Jiyan derî

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 30 сен 2024
  • Di navbera derî û dilê xwe de mam
    Li aliyekî tu
    Li aliyekî derî
    Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te.
    Min çend payizên sar germ kirin,
    Ji bo her tiliyên te
    Ne derî dev ji min berdida û ne ez ji te.
    Di nav dubendiya êşê de mam
    Bê demên deman bû qeder
    di ferhenga dilê min de,
    Bi dawî nebû roj û şevên bê te,
    niha ji ber mayînên êşên xwe didim kûştin
    Ta ku destê min bigihîje te.
    Bê sinor bû sînorên êşa dilê te,
    li wir parçeyek ji te digerim,
    da ku dilê xwe pîne bikim!
    Li ber derî bûm û ez evîn bûm,
    Li ber te sekinandîbûm.
    De bibêje!
    Ji çi ditirsî?
    🕊️♾️💔
    Helbest-Yildiz Çakar/Derî
    Deng-Jiyan #helbestenjiyan #helbestênjiyan #zimanêkurdî #helbestenkurdi #helbest

Комментарии •