Zîné Helbest şahîn Soreklî ,ku bi xwe ji xelkê Kobanî ye û li Australia dimîn e . Amed bi ser dicle de girîya bi herdu çavane Got liminé çi şermeke mezin u girane Li başuré welét xelké me buye perîşane Digerîne li warekî ku lé bibin mévane Feleka xayîne çi şermeke mezune, girane Li şuna biran ser dest buye maz u bane Mévan rastkirine çadir u konan e Li dorhélan leşker bi tufing u surguyane Li miné lé li miné lé li min li min..... Derenge derenge ro razayî nîvé şevéye Ji biné koneki qirîna zîné té ye Zina neh salî ji birînan xew neyé Dayiké ban kir ‘'Zîné ciwanî ez bi gori, te kezeba min kevand keçé lori lori loori... Ziné got ‘'Léé daye Zîn bi heyrané qirîn serme dizanim lé birîném xedarin Agir u janén bedena min Rebena xwedé helandin Li miné lé li miné le le min le min le le.... Li dora çadiré civîyabun komeke jin u peyani Mirevén serbelind, situxwar li vir dimane Qîrîna Zîné agir berdabu cigera van Nemabu xewa cavan ne şahîya dilan Pireké ban kir; Xwedé jîné li hovan bike qetrane Zaroké me kirin mirî u birîndarén bombane Warén bav û pîran li me kirine dojeh u zindan e Em ji welét surgun bune kocerén cîhane Kaleki bankir; Huné şîreta me bidine kec u xortane Li mine lo lo, li mine lo lo ahhhh li minéé léé li minéé léé Huné şireta min bidine keç u xortane Bese xapandina salan Bira edi fér bebin dersane Biratîya bébexta hemi péken u talane Li cîhané kesek nabe hevalin bindestane bona xateré Zîna neh salî Ku nuha de ké sikrane bona xateré zer u esmeré me kurdane Ku îroj beré xwe da ne col u kerbelane Bela hişyarbin de bela hişyarbin Tékevin récika serxwubuna kurdane Li mine léé li mine léé li minéé Léé li mine léé … Berbange, berbange rojeki îloona heyşté u heyşta ne Cenaze Zîna celenk radikine gorane Şuna res xwe berdaye ser koné mihacirane… Kecekî neh salî xwe gihandiye refen cangoran ereee.... Zîné jibo xatiré gelé welaté xwe buye qurbane Dayika Zîné bankir; Hune dawîyé bidene hesrane Hune xwedîkin zaroken le ber siré dayéyanen Hune xwedîkin zaroken le ber siré dayéyanen Li mine léé li mine léé li mine léé l imin li min li min…
Süperr saygi ve özlemle Aniyorum
Zîné
Helbest şahîn Soreklî ,ku bi xwe ji xelkê Kobanî ye û li Australia dimîn e .
Amed bi ser dicle de girîya bi herdu çavane
Got liminé çi şermeke mezin u girane
Li başuré welét xelké me buye perîşane
Digerîne li warekî ku lé bibin mévane
Feleka xayîne çi şermeke mezune, girane
Li şuna biran ser dest buye maz u bane
Mévan rastkirine çadir u konan e
Li dorhélan leşker bi tufing u surguyane
Li miné lé li miné lé li min li min.....
Derenge derenge ro razayî nîvé şevéye
Ji biné koneki qirîna zîné té ye
Zina neh salî ji birînan xew neyé
Dayiké ban kir ‘'Zîné ciwanî
ez bi gori, te kezeba min kevand
keçé lori lori loori...
Ziné got ‘'Léé daye
Zîn bi heyrané
qirîn serme dizanim
lé birîném xedarin
Agir u janén bedena min
Rebena xwedé helandin
Li miné lé li miné le le min le min le le....
Li dora çadiré civîyabun komeke jin u peyani
Mirevén serbelind, situxwar li vir dimane
Qîrîna Zîné agir berdabu cigera van
Nemabu xewa cavan ne şahîya dilan
Pireké ban kir; Xwedé jîné li hovan bike qetrane
Zaroké me kirin mirî u birîndarén bombane
Warén bav û pîran li me kirine dojeh u zindan e
Em ji welét surgun bune kocerén cîhane
Kaleki bankir;
Huné şîreta me bidine kec u xortane
Li mine lo lo, li mine lo lo ahhhh li minéé léé li minéé léé
Huné şireta min bidine keç u xortane
Bese xapandina salan
Bira edi fér bebin dersane
Biratîya bébexta hemi péken u talane
Li cîhané kesek nabe hevalin bindestane
bona xateré Zîna neh salî
Ku nuha de ké sikrane
bona xateré zer u esmeré me kurdane
Ku îroj beré xwe da ne col u kerbelane
Bela hişyarbin de bela hişyarbin
Tékevin récika serxwubuna kurdane
Li mine léé li mine léé li minéé Léé li mine léé …
Berbange, berbange rojeki îloona heyşté u heyşta ne
Cenaze Zîna celenk radikine gorane
Şuna res xwe berdaye ser koné mihacirane…
Kecekî neh salî xwe gihandiye refen cangoran
ereee.... Zîné jibo xatiré gelé welaté xwe buye qurbane
Dayika Zîné bankir;
Hune dawîyé bidene hesrane
Hune xwedîkin zaroken le ber siré dayéyanen
Hune xwedîkin zaroken le ber siré dayéyanen
Li mine léé li mine léé li mine léé l imin li min li min…