Jiyan Vê sibehê

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 30 сен 2024
  • Vê sibehê,
    Xewnên xwe li pey hev rêz dikim,
    Sînga xwe li pêşberî hilatina te vedikim,
    tîrên ronahiya te bi hibra xwînê himbêz dikim..
    lêvên te bi pinpinîkên helbestekê dixemilînim,,
    Karwanên evîna te di qublenameya çavên te de dilerizînim,
    Tu şewata zimanê min î..
    Tu bendemana ji kevir î
    Tu neviya demsalên agir î
    Tu sertac û naveroka êşa giyanê min î
    Vê sibehê,
    Tu Qamişloka min î,
    Tu Hewlêra min î,
    Tu Mehabad û Ameda min î,
    Tu zemzem û kemenda min î,
    Tu ayet û penda min î,
    Di çavên min de tu neynûk î,
    Sirûda min î, zêrîn çûk î..
    Vê sibehê,
    Tu gernameya jiyana min î…
    Tu pasvana xewna min î…
    Girtîgeh î, hem sêdar î
    Hem wateya mana min î.
    Vê sibehê,
    Pirtûka çavên te vedikim,
    Bi tirêjên rojê dişewitim,
    Pirtûka dilê te vedikim
    Di sirûdên êşê de diperpitim..
    Pirtûka hişê te vedikim,
    Bi kêrên bêrîkirinê birîndar dibim..
    Vê sibehê,
    Dixwazim çavên min birijin
    Da ku pirtûkên bindestiya te nebînim
    Ehmed huseynî
    #helbestenjiyan #helbestênjiyan #jiyan #helbest

Комментарии • 2