Xelîl Guneş - helbest - Amed - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)
HTML-код
- Опубликовано: 13 сен 2024
- Xelîl (Halîl) Guneş li zindana Amedê ya dagirkerên Tirk 15'ê Kanûnê şehîd bû.
Xelîl şoreşgerek bû ji Edeneyê bû. Ji xelkê Ereb bû.
Guneş 2’ê Çileya 1993’an di 23 saliya xwe de hatibû girtin û cezayê muebeta giran lê hatibû birîn. Ji ber êşkenceyên lê hatibûn kirin gelek nexweşî li cem peyde bûbûn.
Ev helbesta xwe sala 2014'an nivîsî bû.
Ho paytexta min Amed!
bi te re bêhtir tenê me,
bi te re bêhtir bê kes im,
li cem te mehrûm û hewce me.
Bû 21 sal min pê li erda te nekiriye,
Emrê min tev buharên xwe li dawî hiştin,
Gulî û şaxê min ên gihiştin ezmên can ji wan kişiyan,
Li serikên wan bişkokên kulîlkan venebûn, nebişkivîn
Lê rehên te kokên min berdidin herî jêra erdê,
Eger dilê min; Hilgirta hêviyên herî teze,
Evîna te bi xwestek di xeyalan de porên te yên dirêj ên evînê şeh bikira;
Carekê bi tenê li ber çongên min ranediziya...
Bi sebep, bê sebep her tim hez kir ji insan,
Ji darê, ji çûkê, ji kurm û kêzikê, ji qirş û qal, ji daristanê,
Ji çem û rûbaran, ji zozan û çiyan,
Lê kêfa min qet nehat ji wan bajaran re
Ku giş betona sar in û ez di navê de ji dayik bûm.
Her bajar dema hat avakirin
Weke deriyê li xiyanetê vebe ket pêşiya min,
Tevî ku çongên min ricifîn jî
Her carê bê xem û paxaf bi ken derbas bûm;
Ji van kelehên zilmê û hovîtiyê...
Ha ev emrê min !
Bajarên mîna buharê jî li pey xwe hişt,
Yên herî bedew jî nehatin xewna min,
Min di xewa li bajarên bêyom de hîç xewn nedît,
Di rîngeke zindanê ya pencera wê perçek cam de
Destên min kelepçekirî
Derbas bûm di nava bajarên Anatolyayê de
Yên min navê wan nizanîbû,
Tevî ku awirpiling im, awirê min negihişt ezmanê yekî ji wan,
Her bajar mîna sûretê evîneke lewitandî, mîna sozên mezin ên nehatine bi cihanîn ên di nameyan de nehatine xwendin û hatine avêtin.
Fena ew evîndara bi gulleya pêşî li dilê te dide...
Ew bajar hemû yên bi heybet, ji bo efendiyan ew cih e; bi êşa xiyanet û xwekuştinê barkirî ye; bi lampe û xemlên bedew ên balkêş û xapînaok fesilandiye û tê de veşartîne.
Ha li van bajaran, li ber rohniya emrê me, li nava kolanan, li serê quncikan û li keviyên bajaran gulleyên pêşî berdan xeyalên me yên bêhna çiyê ji wan dihatin.
Li van bajarên tirsê yên mekanê zilmê, bi rik; destên me hişk şidiyan li qûndaxa hêrsê,
Wexta her bajarî di nava çerxa xwe de dihêra her egîdê nifşên xwe, serê çiyan dibiriqî di reşika çavên wan de,
Û tevahî kolanokan deriyên xwe li rêçikan vedikirin,
Jibîrkirin; xiyanet e li bîrê, lê rawestîn jî xiyanet e li nifşê min!
Wexta deriyên qirêj ên bajêr yek bi yek li nifşên me dihatin girtin, me di gewdê xwe de derî vekirin li serê çiyan li hêviyan...
Û nîvro saf, nîvro zelal; mîna dawerive erdê,
Li ser zar û zimanê mîlyonan zêde bû, şeveqa segurî ya bajaran rohnî kir...
Li vî bajarê ku ciwaniya me derb xwar,
Tax bi tax, kolan bi kolan, meydan bi meydan,
Ha binêrin; bê tirs her kes pencereya xwe vedike li azadiyê,
Û ew Amed e,
Ayten Amed! Jiyan Amed! Dîlan Amed!
Amed di stûyê bajaran de mîna gerdeniyekê ye
Nola fitlonekeke mezin e, di navbera jiyan û mirinê de,
Li wir hêvî û koletî, azadî û têkçûn digihîjin hev,
Ji vê ye, zarokên wê yên herî delal li ser bircan bi agir bedena xwe pîroz dikin,
Rûyê rohnî yê dinyayê û her dilê berxwedanê yê hildiavêje ji Dîcleyê belav dibe û dikeve himbêza dem û dewranan hemûyan...
Amed !
ha ji te re emrê min ê mayî yê li pey buharan mayî
bixe dilê wan zarokên xwe yên ji agir ên di himbêza xwe de şîr didî,
Ew agirê di destê Mazlûm de hol dibe
Ew sê darikên niftikê
Hê jî çavên zilma mêtingeran kor dike!
Sê rengên raperînê!
Sê reng qîrîna berxwedanê!
Sê bedewên têkoşînê, sê can;
Sê hevrê û heval, Ayten, tixtor Jiyan û Dîlan a fermandar û bi xwe evîn,
Li ser bircan bi meşaleyên dilê xwe rohnî dikin...
Li ber deriyên bajaran hemûyan ên li xiyanetê vedibin sekinîne; berxwedanê ber bi serketinê dibin,
Hem jî hîç hesabê tiştekî nakin
Tenê dibêjin, can! can! can! Kurdistan...
Ew şîrê pîr û pak, ew şîrê ji pêsîra diya xwe mêtine
Bila hilî heram be li yê ji bîr bikin
Bila hilî heram be li dilên Gever û Roboskiyê ji bîr bikin...
Halil Guneş
Pır xweşe her biji
Herr bejiii.hewale memoste resad sorgul..
Yawo mamosta çiqase denge te xowese ya tu her hebi mamostaye heja denge te her Hebe 🌹🌹🌹🌹✌️✌️✌️
Reşat Sorgul👏👏😍❤️❤️
Şehîd Xelîl nemir e, ji bîrkirin xiyanet e, zarokên welatê agir dê tola şehîdan hilînin, hildinin.
Böyle bir acı olamaz😥😥😥😥😥😥
Eree can can Kurdistan.
☀️☀️☀️🙏
Mucadelenizin onunda saygi iyle egiliyoruz
Xwede bı rehma xwe şabike inşAllah keke xelil
Deng u dılete sağbi ape reşad
Ji Xelîl Güneş re dipirsin:
"Hevkas nexweşi bi tera heyi û tu li fotoğrafan de her tim dikeni û rukeni,wi rewşe da tu çawa dikeni?"
Xelîl Güneş bersiv dide:
"Kesê soreşger li hemberi mirîne ji dikene"...
Mali ava be mamoste
Em te tu carî ji bîr nakin kekê Xelîl..
Şehîd Namirîn✌💛❤💚✌
Mala te ava Mamoste..Dengê te li dinê be.
Qurbana Kenê tebim heval xelîl qurbana hemû şehîdên welatê xwe bim qurbana edûl û derwêşê welatê biêş bim
🖤🖤🖤🖤🖤🖤🖤
🙏🙏💔
😔💔😔💔😔💔
Türkçe anlamını yazarmısınız lütfen.🥺