Cegerxwîn - Serxwebûn Bira zanibe pir xweşe serxwebûn Bi destê weye hatin û tev hebûn Tu azad û serbest û pir payedar Bi destê tene tevde rêjîm û dar Xwedî nav û nîşan û ala û nan Dinav dewletan de dibî serbilind Li hindir dibin tev xwedî mal û gund Li her dewletek qunselek dê hebî Şiyarê welat û mirovên te bî Hezaranê dezgeh bi dest têne kar Xwedîke bi wan leşkerek navîdar Firokan tu çêke, gelek tangû top Bi şûnve bihêle gelek rêç û şop Tu sînor û derbend û bajar û gund Biparêze hingî dibî serbilind Dikarî bi zanîn û zor û hiner Tu rista xwedeynî li her şûn û der Zimanê te şêrîn û pir xweş dibî Riwê herkesî dê bi te geş bibî Ji nûve bibêje kurê kême ez ? Gelek mêr û gernas û pir çême ez Xwedî dewlet û zar û pir leşkerim Kurê koreş û kawisim, Ejderim Belam pir hesanî mebîn serxwebûn Qelen pir girane hemî tiers û xûn Bi zindan û talan, bi kuştin, bi şer Xebat û lebat û çiwîn û veger Divê gorîyên pir di vê rê bidin Bi serxwe nikarin bijîn ger nedin Heta ko nedin mal û can û hebûn Bi destê xwe naxin kesek serxwebûn Hezaran hezar mêr di vê rê diçin Di vê rêde em wekhevin mêr û jin Ku bajar û gundên te kavil nebin Hemî arezûyên te tavil nebin Welatê te tevde gemar û qirêj Li ser wî bira rabe xwînê birêj Bixwînê tu paqijke gerş û gemar Mehêle ku bostek bimênî beyar Eger malû can û serê xwe nedî Te ev serxwebûn wilo xweş nedî Di vê rêde bimre tu dilşad û geş Gula sor di sînga te perwaye xweş Li ber pê birêje tu mal û hebûn Mebêje ku bimrim çiye serxwebûn ? Ewê ko bi Cengîzre cengê bikî Divê rengê Rustem li kengê bikî Eger em dixwazin ku azad bibin Li ser vê sitêra xwe dilşad bibin Divê em serê xo bidin ber şegan Netirsin bicarekji dengê segan Ewê ko xwe berdî Ferat û Qizil Gerekevjenî zanibî ew bi mil Ewê ko ji mal û ji canê xwe têr Dixwazî bikî ew şerê Erdeşêr Ewê ko bi xencer neparêzî cî Liber ço wekî go diçî her diçî Eger ko bi xurtî neparêzî rez Ji hawîr dixun wî rezî hirç û pez Eger ranekî xweş li ber bexçe sênc Ker û golikê herine nav çar û pênc Dixwazim bizanî ko barek giran Venakin girêka me dest û diran Eger em nemêrxas û gernasî bin Nikarin di vê rêve derbasî bin Eger em bitirsin ji dar û ji ben Nikarin vî barê giran hilgirin Eger em ne jîr bin û dest nedne hev Nikarin girêkê vekin em bi dev Ne sed rence lîstik, çi nehberk û dam Divê ko berî dijminan herne dam Çeq û berlime çêbikin em diçin Divêm ko bi hevre tucar pevneçin Bi xurtî bi hevre herin cengû şer Bi mal û ziman û bi can û ciger Bi hevre bikin em şerê borcewaz Çi pale, çi cota,çi azadîxwaz Binêr olperest û hemî êlperest Bi hevre şerê me dikin dest bi dest Tenê em nikarin bibin yek enî Li ber royê dijmin, bese ezbenî Heta kengî her wa emê perçe bin ? Ji solên beganre wekî firçe bin Ji olê, ji êlê nema kar dikin Dixwazin bi kurdî me bindar bikin Ne kurdin ne jî wek me azadîxaz Hemî kevnexwazin dibin borcewaz Welatê me xwarin bi zor û bi dîn Ji derdê ewan min ciger bûye xwîn Dinalim, diqîrim wekû çeng û ney Li sîngê kişandin hezar daxû key Dixwazim şiyarbin ji dil xwendevan Jin û mêr û gundî, hemî palevan Bi hevre herin pêş bi rêpû bi xap Bi ser wande bişkin wekî şîp û şap Heçî ko bixwazî bi rast û ji dil Digel me bi pêşde herî mil bi mil Kurê kurde ew jî dibî serbilind Birayê me ye ew kesê pak û rind Belam ew kesê dest bidî dest neyar Nayarê me ye wek sehê dîn û har Divê bête kuştin wekî mar û mişk Meger mehdara wî bikin dê û xuşk Belam çende bûrîde ev mah û sal Kudik qet nebûne keroşk û xezal Tu cewrên guran jî çi mêr û çi jin Ke dîkî, xwe dîkî dibin qet bizin ? Neraste ku bêjin hemî em yekin We yan em bibêjin dibî tew bekin ? Ku çêlîkê maran bi jehr û mirin Weha renge cewrên guran tim gurin Divê dar û ferman bi destê me bin Di sênca mede ba dever qet nebin Şiyarbin, li kar bin wekî cin û jîr Bi pêşde bibin em mirovên feqîr Hevalo tu rûmet bide palevan Ewe pişt û hana te rojêngiran Ewe ê ku dezgeh bi pêşve dibî Li kû danişî ew we ya xund çibî ? Hevalê teye ew , çi tirk û çi firs Ji kû ye ? li kû ye ? kiye ? lê mepirs Çi oartî bi te bê û bawer bikî Nebî ko ji wîre xwe gawir bikî Tenê hoşîyarbe, ne derwêş û dîn Digel wî here lê ne vîn û evîn Eger ko dikarî tu alî bike Heçî pêre hevalî bike
Pir xueşe
Her hebe dengê te û sitrank gelek xweše , Serkeftin ji tere Çîran 🌹
Bijî Alan
Te pir xweş got dest û hestên we saxbin
❤️❤️
Pîroz be 🌞☘️
Her beji kurdoo au Kurdistan ✌️🇹🇯😘🥰💪
✌🏼✌🏼✌🏼✌🏼✌🏼her bijî
Pîroz be
Herbijî Kurd û Kurdistan
Alanê heja û delal Pîroz be Sitrana te ya nû .. pir xweşe ❤️
Bijî Kurd û Kurdistan! 🎉🎉🎉🎉❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤
Silav ji Rojavayê Kurdistanê
Pîrozbe lawikê welatê rengî
Welatê Min💚❤️💛✊️✊️
Timî bi ronî bê 🌟🕊🌟
بالتوفيق صديقي ...عمل رائع ومميز كالعادة ❤❤
هربجي الان مبدع دايمن ❤❤❤
Pîroz be hevalê delal 🎉🎉
Pîroz be Delalo❤️❤️🤍
Pîrozbe ji del... Selav u rez dilalo
Her hebî .. pîroz be Alan 🌻
pîrozbe❤dengê te her hebî❤
Pîroz be alanê hêja❤️
❤
😔 xerîbî pîr zora spas bû ve Strana ser welat
Dest û hestên te sax bin , straneke hêjayî welatê min e🌺❤
👏👏👏👏👏👏👏👏
💚❤️💛✌️✌️
Pîroz be ❤❤
Dengê te saxbe birayêmin strana te gelek xweşe serkeftin ji bo te dixwazim❤❤❤
Pîrozbe delalo❤
DENG Û DİLÊ TE SAX BE 😍👏
Herbiji Alanê delal! ✌️
Herrliche Stimme und wunderschöner Text.
Vielen lieben Dank ❤️🕊️
Her biji Kûrd u Kurdistan💚❤️💛✌️✌️
♥️🌹
Gelek xweşe her bijî
Pîroz be delalo. 🌸🌷💐🙏
Her bijî ❤❤
Pîroz be Alan e delalî
ألف ألف مبروك احلى فنان ❤❤❤
❤❤ يسلم هالصوت أبو علي 😘
Welatê me ❤️❤
Silav ji Rojava
❤❤❤❤❤بيروزبى خااال
Pîrozbe delalo
شكراً ألف شكر أبداع
Welatê min...♾️
احلى صوت الان الغالي 🌹🌹🌹
ده س خوش ❤🌹
مشتارك جديد ومميز 😊
حلو استمر ❤❤
رحيمنه ربي زلامه 😍🥰😍
stranek pir xweş, deng te saxbê kekê Alan ❤️
❤❤❤
Piroz be
هربچي❤❤
🔥❤
Pîroz be ❤❤❤❤
لو كان لي دولة بإسمي لجعلت صوتك نشيداً للوطن ماموستا الان
🎉🎉❤
Tu naşika kes nikané te bişkine✌️✌️✌️✌️
Welatê min❤
❤❤🎉 هربجي
Ser keftin2+2=1❤
🎉🎉🎉
❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤
🎉🎉🎉🎉🎉🎉🎉🎉🎉
😍😍😍
❤❤❤❤❤❤❤❤
Piroz be
Cegerxwîn - Serxwebûn
Bira zanibe pir xweşe serxwebûn
Bi destê weye hatin û tev hebûn
Tu azad û serbest û pir payedar
Bi destê tene tevde rêjîm û dar
Xwedî nav û nîşan û ala û nan
Dinav dewletan de dibî serbilind
Li hindir dibin tev xwedî mal û gund
Li her dewletek qunselek dê hebî
Şiyarê welat û mirovên te bî
Hezaranê dezgeh bi dest têne kar
Xwedîke bi wan leşkerek navîdar
Firokan tu çêke, gelek tangû top
Bi şûnve bihêle gelek rêç û şop
Tu sînor û derbend û bajar û gund
Biparêze hingî dibî serbilind
Dikarî bi zanîn û zor û hiner
Tu rista xwedeynî li her şûn û der
Zimanê te şêrîn û pir xweş dibî
Riwê herkesî dê bi te geş bibî
Ji nûve bibêje kurê kême ez ?
Gelek mêr û gernas û pir çême ez
Xwedî dewlet û zar û pir leşkerim
Kurê koreş û kawisim, Ejderim
Belam pir hesanî mebîn serxwebûn
Qelen pir girane hemî tiers û xûn
Bi zindan û talan, bi kuştin, bi şer
Xebat û lebat û çiwîn û veger
Divê gorîyên pir di vê rê bidin
Bi serxwe nikarin bijîn ger nedin
Heta ko nedin mal û can û hebûn
Bi destê xwe naxin kesek serxwebûn
Hezaran hezar mêr di vê rê diçin
Di vê rêde em wekhevin mêr û jin
Ku bajar û gundên te kavil nebin
Hemî arezûyên te tavil nebin
Welatê te tevde gemar û qirêj
Li ser wî bira rabe xwînê birêj
Bixwînê tu paqijke gerş û gemar
Mehêle ku bostek bimênî beyar
Eger malû can û serê xwe nedî
Te ev serxwebûn wilo xweş nedî
Di vê rêde bimre tu dilşad û geş
Gula sor di sînga te perwaye xweş
Li ber pê birêje tu mal û hebûn
Mebêje ku bimrim çiye serxwebûn ?
Ewê ko bi Cengîzre cengê bikî
Divê rengê Rustem li kengê bikî
Eger em dixwazin ku azad bibin
Li ser vê sitêra xwe dilşad bibin
Divê em serê xo bidin ber şegan
Netirsin bicarekji dengê segan
Ewê ko xwe berdî Ferat û Qizil
Gerekevjenî zanibî ew bi mil
Ewê ko ji mal û ji canê xwe têr
Dixwazî bikî ew şerê Erdeşêr
Ewê ko bi xencer neparêzî cî
Liber ço wekî go diçî her diçî
Eger ko bi xurtî neparêzî rez
Ji hawîr dixun wî rezî hirç û pez
Eger ranekî xweş li ber bexçe sênc
Ker û golikê herine nav çar û pênc
Dixwazim bizanî ko barek giran
Venakin girêka me dest û diran
Eger em nemêrxas û gernasî bin
Nikarin di vê rêve derbasî bin
Eger em bitirsin ji dar û ji ben
Nikarin vî barê giran hilgirin
Eger em ne jîr bin û dest nedne hev
Nikarin girêkê vekin em bi dev
Ne sed rence lîstik, çi nehberk û dam
Divê ko berî dijminan herne dam
Çeq û berlime çêbikin em diçin
Divêm ko bi hevre tucar pevneçin
Bi xurtî bi hevre herin cengû şer
Bi mal û ziman û bi can û ciger
Bi hevre bikin em şerê borcewaz
Çi pale, çi cota,çi azadîxwaz
Binêr olperest û hemî êlperest
Bi hevre şerê me dikin dest bi dest
Tenê em nikarin bibin yek enî
Li ber royê dijmin, bese ezbenî
Heta kengî her wa emê perçe bin ?
Ji solên beganre wekî firçe bin
Ji olê, ji êlê nema kar dikin
Dixwazin bi kurdî me bindar bikin
Ne kurdin ne jî wek me azadîxaz
Hemî kevnexwazin dibin borcewaz
Welatê me xwarin bi zor û bi dîn
Ji derdê ewan min ciger bûye xwîn
Dinalim, diqîrim wekû çeng û ney
Li sîngê kişandin hezar daxû key
Dixwazim şiyarbin ji dil xwendevan
Jin û mêr û gundî, hemî palevan
Bi hevre herin pêş bi rêpû bi xap
Bi ser wande bişkin wekî şîp û şap
Heçî ko bixwazî bi rast û ji dil
Digel me bi pêşde herî mil bi mil
Kurê kurde ew jî dibî serbilind
Birayê me ye ew kesê pak û rind
Belam ew kesê dest bidî dest neyar
Nayarê me ye wek sehê dîn û har
Divê bête kuştin wekî mar û mişk
Meger mehdara wî bikin dê û xuşk
Belam çende bûrîde ev mah û sal
Kudik qet nebûne keroşk û xezal
Tu cewrên guran jî çi mêr û çi jin
Ke dîkî, xwe dîkî dibin qet bizin ?
Neraste ku bêjin hemî em yekin
We yan em bibêjin dibî tew bekin ?
Ku çêlîkê maran bi jehr û mirin
Weha renge cewrên guran tim gurin
Divê dar û ferman bi destê me bin
Di sênca mede ba dever qet nebin
Şiyarbin, li kar bin wekî cin û jîr
Bi pêşde bibin em mirovên feqîr
Hevalo tu rûmet bide palevan
Ewe pişt û hana te rojêngiran
Ewe ê ku dezgeh bi pêşve dibî
Li kû danişî ew we ya xund çibî ?
Hevalê teye ew , çi tirk û çi firs
Ji kû ye ? li kû ye ? kiye ? lê mepirs
Çi oartî bi te bê û bawer bikî
Nebî ko ji wîre xwe gawir bikî
Tenê hoşîyarbe, ne derwêş û dîn
Digel wî here lê ne vîn û evîn
Eger ko dikarî tu alî bike
Heçî pêre hevalî bike
PIROZ BE ALANE DELAL😄
Xwezî li studyo bingeheke baş ve çêkir ba bra muzîkeke baş stran gelek xweş e lê aranje ne baş çêbuye mixabin 👎
Pîroz be❤
❤❤❤❤❤
❤❤❤
❤❤❤❤❤❤
❤❤❤❤❤❤❤❤
Pîroz be❤❤
❤❤❤❤❤
❤❤❤❤❤
❤❤❤
❤❤❤❤❤
❤❤❤
❤❤❤❤
❤❤❤❤❤❤
❤❤❤
♥️♥️♥️
❤❤
❤❤❤
❤❤❤❤
❤❤