, şerpeze û belengaz e,
    Kirine ku bîstûçar saetan her kes ji wan re biçe sucdê,
    Serî xwar bike ji desthilatdariya wan re,
    Ji qudret û zilamiya wan re,
    Rûşuştî ne,
    Ew çend bitrî û gewî bûne,
    Êdî maskeyên xwe daxistine,
    Ji bo hinekî din û hinekî din qezenc bikin,
    hinekî din kara xwe zêde bikin,
    Her tiştî dikin,
    Bêperwa çi dikeve ber wan qir dikin,
    Mîna şîpeke har in, her tiştî didin ber xwe,
    His û hestên wan tinene, bêwijdan in,
    Hawîrdor û jîngehê xira dikin,
    Avhewayê qirêj dikin, dar û daristanan talan dikin,
    Jiyan tahmsarkî kirin
    Bombeya atomî pê de teqandin,
    Ti tişta dest neavêtinê nehiştin,
    Keskesor kirin yekreng,
    Çilmisî jiyan û bedewî nema.
    Xwedawend li bazarê xistin mazatê,
    Çavkaniya jiyanê herimandin.
    niha weke dîrok li ber me ye,
    Gidîşa pirsgirêkan rê girtiye,
    Lê doh û îro niha dest dane hev,
    Ji bo paşerojê aso xuya ye,
    Sînorê hêvî û hesretan tineye,
    Li pêşiya wan tenê em asteng in,
    Ji bo pêkhatina wan hema tenê piçekî namûs,
    Hinekî eşq û aqil divê,
    Eger ez bûma,
    Ez ê biçûma gundê xwe,
    Biçûma Çiyayê Cûdî,
    qûntara Çiyayên Cîlo,
    dewrûbera Gola Wanê,
    çiyayên Agirî, Mûnzûr û Çewlîkê,
    keviyên Zê, Dîcle û Firatê,
    deştên Ûrfa, Mûş û Îdirê,
    riya min bi ku biketa bila biketa,
    mîna ku ez ji keştiya Nûh a ji nava tofana xeternak derketî ez ê daketima,
    mîna Brahîm ji Nemrûd, Mûsa ji Firewn, Îsa ji Împaratorê Romayê, Muhammed ji cehaletê reviya ez ê ber bi xwesteka Zerdeşt a cotkariyê û dostaniya heywanan ve biçûma, min ê bi îlhama ji wan û rastiyên civaka wan bigirta biçûma ser KARÊN XWE.
    ez bi tenê bi şertekî dikarim bijîm,
    eger bîstûçar saetê rojê ji bo hebûn û azadiya Kurdan têbikoşim
    Ji bo Kurdekî bi rûmet û bi exlaq ev pîvana manûnemanê ye,
    Naxwe hebûn û azadî nabe.
    Ez nêçîrvanê heqîqetê me,
    Ji bo xweragirî û têkoşeriyê serwextî divê,
    Ji bo berxwedanê bîrbirin û têgihiştin divê,
    Em ê zanibin li ku û çawa bijîn,
    Em ê li bêhnika herî bi kêf û bi tahm serwex bibin,
    Derew û şaşî jiyanê dirizînin,
    Ez ji xwediyên maske û rûpûşan re dibêjim,
    We maske û rûpûşên xwe daxistin,
    Binêrin ! êdî kîvroşk nareve û tajiyê li pey neçe,
    Li şûna bi we re û bi peyayên we re,
    Heta niqrîska dawî ez ê li hucreya xwe bim.
    We gelek bi serê mirovatiyê de anî,
    Lê herî zêde we bi serê Kurdan de anî,
    Lema li ku dibe bila bibe,
    Li kîjan rojgar û dewranê dibe bila bibe,
    Ji bo civaka dixwazim bibim endamê wê,
    Bi gotin û kirinên xwe,
    Ez ê heta dawiyê,
    Bi hêza zanist, felsefe, etîk û bedewiyê,
    Li ser rêya heqîqetê ji bo serketinê bimeşim
    Û heqîqeta vê bereketa xwedawendan li her kesî belav bikim.

Комментарии • 45

  • @nahidecicek7670
    @nahidecicek7670 3 года назад +6

    Ezi kurbana apo

  • @azadiheval5296
    @azadiheval5296 3 года назад +5

    herbiji serok rèber apo❤🕊✌

  • @karwanreket9580
    @karwanreket9580 4 месяца назад

    Deng û dilê te sax be Mamoste

  • @kiymetcelik3827
    @kiymetcelik3827 6 лет назад +11

    Her biji Seroke gellan Seroke hqiqete❤️

  • @gulajiyanejiyan8020
    @gulajiyanejiyan8020 4 года назад +5

    😭😭bi rastî dizîn li azadî her tim azadî

  • @deliladelila8292
    @deliladelila8292 4 года назад +6

    Wey seeta te xwes mamoste heja ez kurbana diletebim cixa tu rast dibeji dilete deste te saxbe her hebi insallah 🤲👏bele xude heyfa kürda nehele ji van zaliman re xuda nenasa serkeftin ji hevalen mere silav u rez 👏🌹☀️❤️🥀

  • @mahirmahir574
    @mahirmahir574 3 года назад +3

    Belê serok e min .tu rêber e mirovatî tevahî ye. raste ya girîng em bizane bin li kûr û çawa bijîn...!!

  • @dengbejorhan1882
    @dengbejorhan1882 4 года назад +4

    Deng û dil' ê, te saxbe reşad sorgul ❤✌💐

  • @karibardolgun1537
    @karibardolgun1537 3 года назад +3

    ❤💚💛✌👏 her hebî

  • @prototypkanal8770
    @prototypkanal8770 6 лет назад +16

    Rojbûna serok pîroz be

  • @siyarmamo4286
    @siyarmamo4286 5 лет назад +6

    bijî serokê mjn

  • @abdoravensburg3792
    @abdoravensburg3792 6 лет назад +8

    Sad mxabên kurd bê çaranê jin mae kurda bê çaranê

  • @rojltd.8691
    @rojltd.8691 6 лет назад +9

    doh u iro dêst dane hev lê sêr kordan bazarie qerej dekên 😔😔😔😔

  • @erhansevim6644
    @erhansevim6644 2 года назад +1

    Seher xeş mamoste ✌️✌️

  • @user-lv7dx4yu8k
    @user-lv7dx4yu8k 4 года назад +3

    Жне курда шерин ✌✌✌❤❤❤🌺🌺🌺

  • @dinuharjiruhar4630
    @dinuharjiruhar4630 6 лет назад +5

    Rojbuna gelle kurdistan e piroz be 4 Nisan amara💚A💛P💜O

  • @dh7827
    @dh7827 5 лет назад +7

    Azadî je bo te serokê min 😔

  • @dgdrfefr
    @dgdrfefr Год назад +1

    Bì serok Apo jiyan herame

  • @robertyilmaz5810
    @robertyilmaz5810 Год назад +1

    ❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤

  • @dgdrfefr
    @dgdrfefr Год назад +1

    ❤❤❤❤❤❤❤😢

  • @arinhisen5737
    @arinhisen5737 6 лет назад +5

    her hebî.

  • @dilocan937
    @dilocan937 4 года назад +3

    Dîroka M.Barzani bike.

  • @stalinabeo8648
    @stalinabeo8648 4 года назад +2

    ✌🏼✌🏼✌🏼✌🏼✌🏼

  • @kamalmaya3698
    @kamalmaya3698 6 лет назад +6

    👍🏼👍🏼👍🏼👍🏼👍🏼👍🏼👍🏼

  • @agidmirza4393
    @agidmirza4393 5 лет назад +4

    Ax serokmen te herhebi ez avindar te me

  • @egiderdal4286
    @egiderdal4286 6 лет назад +10

    Roj Bun serok Le we piroz be

    • @teyro-o
      @teyro-o 6 лет назад +1

      egid erdal
      Li te jî pîroz be

  • @mehmetvejin6615
    @mehmetvejin6615 6 лет назад +12

    Ev helbesta serok a nû ye

  • @hamoode111
    @hamoode111 5 лет назад +4

    ✌🏼✌🏼✌🏼✌🏼✌🏼✌🏼✌🏼🌹🌹🌹🌹🌹🌹🔥🔥🔥🔥🔥

  • @cutestanimals2198
    @cutestanimals2198 3 года назад +2

    Bi xwedê, Ocalan sîxurê tirkan e. Ew bi emrê tirkan bû serokê partiyê û bi emrê tirkan teslîmî wan bû. Ey birayên kurd, gerek ev partî we nexapîne. Ev partî di berjewendiya tirkanne ne ya kurdan.

    • @botan-merdin4761
      @botan-merdin4761 2 года назад +2

      De here fesad û bênamustiya xwe cihe ki din bike!kafrak!

  • @ismailinanir5581
    @ismailinanir5581 3 года назад +4

    Her biji Kürdistan coutry ör dead fredom for Kürdistan

  • @abdoravensburg3792
    @abdoravensburg3792 6 лет назад +3

    Spasdekm dang saxben

  • @zerdestzagroszerdestzagros7881
    @zerdestzagroszerdestzagros7881 6 лет назад +1

    Denge geleki xwes e tu her hebi

  • @Arina-u-Herdem
    @Arina-u-Herdem 5 лет назад +3

    😢😢😢😢😭😭😭