Omar: Ku hawîrdor xera bibe hemû mirov dikevin xeterê

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 26 авг 2024
  • Endama Platforma Jin a Ekolojiyê Bêrîvan Omar anî ziman ku tu kes bi qasî xwediyê axê nikare wê axê û derdorê biparêze û got: “Herî zêde jin bi xwezayê ve girêdayî ne. Divê jin di nava biryaran de cih bigirin. Divê em ji bo ekolojiye bibin yek. Ku hawîrdor xera bibe em hemû mirov dikevin xetereyê.”
    Endama Platformê Bêrîvan Omar da zanîn ku ew caran diçin hin gundan hin jinan dibînin û got: “Jinên ku kapîtalîzmê bandor li ser wan nekiriye, hêj bi xwezayê re di nava hevsengiyekê de dijîn. Her sewalek wan navekî wan heye. Kesek îro nikare biçe ji dayikekê re bêje ‘ez ê sewala te serjêkim.’ Ev pir zahmet e. Çop li cem wan tune. Îro rayedarên cîhanê bang dikin. Dibêjin em ê çawa xwe ji qirêjiyê rizgar bibin û çawa xwe bi xwe têr bikin. Lê dayikê me îro vê yekê di pratîkê de pêk tînin. Em dixwazin vê mînaka dayikan li hemû bajar û derdorê belav bikin. Divê di hemû qadan û biryaran de jin hebe ku karibe guhertinê pêk bîne.”
    Rojnameya Xwebûn bi awayeke azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. Hûn jî li ser platforman dikarin Xwebûnê bişopînin.
    Malper: xwebun.org
    Twitter: / rojnamexwebun
    Facebook: / xwebun
    Instagram: / rojname.xwebun

Комментарии • 1