Mutî, Ciwanî (Lê Lê Ciwanê/ Emrê Çuyî) Helbest: Seydayê Tirêj, Awaz: Mihemed Şêxo
HTML-код
- Опубликовано: 13 сен 2024
- Emrê Çuyî
Feryad û sed ax û eman
Ez ketme ber êş û belan
Heyfa evî emrê ciwan
Min daye ber derd û kulan
Derdan di dil min dane şax
Bihar li min bû wek tebax
Mêrga dil û can çilmisî
Hişkbûne hewdê sorgulan
Hişk bûn li dil mêrg û çîman
Teyr û tilûr qet tê neman
Îro ji wî baxî bilî
Awaz û dengê bilbilan
Şalûr û bilbil mirxê baz
Qumrî, quling, şahîn û qaz
Tev jê firîn derketne der
Ma warê bûm û qertelan
Tîrêj bes e, qîr û hewar
Emrê çûyî lê nabe çar
Kêf û xweşî îro li dil
Bûne wekî salê xelan.
Seydayê Tîrêj
Rehma xwedê li seydayê Tirêj û Mihemed Şêxo be.
👏👏👏👏
👍💙
Wey sadcar li ser xêrêbe Mamoste...Birastî jî bi aweyek Profesyonelî qlîb û mûzîk hatîye amadekirin... Siheta we xweş, Rêya we vekirîbe...
Klip jî xweşe.
Deng û dilê te saxbe Mamo. Qliba te jî gelek xweş çêbûye
Deng be deni be berdewam be bra
Seet xweş Mamostê Mamosteyan. Tû hêja ye, stara xwedê li te û kesên wekte be.
Çavên te maçî dikim Rozaya mamê xwe.
@@muti273 Ez û bavê xwe ,( İzzeddin) tên destên te.
deng dinê be